800 malbatên din ber bi Efrînê ve çûn

Îro 800 malbatên koçber ên Efrînê ji herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ber bi bajarê xwe ve bi rê ketin.

Di çarçoveya peymana 29ê Kanûna Paşîn a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de, îro karwanekî nû yê koçberên Efrînê bi rê ket.

Karwan ji 800 malbatan pêk tê û niha ber bi Efrînê ve diçe.

Ev karwanê sêyem e

Ev karwanê sêyem e ku bi serpereştiya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ber bi Efrînê ve tê şandin.

Heta niha bi giştî 600 malbatên koçber vegeriyane Efrînê.

Beriya niha di karwanê yekem de 400 malbat û di karwanê duyem de jî 200 malbat vegeriyabûn. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *