| Partiya Welatparêzên Kurdistanê
Partiya Welatparêzanê Kurdistanî Kürdistan Yurtseverler Partisi |
![]() |
Kurdistan Patriots Party
PWK EWROPA E-mail: pwkewropa@gmail.com |
______________________________________________________________________
PÎROZBAYÎYA NEWROZ
Êz jibona Komîteya Amadekar Neweroza 2026an ya Konfederasyona Revenda Kurdistanê.
Rêzdaran,
Em weke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK- Nûnertîya Ewrpoyê) PWK Cejna neteweyî, sembola têkoşîn û serhildanê bi hestên xwe yên herî germ li we û tevayîya miletê Kurd û kurdistanîyan pîroz dikin.
Em Newroza îsal di gelek waran de, di şert û mercên taybetî de pîroz dikin. Hêrêma me di nav şer, pevçûn û berberîyên dijwar yên herêmî û navdewletî de derbas dibe. Ev rewş ji bo miletê me dikare xeter û metirsîyên dijwar, lê herweha kês û firsendên dîrokî jî bi xwe re bîne.
Ji ber wê yekê jî divê tevgera rizgarîxwazîya neteweyî ya miletê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê pêwendî, hevkarî û hevrêzîya nav xwe ji her demê bêtir xwurt bike û di nav amadebaşîyê de be.
Di vê rewşa metirsîdar û taybetî de, niha jî bala kurdan li ser Rojhilatê Kurdistanê ye; lê dive em rewşa perçeyên din yên Kurdisrtanê jî ji nêzîk ve bişopînin.
Em hêvîdarin ku bi vê rewşa heyî, êdî dawî li vê Rejîma Îslamî ya dagirker û dîktator ya Îranê were û miletê me li Rojhilatê Kurdistanê bigihêje mafên xwe yên neteweyî û serwerî ya xwe. Herweha em hêvîdarin li perçeyên din yên Kurdistanê jî hevkarî, diyalog û hevrêzîya nava mala kurdî bi xurtî berfireh bibe.
Bi van hest û hêvîyan em Newroza we, miletê Kurd û kurdistanîyan bîroz dikin; di kar û xebata we ya hêja de serketinê dixwazin.
Bi rêz û silavên me.
Merd Baran Boskan
Partîya Welatparêzên Kurdistanê
PWK- Nûnertîya Ewropayê
21-03-2026



