Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî, îro, 28ê Îlona 2025an, li gundewarê parêzgeha Îdlibê ya Sûriyeyê, di êrîşeke bi balafira bêpîlot de kesek hat kuştin. Tê texmînkirin ku êrîş ji aliyê hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya bi pêşengiya Amerîkayê ve hatiye pêkanîn.
Ev ne yekem car e ku li herêmê operasyonên bi vî rengî tên lidarxistin. Di 19ê Îlonê de jî di operasyoneke din de li nêzîkî gundê Hemayê, berpirsekî din ê DAIŞê hatibû hedefgirtin.
Hêjayî gotinê ye ku Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) berî niha ragihandibû ku di operasyonên wan de li Sûriyeyê, endamê payebilind ê DAIŞê Omer Ebdulqadir ku planên êrîşan li dijî Amerîkayê dikir, hatiye kuştin.
Heya niha ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî ve derbarê êrîşa îro de ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn. (PK)


