Du aktîvîstên din ên jîngehparêz ên Kurd, Çiyako Yûsifînijad û Xebat Emînî, dema hewl didan şewata berfireh a li çiyayê Aviyerê yê bajarê Sineyê vemirînin, şewitîn û canê xwe ji dest dan.
Li gorî rapora Saziya Mafê Mirov a Hengawê, Çiyako Yûsifînijadê ku werzişvan û çalakvanê jîngehparêz bû, duh, roja Yekşemê, 27ê Tîrmeha 2025an, piştî 4 rojan di beşa çavdêriya taybet (ICU) ya Nexweşxaneya Kewserê de ma, ji ber şewata laşê xwe canê xwe ji dest da.
Hat ragihandin ku ew hîn nehatiye binaxkirin, lê xelkê Sineya Rojhilatê Kurdistanê li ber nexweşxaneyê kom bû û bi dirûşma “şehîd namirin” hevxwemiya xwe ji bo wî nîşan dan.
Herweha, Xebat Emînî aktîvîstê din ê jîngehpagêz jî îro, roja Duşemê uşemî, 28ê Tîrmeha 2025an, piştî 5 rojan li nexweşxaneyê ma, ji ber birînên xwe can da da.
Di heman bûyerê de, aktivîstên din ên bi navê Muhsên Husênpenahî, Ariyas Selîmî, û Seyîd Mistefa Hujberî jî şewitîne û birîna wan jî xedar e.
Ji bilî van, parêzerekî pispor ê bi navê Hemîd Mûradî jî dema ku hewl dida agir vemirîne, birîndar bûbû û can dabû. (PK)


