35 Durziyên revandî hatin vegerandin

Hate ragihandin ku îro 8ê Cotmehê 35 sivîl revandî, hatin berdan.

Hate zanîn ku ew 35 kes ji aliyê hêzên Şamê ve dema bûyerên Siwêdayê hatibûn girtin û piştî 3 mehan ji girtîgeha Edra hatin berdan û vegeriyan Siwêdayê.

Çavkanîyan ragihandiye ku hîna zêdetirî 40 sivîlên revandî hene û tu agahiyên fermî derbarê aqûbeta wan de nîn e. Xelkê Siwêdayê daxwaza eşkerekirina cihên wan û berdana wan dike. (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *