20 ton jehrên kîmyewî ji bo qirkirina Dêrsimê: Belgeya veşartî ya komkujiya 1937an
Amadekar: Mihemedsalih Qadirî
Komara Tirkiyeyê – Wezareta Darayî
Rêveberiya Giştî ya Bûdçe û Kontrola Darayî
Şax: 2 – Hejmar: 13169/30
Enqere: 5ê Tebaxa 1937an
Taybet bo kes: Veşartî û lezgîn e
Bo Meqamê Bilind ê Serokwezîrtiyê
Mijar: Derbarê kirîna (20) ton gaz û pêdiviyên dagirtina otomatîk.
Ew yadnameya ku ji aliyê Wezareta Berevaniya Neteweyî ve pêşkêşî meqamê we yê bilind hatiye kirin û bi dîroka 26/7/1937 û hejmara 233/871 bo Wezareta Darayî hatiye şandin, bi hûrgilî hate nirxandin.
Li gorî xala (k) û wê beşa piştî xala (r) ya madeya 46an a yasaya hejmar 2490 a taybet bi zêdekirin, kêmkirin û îhaleyan, ew tiştên ku ji ber pêdiviyên leşkerî divê bi veşartî bimînin, bi şertê wergirtina biryarê ji Encûmena Wezîran, dikarin bi rêya danûstandinan (têfe-wuz) bên kirîn.
Ji ber vê yekê, pêwîst tê dîtin (20) ton gaz bi cure û taybetmendiyên cuda bo bombeyên firokeyên me û herwiha yek alaveke temamker a dagirtina otomatîk bo tîkirina wê gazê bo nav bombeyan bi veşartî bên kirîn (bi şertê ku meqamê we yê bilind jî pesend bike û lêçûna wê ji 150 hezar lîreyan derbas nebe).
Ev kirîn li gorî rêkarên rêkeftnama Klîrîng (alûgoriya darayî) ya di navbera me û Almanyayê de heye û bi liçavgerandina xala (k) ya madeya 46an a hatiye nîşandan, di rêya balyozxaneya me ya li Almanyayê de bi şêweyê danûstandina veşartî bê encamdan; ji nêrîna Wezareta Darayî ve tu astengî tê de nayê dîtin û em vê bo razîbûna Encûmena Bilind a Wezîran radigihînin.
Cîgirê Wezîrê Darayî
Nirxandin:
Ev belgeyeke veşartî û giring a arşîva Komara Tirkiyeyê ye, ku biryara kirîna 20 ton jehrên kîmyewî (bi cureyên cuda, wek klorasetofênon û îperît/gazê musterd) û alavên otomatîkî yên dagirtina bombeyan ji bo hêza asmanî ya Tirkiyeyê eşkere dike ku kirîn bi şêweyeke veşartî û bi rêya danûstandinên li gel Almanyayê (di bin rêkeftnama «Klîrîng»ê de) hatiye kirin, bi mebesta bikaranîna leşkerî.
Ev belge bi serhildana Dêrsimê (1937-1938) ve girêdayî ye; herêmeke ku warê kurdên elewî (qizilbaş) bû yên ku li hemberî polîtîkayên tirkkirin û navendîxwaziya Komara Tirkiyeyê sekinîbûn. Tirkiyeyê Dêrsim wek «herêmeke paşvemayî û serkêş» wesif dikir û di sala 1937an de bi fermana serokwezîr Îsmet Înonu û bi piştgiriya Mistefa Kemal Ataturk, operasyona leşkerî li dijî xelkê Dêrsimê dest pê kir. Ev gaz ji bo bombebarankirina wan şikeftan hat bikaranîn ku xelkê sivîl (jin û zarok, pîr û seqet) xwe tê de veşartibûn. Şayîd û belge (di nav wan de wezîrê derve yê berê Îhsan Sabrî Çaglayangîl) amaje bi bikaranîna gazê dikin bo «jehrîkirina wan mîna mişkan di şikeftan de». Ev beşek bû ji êrîşên asmanî û tepeserkirina hovane ya xelkê.
Encam û qurbaniyan:
Hejmara qurbaniyan: Nêzîkî 13.800 kes bi fermî di belgeyên tirkî de (bi gotina Erdogan serokwezîrê wê demê ê Tirkiyeyê di sala 2011an de) hatiye piştrastkirin; lê çavkaniyên kurdî û dîroknas amaje dikin ku hejmar 25.000 heta 40.000 kes yan zêdetir bûye. Herwiha bi hezaran kes hatin derxistin û gund hatin şewitandin. Ev beşek bû ji polîtîkaya «çareseriya dawî» bo kurdên elewî, ligel guhertina navê Dêrsimê bo «Tuncelî» bi mebesta jêbirina nasnameya kurdî.
Bikaranîna çekên kîmyewî li dijî xelkê sivîl ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve, nîşandana polîtîkaya nijadperestiya tûj a kemalîzmê bû ku hemû cudahiyên neteweyî û ayînî jê dibe bo avakirina «Tirkiyeyeke yekgirtî». Ev tawan beşek e ji zincîreyek komkujî û tepeserkirina neteweya kurd (wek Şêx Seîd, Agirî hwd.) ku nasname û hebûna neteweya kurd xistibû nav karesateke metirsîdar.
Her çend Tirkiye hîn jî wan komkujiyan bi fermî red dike, lê pêwîst e li ser asta navneteweyî wek «jînosayd» li dijî kurdan bê naskirin. Ev belge bihêztirîn belge ye bo selmandina bikaranîna gazê û nîşana wê yekê ye ku dewlet bi şêweyeke sîstematîk plana tepeserkirin û jinavbirina beşek ji niştecihên xwe hebûye.