Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê!

Seyhmus OZZENGIN

Ev çendîn sal in kar û xebatên bi rêk û pêk kirina revenda Kurd dimeşin.

Mixabin ev xebat ne serketî ne. Ez dixwazim li ser van sebeban rawestim.

Berî ku derbasî van sebeban bibim, dixwazim destpêkê bi kurtayî rêbaza xeta kurdperweran a Revenda Kurdistanê, hêla stratejîyê zelal bikim; ku hiquqekî netewî ji herçar perçên Kurdistanê, di navbera me de, di Revanda Kurdistanê de derkeve holê û em bikaribin wek miletekî û welatekî barê doza xwe bigirin ser milê xwe û milmilane tevbigerin.

Kurdên revendê, divê ne li gor perçebûna Kurdistanê, li ser esasên rêbaza doza miletê Kurd, wek miletekî hevgirtî, ji her çar perçên Kurdistanê, bi hestek navendî, milî bêt honandin.

Ev kar wê ne hêsan be!

Heta niha revenda Kurdistanê, li gor hestên partîzanî, ideolojî û li gor mercên perçebûna xaka Kurdistanê, li dervê welat hewlên rêxistinî meşandin. Ev jî, ji du hêlan de zerarên mezin da miletê me.

1- Bi helwest û îdeolojîya partîzanî, miletê me ji hev perçe perçe bû û vê jî wek miletekî di asta dîplomasî de ji têkilîyan mahrûm kir. Hemû têkilî, li ser esasên partîyan meşîyan û Kurd, wek partîyan di vê qadê de cîh girtin. Wek miletekî di asta navnetewî, navdewletî de cîh negirtin. Her partî ji bona berjewendîyên xwe ev îmkan bikar anîn û Wekî miletekî nehiştin Kurd bibin lokê dîplomasîyê jî.

2- Li gor perçebûna Kurdistanê li revendê, tevger û rêxistinên her beşî ji hev îzole bûn. Ev jî li revenda Kurd, miletê Kurd, wek kurdên İraq, Kurdên îran, kurdên Sûrîyê û kurdên Tirkîyê, ji hev perçe perçe derketin ber miletan. Vê jî pêşî li dîplomasîyek hevbeş girt. Me wek miletekî di qada revenda Kurdistanê de jî cîhê xwe negirt.

Ji terefê dijminan de dabeşkirin û perçekirina welatê me, bi xwe re perçekirina miletê me jî anîye. Ev ji dervê îradeya me ye. Lê ev perçebûn, divê li revenda Kurdistanê, di navbera kurdên herçar perçeyên Kurdistanê û Kurdên Sovyeta kevin de ji holê bêt rakirin. Divê Kurd wek miletekî mil bidin hev û xwe birêk û pêk bikin.

Dem hatîye û em pir dereng jî mane:

Divê hemû komel, sazî û rêxistinên civaka Kurd a revendê, li ser esasên miletekî û niştimanekî bêt honandin.

Hemû hêz û rêxistinên komelî di bin navendekê (wek Navenda Revenda Kurdistanê) de bêt komkirin. Ev xebatek netewî ye û jê re piştgirî û pîsporîyek modern lazim e. Îro ev îmkan di destên me de hene. A girîng ewe ku em van îmkanan bi zanistî û rast, ji bona miletê xwe bikar bînin.

Van îmkanan nekin qurbana berjewendîyên şexsî, karyer, simsarî û ezezîyan.

Divê ewên ku xwe wek aktorên honandina vî karî dibînin, berî her tiştî nekevin dû kurtêlan û nebin talankarên keda miletê me û nebin sebebê jikestina hêvîyên miletê me.

A-Revenda Kurdistanê, divê ne ji jorde ber bi jêr de, divê ji jêr de ber bi jor de bêt honandin:

Ji bona ku girseya li revenda Kurd a ji herçar beşên Kurdistanê bikaribe temsîl bike, ev metod şert e.

Ji bona ku girseya revenda Kurdistanê; van aktoran wek nûnerên xwe, di kar û barên revendê û Kurdistanê de bibîne, qebûl bike û piştgirîyê bidêyê, divê ev xebat di astek netewî de û mejîyekî pîspor û kollektîf bimeşe.

Mixabin di xebatên Dîyaspora Kurd e, ev metod hatîye jiçav dûrxistin:

Pir kes, komel û hêz, karên revendê ji bona berjewendîyên xwe yên şexsî û partîzanî bikar anîne û bikar tînin.  Ev kes û rêxistin jî, pêşî li avakirina revendek Kurd a zînde û çalak girtine. Nehiştine û nahêlin ku miletê me li revenda Kurd, wek miletekî bêt honandin û bêt naskirin. Berjewendîyên şexsî, ezezî, hesabên piçûk, rûhê partîzanî pêşî lê girtîye.

a-Divê armanca rêxistina revenda Kurd û piştgirîya damezirandina koordînasyona Kurdên revendê, ji berjewendîyên şexsî û partîzanî bên paqijkirin.

Lazime ev xebatên honandina Revendê û ev îmkanên ku pêşkêşî avakirina revendê dibin, di astek kollektîf de bimeşe. Hayê xebatkarên revendê ji van îmkanan hebe û ev îmkan di astek vekirî de di xizmeta revendê de be.

Divê temsîla civatê ne di asta şexsan de; bi mejûyekî hevpar, pîsporî û di astek kollektîf de be, ku em bikaribin navendek xurt û xwedî girse derxin holê.

b-Aktorên ku bixwazin revenda Kurd bihêz bikin û bikin xwedî bandor, li welatên derve; ku bibe bingehek ji parastina miletê me û dîplomasîya Kurdistanê re; divê vê girsê bihone û bike xwedî sazî, bike xwedî navend û îradeyek netewî, hevpar û navendî derxe qada rêxistinî. Ev mîsyonek netewî, milî û stratejîk e.

c-Ji bona Kurdistanê; organîze kirina mejûyê Kurd û kurdistanî, têkilîyên dîplomatîk, alîkarî, piştgirî û parastina çand û zimanê Kurdî, divê bi destê Navenda Revenda Kurdistanê, bi sîstemek temsîla miletekî û niştimanekî, di astek kollektîf de bêt meşandin.

Cara yekem, me di mitînga 2015 an de dît ku kurdên revendê xwedî ruhekî netewî, birçîyên xebatek netewî û birêkûpêk in.

Di bin Ala Kurdistan de, ji şîarên partîzanî dûr û bi ruhekî, netewî- Kurdistanî bi dehhezaran xwe dahf dida pêş.

Piştî wê di Newrozên 2016 û 2017 an de jî ev ruhê bi çand-ziman û hest Kurd û Kurdistanî, xurtir, derket ber me.

Hêjaye ku em li ser vê hêlê rawestin û ev civat li derdorê sazî û komelên civakî bêt honandin; ku, civatek netewî û bi rêk û pêk derkeve ber me.

Girseya ku di roja 26.08.2017 an li bajarê Kolnê hatibû ser hev, Piştî Kolnê Li Hamburg û bi beşdarbûna Bremen û Kiel û pir bajarên din yên Ewrûpa, girseyek lêhêja û xwedî biqîmet derket ber me.

Kurd, bi çanda xwe, bi zimanê xwe û bi nasnama xwe li revenda Kurdistanê xwe bidin naskirin.

Li gor îmkanan, tiştên ku derdikevin ber me, hêjaye bên rexnekirin û gavên hîn mezintir bên avêtin. Ji ber ku doza Kurd, dozek dûdirêj e û tenê bi perçekî, an jî bi rêxistinekê, bi partîyekê an jî bi şexsekî ve ne girêdayî ye!

Berjewendîyên miletê me di ser berjewendîyên her hêz û kesî re ye:

Divê berî hertiştî; ew kes, sazî û kesayetîyên li pêş, hesabên piçûk nekin. Hesabê karîyer, pere û bêrîkê, parîyan nekin. Doza Kurd a netewî nekin qurbana berjewendîyên şexsî, ezezî û nekevin dû karîyer û kurtêlan. Ev bêhn her jê tê. Ev tehlûke xwîya dike. Ev jî li revendê ji doza miletê me re tehlûke ye. Heta niha van kes û hewlên ku xwestine ravenda Kurd bihonin, pir zerar dane vê dozê. Divê em bi mejîyekî hevpar û kollektîf pêşî li wan kesan bigirin û rê bidin kesayetîyên erbabê vî karî. Rê ji pîsporan re vekin.

Mixabin pêşengîya revenda kurdistanê pir girîng e. Bi şexsan û bi hesabên piçûk ev revend nayê honandin.

Honandina revenda Kurdistanê ji quweta partîyek, an jî komek û çend kesan pir mezintir e. Li revenda Kurd, bi sedan doktor, hendezyar, diplomat, akademîsyen, nivîskar, hunermend, rojnameger, mamoste û dozdar hene û perwerde bûne. Divê em xwe bigihînin wan.

Bi canbazên 40 sale, ku di piyasa sîyaseta Kurd de, li revenda Kurd, tenê Kurd ji bona xwe û ji bona nav, karyer û berjewendîyên partîzanî bikar anîne, Revenda Kurdistanê nayê bi rêk û pêk kirin. Bê mejîyekî kolektîf, li revendê miletê me wek Navenda Revenda Kurdistanê nayê honandin. Divê erk têkeve destê pîsporan.

Divêtîya Revenda Kurd, bi honandinek nû, profesyonel û bihêz heye li seranserê Ewrûpa û cîhanê.

Mixabin, xebatên avakirina Navenda Revenda Kurdistanê, hîn xwe ne gîhandîye astek kollektîf. Hîn komîteyek an komîsyonek hevbeş a organîzekirina honandina kurdên revendê bi şîveyek demokratîk ava nebûye. Hewlên ku dimeşin teng û ji jor de ber bi jêr de dimeşin. Ev jî me temsîl nake.

Gavên avakirina Navenda Revenda Kurdistanê, teng maye û ketîye destê şexsan.

Du sal e, ev xebat di tekela şexsan de teng maye û ne serketî ye. Îmkanên ku ji bona honandina revendê pêşkêşî van şexsan bûye, van şexsan tenê ji bona xwe bikar anîne. Bi destê mejûyekî berfireh, bi pîlan û kollektîf ev îmkan nehatine bikaranîn! Ev helwest jî, pêşî li xebatek profesyonel girtîye. Ev xebat, bi helwest di astek ku „îmkanan tenê ji bona xwe bikar bîne û herkesî mecbûrî xwe bikin“ de dimeşe. Ev jî ji serî de avakirina navenda Revenda Kurdistanê dixe bin tehlûkê û pêşî lê digire.

Divê bi mejîyekî kollektîf, hevpar û berfireh, ji jêr de ev kar bi sebir bimeşin. Mixabin niha ev kar, ne di vê astê de ye. Bi sedan komel hene û ev ji terefê şexsan de ji bona xwe bikar tînin. yek din lê zêde bibe, ti maneya wê tineye. A girîng ewe ku em bikaribin li revendê miletê Kurd birêk û pêk bikin. Ev jî encax bi destê pîsporên vî karê ve bimeşe, serkevtî dibe.

Nerîna min ewe ku; her bajar, her welat kongrên xwe lidar bixin û dûre jî ji van hilbijêran Navenda Revenda Ewrûpa û seranserê dunyayê bêt avakirin. Ku bi şîveyek hevpar, demokratîk  Navenda Revenda Kurdistanê derkeve holê ku miletê me jî wan wek nûnerê xwe qebûl bikte.

 07.12.2021

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *