114 xelatkiriyên xelata Nobel, daxuyaniyeke hevpar li derheq serhildan li Îranê belav kirin

114 xelatkiriyên xelata Nobel bi belavkirina daxuyaniyeke dîrokî ya hevpar, tevî piştevanîkirin li xelkê Îranê, tepeserkirina xelkê Îranê ji aliyê rêjîma Îranê ve bi tundî şermezar kirin û ragihandin ku xwenîşander li Îranê bi bilindkirina dengê xwe yê azadîxwaziyê, her cure dîktatoriyek çi şahitî be û çi olî, red kirine û daxwaza komareke dêmokratîk, ploralîst û dûr ji her gendeliyekê dikin.

Li vê daxuyaniya hevpar de hatiye ku rêjîma Îranê bo rêgirîkirin ji vê serhildanê, bi tenê li sala 2025ê de zêdetir ji 2 hezar û 200 girtî bidar vekirine û tevî tepeserkirina hovane û bêşermaneya xelkê, rêjîmê nekariye ji serhildanê rêgiriyê bike, xelkê Îranê hêjayê piştevanîkirina bihêz û micid a cîhana azad in.

Em xelatkiriyên xelata Nobel, daxwaz ji rêberên welatên pêşketî yên cîhanê dikin ku bi piştevanîkirin li xelkê Îranê bo guherîn, azadî û dadpeweriya civakî, bi tevlîbûna Îranê bi civaka gelên dêmokratîk, alîkariyê bidin wan.

Beşek ji wajokerên vê daxuyaniyê ev in: “President Jose Ramos-Horta, Lech Walesa, Oscar Arias, Daron Acemoglu, Pierre Agostini, Peter Agre, Harvey J Alter, Carlos Filipe Belo, Mairead Corrigan Maguire, Leymah Roberta Gbowee û …hd”.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *