ZİMAN Û CİVAT

Îro gelê kurd li çar alîyên welat hişyar bûye, agirê têkoşînê geş dike û dixwaze rojên azad û serbixwe di demek nêzîk de pêk bîne. Li dijanî gotinên dagirkeran,  gelê kurd bi hemû zaravên xwe ve, dizanabûna rastîya xwe daye.  Kurmanc, Zaza, Soran; Goran hemû jî zaravên zimanê kurdî ye.  Yekîtîya zimanê kurdî jî, ji dewlemendîya van zaravan tê. Her zaravek rengek e, her zarave dewlemendîyek e!

Ji bo ku em zimanê xwe li ser bingeheke zanîstî bidin rûniştin, divê em bala xwe bidin qeydên rêzimanî û jê re rêyekî nûjen bibînin. Ji bo ziman bersîva hewcedarîya mîrovan/civatê bide divê pêşkeve.  Em hemû dizanin ku zimanên bersîva civatan nede ew ziman ji malbata zimanê mirîye.

Bê guman ku ji hoyên bûyûna netew de yekîtîya ziman pêwîstek mezin e. Ziman li hemberê dijmîn  çekek dijware. Ziman hînkirin wezîfa hemû kesane, lê ya herî mezin li ser milê rewşenbîr û şoreşgeran e! Çiqas ku windakirina ziman bi polîtîkayên “asîmlasîyoncu” çê dibin jî,  lê dîsa jî gelên li zimanê xwe xwedî dernakevin divin alîkarên dijmînê xwe.  Ji ber vê yekê  hînkirina ziman barekî giran, berpirsîyarekî mezin dixwaze. Ev karê hanî piranî li ser milê rewşenbîran, xwedevanan û şoreşgeran e. Di têkoşîna azadî û serxwebûn de rolê rewşenbîran cîhekî giranbuha digire.  Di jiyana civatê de ev kesên hanê him li hemberê derûdora xwe him jî li hemberê civatê de wek neynikekî ye. Her tim li ber çawanin, balkêş­a gel û ya dijmîn li ser wan in.  Kesên ku ji xwe re dibêjin “ez kurdim, ez şoreşgerim, ez sosyalîstim, ez rewşenbîrim, ez oldarim û hwd”  divê ji herkesî zêdetir zimanê xwe zanibin. Lewra ziman, di jiyana civatê de pir cîhekî girîng digire; danîn û stendin, perwendî û hwd hemû bi alîkarîya ziman çê dibe.  Hemû dizanin ku neteweyek bê ziman wekî kor û keran pêşîya xwe nabînin-tu tiştekî nabihîzin.

Ji bo ku em zimanê xwe li ser bingehekî zanîstî bidin rûniştandin. Divê em bala xwe bidin qeydên rêzimanî. Ji bo vê zanabûnê ji dîvê rewşenbîr, zimanzan û yên di wê mijarê de pisporin gere zû dest bidinhev û xebatekî akademî di bin dezgehên ziman de bidomînin. Wê gavê xwendevan û yên ji nû ve dest bi hînkirina ziman dikin wê pir tengasî nebînin. Ji bo zimanekî çalak û dewlemend dibe her rewşenbîr û kadroyên polîtîk wek mamosteyekî ziman xwe berpisîyar bibînin. Her sazî û dezgehên çandî, rêxistinî û partîyên kurd wek dibîstanekî rolekî bileyizin.

îro li çar perçên welat  de, li ser gele me, polîtîkayên “asîmlasîyoncu” domdikin. Hemû dewletên dagirker, dixwazin gelê kurd bêziman, bêmaf û bêrêxistin bihêlin. Kesên ku jiyanekî rêxistînî diparêzin li gor dagirkeran ew “xayinin” û armanca wan ew e ku sazûmana îroyin xerab bikin. Ji ber vê yekê diyar dikin ku bi tu awayî mafê me tune ye.  Kesên ku di nav jiyana rêxistinî de ne her tim dibin talûkekî  giran de ne. Lewra dijmîn wilo hove ku ji sîya xwe ditirse. Welatparêz û rewşenbîran dikuje, direvîne, dişewitîne û windadike. Tu kes dengê xwe dernaxe, wekî herkes li benda dora xwe ye. Tu kes nabêje ev çiye? Çi dibe? Çima em dibin destê dijmîn de dipelixin? Yên bersîva van pirsan zanin û bersîv didin her tim tên kuştin. Yên bersîv nizanin jî wek xulaman li ber der dijmîn radikevin! Ji ber vê yekê di van demên dawî de çend sloganên balkêş bala min kişand, ez dixwazim wan dubare bikim: “Bêdeng nemîne, tu bêdeng bimînî wê dor were ser te jî;  îro çi bê serê min, ji bîr neke wê sibê bê serê te jî”

Gelê kurd ji bo jiyanekî azad û serbixwe, ji bo nîrxên mirovahîyê, ji bo mafên gelemperî têdikoşe. Tîrêjên tekoşîna gelê kurd li çaranserê welat belav buye û îro ji doh rindtir rîya rizgarîya netewe ronî dike. Em îro li gor do him xurtirin him jî nêzîkî rojên azad in. Em bi vê bîrûbawerîyê behtir bawer dikin ku gelê kurd di nav civaka mirovahîyê de cîhê xwe  bi nasnamekî azad bigire.

9.9.1996

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir