Şêwirmendê Serokatiya Herêma Kurdistanê Babekir Zêbarî dibêje, yekkirina hêzên Pêşmergeyan di qonaxa dawî de ye û îsal dê hemû bên yekkirin.
Şêwirmendê Serokatiya Herêma Kurdistanê û Sererkanê berê yê Îraqê Babekir Zêbarî îro li ser yekkirina hêzên Pêşmergeyan ji Rûdawê re axivî:
Babekir Zêbarî got, “Em bi yekkirina hêzan û avakirina firqeyan mijûl in; niha em di avakirina firqeya dawî de ne.”
Biryar e hemû hêzên Pêşmergeyan di 11 firqeyan (lîwa) de bên yekkirin.
Zêbarî got, “Heta îro 10 firqe hatine pêkanîn, niha em di (qonaxa) firqeya dawî de ne û îsal pêvajo dê bi dawî bibe; hemû hêz jî dê bên yekkirin.”
Li derveyî Wezareta Pêşmergeyan, hejmarek hêz hene, di nav wan de Hêzên 70 û 80yî.
Hêzên 70yî ser bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ve ye û Hêzên 80yî jî ser bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve ye.
5ê Sibata îsal, Wezîrê Pêşmergeyan ê Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl ji Rûdawê re gotibû, di pêvajoya yekkirina hêzên Pêşmergeyan de, yekeyên 70 û 80yî jî dê bikevin bin sîwana wezareta wan.
Hewlên Koalîsyonê
Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî (Koalîsyon) girîngiyeke mezin didin yekkirina hêzên Pêşmergeyan û di vê çarçoveyê de alîkariyên darayî û serbazî pêşkêş dikin.
7ê Adara 2023yan, Wezîrê berê yê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin serdana Herêma Kurdistanê kiribû û li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya.
Piştî civînê, Nêçîrvan Barzanî ku di heman demê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Herêma Kurdistanê ye got:
“Me tekezî li ser girîngî û berdewamiya Amerîka û welatên dost di pêvajoya reforman a di Wezareta Pêşmergeyan de û yekkirina Wezareta Pêşmergeyan kir.
Me ew piÅŸtrast kir ku em li ser birêxistinkirina Pêşmergeyan bi israr in û em dê astengiyên li pêşiya wê derbas bikin.”
Her wiha Lloyd Austin got, “Ez dixwazim piÅŸtevaniya xwe ji bo wê memoranduma têgihiÅŸtinê diyar bikim ku Wezareta Parastinê ya Amerîkayê par li gel Wezareta Pêşmergeyan îmze kiribû.
Ew têgihiÅŸtin tekeziyê li ser amadebûna me dike ji bo berdewambûna li ser dabînkirina alîkariyên ewlehiyê ji bo hêzên we, di demekê de ku em bi hev re li ser reformên sazûmanî kar dikin; DAIÅž hîn jî gef e li ser jiyan û debara welatiyên ÃŽraqê, lewma karê me yê hevbeÅŸ girîng e.”
Yekkirina Pêşmergeyan
Ji 2010an heta 2013an, nêzîkî 42 hezar Pêşmergeyên yekeyên 70 û 80 hatin yekkirin û 14 lîwayên hevbeş hatin avakirin.
Lê belê paşê aloziyên di navbera aliyan de, şerê DAIŞê û bûyerên Çiriya Pêşîn a 2017an ew pêvajo rawestand.
Di sala 2018an de, careke din bi hevahengiya Hevpeymanan, projeyeke 35 xalî ji bo yekkirina Pêşmergeyan hat ragihandin. (Rûdaw)