YEKÎTÎ

Ji bo xelasî û serxwebûnê yekîtî gelek giring e. Yekîtî nebe, serxwebûn pêk nayê.

Di van rojan de her kes û der dor giringtîya yekîtîyê bi lêv dikin. Her kes û der dor dibêjin: “Ger hûn nebin yek, hûnê herin yek bi yek!”

Li herema me derb û meselak heye, herkes pê zane: Sê rêwîyên rê heval -yek misilman, yek fileh, yek êzîdî- di ber rezê yekî çavteng re derbas dibin. Dadigerin nava rez û hinek tirî dixwin. Rezvan tê, dixwaze wan ji hev biqatîne û li wan bide. Ji yê Êzîdî re dibêje:

-Ev musluman birayê min e, ev Mesîhî ye, ji xwe em jî ji Hz. Îsa bawer dikin, tu çima ket rezê min!? Têra yê Êzîdî lê dide. Dizîvire ser yê Mesîhî û dibêje:

-Ev musluman e birayê min e; tu çima ket rezê min!? Têra wî jî lê dide. Li yê misilman vedigeri û dibêji:

-Ev xêr û gunehan nizanin ketin rezê min,tu çima ket rezê min!? Têra wi jî lê dide. Raste rast nikarîbû li her siyan bide. Loma her sê, bi zanebûn ji hev cuda dike û li her sêyan dide.

Neyar li Kurda wisa dike. Hinekan dike Êzîdî, hinekan dike Elewî, hinek sûnnî, hinek filan partî hinek bêvan partî…

Kî çi dibe bila bibe li ser nirxên Kurdî, bi avayekî Kurdewarî li ser esas û berjewendîyên netewî divê bibin yek. Divê tev ji bo Kurdistanek serbixwe têbikoşin û Kurdistanek azad û demoqrat ava bikin…

Yekîtî bi hêz û kesên Kurd û Kurd perwer re pêwist e. Divê yekîtî, li ser nirx û berjewendîyên Kurd û Kurdistanê di nava hêz, partî, rêber, serok û kesên Kurd çêbibe. Lê ne tenê ji bo qaşo yêkîtî çêbibe, Kurd û Kurdperwer xwe teslîmî neyarên Kurda bikin.

Qaşo `serok û rêberê gelê kurd` her roj li qenalên Tv.yan derdikevin û red û înkara mafên gelê Kurd dikin..

Bi wan kes û hêzên karmendên neyarên Kurd in, yekîtîyek pêk nayê, lê ku yekîtîyek çêbibe jî divê rêber û serokên Kurda li vana baldar bin. Kesên rast û paqij ku di nava wan de hebin, vana baş bi kar bînin. Ew kesên ku vana mîna xwedê, pêxember an şêx dibînin û îradeya xwe xistîye destê wan, tu berjewendîyên netewî di hişê wan de tuneyi…

Divê meriv tu derfetan nede karmendên neyaran ku karibin bidestxistîyên Kurda têk bibin. Ev karmendên neyaran, di her firsendê de bi her warî êrîşî destxistî û mafên Kurdan dikin. Nirxên netewî dirûxînin, taybetmendîyên kurdewarî pûç dikin. Li ser xwîna şehîd û pakrewanên -ji bo azadî û serxwebûna Kurd û Kurdistanê- canê xwe kirine gorî, berjewendîyên xwe û yên neyaran diparêzin. Bi Xwîna wan şehîdan re jî xiyanetê dikin.

Ku derfet heba, mero ji şehîd û tekoşeran pirs bikira, ez bawer im ku ji sedî nod zêdetir wê bigotana: “em ji bo serxwebûna Kurdistanê ditêkoşin û şehîd ketine. Pir kêmên wan tekoşeran, belkî mîna qaşo `serok û rêberan` bigotana. Kes ji bo tiştên tewşo mewşo, beradayî û berjewendîyên hinek kes û derdoran canê xwe nade.

Mixabin ev kesana, ji bo hin deverên Kurdistana federal jî van helwestên xwe yên beradayî bi lêv dikin. Ev kesana, tev li mala xwe bi hevser û zarokên xwe jî re bi Kurdî napeyivin. Di kar û xebatên wan de jî ji xwe Kurdî peyda nabe…

Ji bo ev kesana bên rêya rast û bibin Kurd û Kurdewarî, divê gelê Kurd vana hişyar bike. Ji şaşîyên wan re bêjin şaş e, ji rastîyên wan re -ku hebin- bejin rast e. Li ser helwestên rast, wan destek bikin, şaşîyên wan rexne û şermezar bikin. Ku helwest ne bi vî avayî be, ev şensa Kurdan ya dawî jî wê pûç bibe û têk biçe!

Divê mîna pez, mero ne li pey van karmendên neyaran be ku mero jî mîna wan ne karmendê  neyaran be…

Yekîtî ji bo Kurdistanek serbixwe, li ser nirxên Kurdî bi awayekî Kurdewarî û ji bo berjewendîyên netewa Kurd…

6-1-2015

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir