XWÎNA ERZAN

Li hemû welatên musulmanan, bi taybetî li rojhelata navîn û bi taybetiyek mezintirîn li Kurdistanê xwîn pir erzan e. Tu tiştekî din ku ji xwînê erzantir tune ye.

Li Sûrîyê, misir, Yemen, İraq, Îran, Pakistan, Afganîstan û wd. bi sedhezaran mirov têne kuştin. Jin zarok keç bi giranî mexdûr dibin.

Ji herba cîhanê ya yekemîn ta nuha kuştin, serhildan û berxwedan ji herema me ji Kurdistanê kêm nebûyi.

Bi dehan serhildan, bi sedhezaran qurbanî li Kurdistanê rû da ye. Serhildana Şêx Seîd, Agirî, Dersim, Qoçgirî; komkujiya Zîlan, Newala Qesaba û wd bû sebebê bi sedhezaran kurd li Bakur bêne kuştin.

Di girtinên biçav de, li zîndana Amedê û zindanên din de, bi sedan kurd di îşkenceyan de, li Qilebanê, Li Ozalpê bi dehan kurd bi hinceta qaçaxçî ne hatin kuştin.

Li Başûr serhildana Şêx Mahmûd û Berzanîyan, bi sedhezaran kurd hatin kuştin. Di Helebçê û Enfalê de sêsed û heyştê û du (182) hezar kurd hatin kuştin. Di barana kîmyewî de li Başûr û Rojhilatê welêt de reveberiya Baas û meleyen Îranê komkujî pêk anîn.

Li Rojava rêveberiya Baas li Amûdê, Qamişlo, Kobanê û di zindanan de bi hezaran kurd kuştin.

Ji ber van komkujîyan, tu rêvebiran ji Kurda lêborîn nexwestin û nehatin darizandin. Seddam hat darizandin, ji ber kuştina hinek kesên li Besra ceza darvekirinê danê û tavilê ew darvekirin ne hesabê enfalê, ne jî hesabê Helebçê jê nehat pirsîn. Belkî ji bo têkiliyên wî û hinek dewletan dernekeve holê kurd bi erzanî hatin firotin.

Demoqrasî, mafê mirovan ji bo kesên Ewrupî û Rojavayî nîrx in, lê ne ji bo musulmanan û Rojhelata navîn…

Ku edalet di nava rojhelata navîn de pêek were, wê nirxên mirovatiyê û xwîn were rawestandin. Lê mixabin li rojhelata navîn û bi taybetî li Kurdistanê tu qanûn tuneye. Ne qanûna xwedê, ne qanûna mirovan, ne jî qanûna îblîs, tu qanûn, tû rêzik, tu nirx û tu mirovatî nîne.

Ji ber vê ev terör, ev gelemşe, ev qeyran her ku diçe berfirehtir û geştir dibe; wê berfirehtir û geştir jî bibe!

Ji bo ku ev xwîn bisekine, zagonek û edalet pêwîst e. Ya bi zagona Xwedê, divê tuxêbê van 56+2 dewletên qaşo musulman ji holê bê rakirin, her musulman xwediyê her mafî be û bi wekhevî bijîn. Yan jî divê kurd mîna her netewê qedera xwe bi xwe tayin bike, lê mixabin neyarên kurda ne zagona Xwedê, ne jî zagona mirovan qebûl dikin. Lê divê neyê ji bîrkirin, edalet ji her kesî re pêwist e. Rojekê wê edalet ji herkesî re lazim bibe.

Her ku neheqî û zilmê dikin, ew jî di navnetewî de kêm dibin, bê îtîbar dibin. Ji bo rêvebirîya xwe bidomînin tawîza didin, ji xelkê re dibin kole û xulam. Ev ji sed salî zêdetir e li Kurdistanê serhildan, tekoşîn, komkujî, teror, tundî berdewam dike. Heta ku edalet pêk neye, wê dewam jî bike. Ev mesrefek giran derdixe holê. Lê ku Kurdistan azad bibe, edalet were heremê, erzan û bê mesref mirovî û hezkirinî tê meydanê.

Ku Kurdistan azad bibe ne xwîn, ne kuştin, ne komkujî, ne çek, ne teror, ne tundî namîne; wê edalet, aramî, hezkirin, azadî çêbibe….

Kes û saziyên li himber azadiya Kurdistanê derdikevin, dibêjin; “em biratîya gelan, demoqrasî û wd dixwazin; lê derew e, di eslê xwede dibêjin; “bila teror, bêedaletî, komkujî, nefret, teşqele bidome”!

Lê divê Kurdistan serbixwe bibe û ev xerabîyana hemî tune bibin; başî-edalet, aramî, azadî, aştî, serxwebûn, hezkirin wekhevî û wd wer e. Wer xuya dike, êdî zordestî heta hetayî nameşe, rojên xweş û geş nêzin!.. 03 AVRÊL 2016

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir