“XİZANÎ, NEZANÎ Û BÊTİFAQΔ Ehmedê XANÎ

Ji dîroka milêtê Kurd ya nêzîk ve jî dîyar e ku ”bê tifaqî, xizanî û nezanî” di nav gelê me de usan şax daye ku çav çava nabîne; tarîyek bi ser me de hatîye. Bawerî bi hev nema ye. Kes pışta xwe bı hev gırê nade. Bav bi ewlad, ewlad bi bavê ne bawer e. Van her sê bêyomî jî yek ya din temam dıke!!

Em baş dizanin ku ev rewşa xeter, encamên projeyên xêrnexwazên miletê Kurd e ku anîne nav mala Kurd û wekî “kurmê darê” bi destê hin kurdan, civaka Kurd, bi “proje û ajande”yên dagîrkeran, civaka kurd ji hevda xistin û civaka me ew çend bêhêvî û bê bawerî bûye ku êdî ji kurdbûna xwe direve. Jı pîvan û qrîterên miletî dûr dikeve.

Di jîyan û pêşeroja miletan de “têkçûna ziman”, destpêka mirina wî miletî ye!!

Li Bakurê Kurdistanê ZIMAN ji dest dihere!!

Bikaranîna zimanê dagîrker (tc), bûye pîvana rumetê. Gava dayîk bi zarokên xwe re bi tirkî axifî “Zimanê dayîkê/dê” jî otomatîkman dibe tirkî!!

Ger miletê me, ji vê rewşê razî be, em dikarin bêjin, “Asîmīlasyon” temam bûye û hewcedarîya zora dagîrker nemaye hêdin!

Em bi dest û ji dilê xwe, ji mirinê re amaden ne û hêdîn em karin bêjin: “EL FATĪHA” LI MILETÊ KURD!!

LÊ GELO, EV MILETÊ XWEDÎ DÎROKEK KEVNAR Û DERGÛŞA ŞARİSTANÎYA CÎHANÊ, WÊ TESLÎMÊ MOXOL’ÊN HOV Bİ BE!? EZ NE BAWER İM!

Ahmed ALAN

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir