Xiyanet yan welatperwerî

Cano AMEDÃŽ

Rewşenbîr,
Ronakbîr,
Entelektuel,
Sîyasetmedar,
Damezrînêr,
Rêxistinsaz,
Endezyarê perçebûnê,
Rêberê têkçûnê,
Tacîr û bazirganên herdem îflas kirî!

Gava mirovekî xwedî van payebilindan be û bi qasî bihostekî jî ne xwedî asoyek zelal be, wey li halê me Kurdan!

Mirovekî bi hestên tolhildan û heyf girtine tevbigere, tu carî nikare bibe aktorê avakirinê.

Encam, șîroveyên pûç, analîzên bê bingeh, karên şolîkirina avê û teqîna fîşekên pûç e.

Ev kesên hanê tenê dîtin û wêneyên dilê xwe bi me re parve dikin.
Hinek dipirsin: “Tevgerên Bakûr çima têkçûn?

Bersîv li holê ye: gava endezyar û dîzaynkirên siyaseta kurdî bi vî rengî bin, bawer bikin wê gelek caran serê me li zinaran bikeve. Emê hevdû di nav gêrînokên gemarî de gelek caran bigevizînin. Emê hevdû tawanbar bikin, emê hevdû siza bikin, emê pirên nav xwe hilweşînin û keda xwe, huqûq û dostanîya xwe ber bayê berdin!
Di rojên tengasi û tarî de, pêwistîya me bi rûsipîyên zana û têgihîştî, bi şopger û xortên dînamîk, bi hosta û kedkarên avakir heye.

Derd û êşa me yek e, hewce nake em birînên hev bixurînin, rê li ber nexweşîyên nû vekin.

Welatê me ji alîyê dagirkeran ve hatiye dabeşkirin û dagîrkirin. Ji bo azadkirin û rizgarkirina welatê me, rolên dîrokî dikeve ser milê her kurdekî. Erk û berpirsîyarîya Kurdistanîbûnê weke wezîfeyeke dîrokî li benda her welatperwer û niştimanperweran e. Tu kes nikare xwe bide paş. Kî dikare çi bike, li gor têgihîştin û zanabûna xwe, li gor kar û barên xwe, li gorî derfet û îmkanên xwe kevirekî hilgire û bibe şirîkê avakirinê.

Ziman, pergala herî girîng û ya dewlemendbûnê ye, destpêka avakirinê jî ya xirakirin û hilweşandinê jî bi ziman destpê dike. Ji bo wî werin zimanê famkirinê, zimanê çêkirinê, zimanê nûbûn û pêşketinê em bikar bînin.
Zimanê tûj û yê hilweşandinê divê em li hemberî neyarên gelê Kurd bi kar bînin. Divê em derizandin û veketandina navbera gelên Kurdistanê û dagirkeran de fireh bikin.

Dagirkerî, Mêtînkarî sîstemek kolonyalekolonyal e, divê bi hemû derfet û alavên rêxistinbûn û ragihandinê, em vê fsîstemê hilweşînin û ji welatê xwe biqewirînin. Divê em bala xwe li ser darekî kom nekin da kû em daristanê pişt çav nekin.

Di hemû deman de em baş bizanibin ku sedemên hemû xirabîyan sîstema dagirkeriyê ye.

RojbaÅŸ Kurdistan!

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *