WELATO!

Negirî welato negirî, berf û baran e sar û serma ye,

Erd û esman li hev kirîye, jîyan kor û ker bûye!

Mirovahî ji ser xew çûye, dil û hestên wan qeşa girtîye!

Ne dibînin, ne dibihîzin hestirên çavê te, birînên laşê te, axîn û êşa te!

Dagîrkerên hov û har,  dest dane hev û sond dixwin ku rê li ber dewletbûn û serxwebûna te bigirin!

Hinek  jê, di bin nasnama olî de, hinek jê, di bin nasnama îdeolojîk de bûne paleyê xirabîyê.

Rengê wan, dengê wan û rê û rêbazên wan cûda xuya dike, lê armanc yek e, hedefa wan yek e! Hemû şirîkê xirabîyê, hevalê  bêbextîyê ne!

Ji bo rê li ber  te bigirin. Jin û mêrên wan, fesad û gelacên wan di wargehên fen û fûtan  de, di televîzyon  û rojnamên  xwe de,  bi şev û roj ji bo xort û keçên te dilîrînin. Ji bo kêf û jîyana xwe, ji bo berjewendî û dahatuya gelê xwe, ji bo netewa xwe, zarokên te didin ber gulan.

Di nav kolanên  te  de, deng û awazên dayîkan; qêrîn û hawara zarokan, li hemberê dengê tanq û topan her diçe zêde dibe.

Bêdengî û bêbextîya zarokên `Îttîhat Terakkî` carek din di nav civata me de derzên nû pêk tînin, bêhêzbûn, bêqewetbûn weke êşek zirav roj bi roj hêvîyên gel lawaz dike.

Bê pîvanî û bê berpirsîyarî rê li ber ewrên reş, rê li ber pêlên  çavsorîyê û dîktatorîyê vedike. Tarîtîya şev û rojan, ûjdanê mirov dilerizîne!

Bajar û bajarokên te, kolan û sûkên te,  di bin zilim û zordarîya dagîrkeran de bûye qada şer. Şerekî dijwar şerekî bê pîvan û bê ehlaq!

Xort û keçên te weke neçîr, avêtine ber tanq û topan,  zarokên te ketine nav kemînên dijmin!

Simsarên xwînê ji alîyekî ve dilîrînin, ji alîyekî de jî, hesabê dewlemendî û talanan  dikin. Hinek jê nêçîr in, hinek jê neçîrvan in.

Di nav mij û dûmanê de, ne dîyar e kî mîh e kî gur e! Lê tiştê  xuyaye, neyarên gelê Kurd bi tifaqek hevpar êrîşî gelê Kurd dikin û her roj weke civîkan bijimêrin hejmara kuştîyên me, hejmara xort û keçên me dubare dikin.

Dijmînê xwînxwar,  har  bûye. Diqîrin, dibêjin:  Derfet ev derfet e, “divê em kolanên Kurdîstanê bi xwînê bişon!”

Xwîn diherike  ji birînên kûr, qêrîn deng vedide, di nav kûrahîya bêdengîyê de!

Roj bi roj li ser serê te, li ser axa te, ya pîroz,  ba û bahozên giran, tofan û erdhejên bê sînor li pey hev diqewimin!

Deşt û zozanên te, çîya û mergên te di bin lingê dagîrkeran de dinalin!

Her roj dengê helîkopter û balafirên leşkerî gohê me kerr dike!

Eem ketine bîrek kûr, em li cem hev in, bi qasî hilmekê nêzî hev in, em rû bi rû ne, lê em hevdû nabînin û nabihîzin, lewra em naxwazin rûyê hev bibînin!

Deng û rengên şer jîyana me dîl girtîye. Di nav metirsîya jîyanê de, hiş û mêjîyê me êdî bi ber bayê mirinê ketiye!

Hinek hemwelatîyên te, ketine kolanan, birçî û tazî ne, lê ji rewşa xwe şerm dikin ku destê xwe li ber kîjan derîyî vekin; lê hêvî û daxwaza wan ya yekane rojek zûtirîn dawî li kuştin û zilmê bê!

Hinek jê jî, ku ew bi xwe alîyekî wêneyê rûreşîyê ne, şirîkê xirabîyê ne, li hemberî tengasîya jiyanê, li hemberî zilma dijmînê xwînxwar, berê xwe diguherin û hêrsa xwe ji birayên xwe derdixin! Bi gotina bapîran: “Bi kerê nikarin dibezin kurtan!”

Bi rastî, ne rê xuyaye, ne jî rêbazek netewî, bi şêwirmendîya “canik û nermik”ên Nîşantaşê derî li ser xwe girtine, rê nadin rengên cûda, goh nadin dengê Kurdîstanî! Hiş û mêjîyên wan di nav `sê qolîyek` bê hêvî de diçe û tê.

Tu pirsa zarokên xwe, yên din dikî, ez nizanim çi bêjim? Ji xwe êş û birîna me di vê pirsê de hatîye dîl kirin! Ji bo tiştek çê nebe, ji bo lîstok xirab nebe, li gor berjewendîyên şexsî ew jî rojane kozikan diguherînin!

Navê “Kurdîstanî” weke sîwan bi kar tînin. Ji kolan û çeperên jîyanê dûr ketine, di qozîya çayxane û valahîya komikên xwe de bi dîwaran re dipeyivin! Ji xencî xwe tu kesî nabînin, lewra ji civatê dûr ketine. Hinek ji wan karê fesadî û gelacîyî belav kirinê, ji xwe re wek armancekê hilbijartine.

Bar giran e, tu kes naxwaze bikeve bin bar! Ked û fedakarî hatîye ji bîrkirin, ya hêsan rexne li der û dora xwe girtin e. Ev jî, rewşa “dikana Beko û çar qalib sabûn”  tîne bîra mirov! Ev jî wêneya bêhêvîtî û bêçareserîyê ye!

Ew kesên do paleyên xirabîyê bûn, îro weke kedxwarên bê şerm niha bûne hostayê xirabîyê. Ji bo hêvî û alternatîf bi sernekevin-dernekevin holê, hinek kesên xwedî du nasname, xwedî du pasaport û xwedî du meaş, li ber derîyê kozikan rûniştine û simbêlên xwe badidin!

Mirov nikare bi wî çar qalip sabûn  nexweşî û êşên salan paqij bike! Rastîya me, rewş û qeweta me di bin sîya bê hêvîtîyê de her diçe diçilmise! Ev jî ruyekî wêneyê jîyana me ye…

Belê, hûn niha li mala xwe, li hemberê televîyonên xwe, li ser compîtorên xwe, di cîhên germ de, şîrove û dîtinên xwe pêşkêş dikin, lê belê em bi dengê tanq û topan zarokên xwe di xew radikin.

Di bin dengê teqîn û xiraxira keleşan, dilê me lêdide û pirs li pey pirsê dikeve ser şopa bersîvan.

Fikar û xemgînî bi giranî di kolanan de xwe nîşan didin. Çav dixwaze nîşan bide, ziman dixwaze bipirse, mêjî pirsan li hev suwar dike, lê tirs weke ewrê  reş asoya me tarî dike, qeyran û alozîyên civakî û aborî di kolanan de bi dengê bilind, êdî bandora xwe  nîşan didin.

Bayê rastî û bayê şaşîyê li hev ketîye, ne pîvan maye, ne jî nîrx û hêjayîyên civakî! Dijmin dixwaze, roj bi roj hêvîyên me pûç bike asoya me  tarî bike!

Lê mixabin rewşenbîr û zanayên me, civaknas û sîyasetmedarên me jî, weke alîgerên werzişê ji hev dûr ketine û herkes ji alîgirên xwe re li çepikan dixin. Bi zimanek sivik û erzan psîkolojîya  alîgirîya xwe radixin ber çawan. Pirî caran ji bo, ji xwe re, rê vekin, nêzîkî  derîyê post û maqamekî  bibin, di nav rûpelên dîrokê de, êş û birînên kevin dixurînin!

Belê, em baş dizanin ku herkes li gor dîtin û bawerîya xwe  rastîyan şîrove dike an nîşan dide. Lê rastî weke tîrêjên rojê ye, cîhên tarîyê ronî dike! Şaşî û derewên bê bingeh weke berfê dihelîne.

Rasti, her tim rê li ber dîktator û zordaran digire. Dîroka mirovahîyê daye nîşandan ku rastî her dem bûye dermanê tarî û hovîtîyê.

Dagîrker û şirîkê wan çi bikin bila bikin, lê tu carî nikarin bi herîyê rojê veşêrin!

Jîyana civakî, gava li ser  pîvanên rastîyê bimeşe, pêşketin, dewlemendî û aramîyê bixwe re tîne.

Gava li ser bingeha hiqûqek gelemperî, li ser pîvanên berjewendîyên mirovahîyê   jîyan bê serast kirin, wê  civata me jî, di nav civatên hevdem cîhê xwe bigire!

Lê gava jîyan li ser tirs û zulmê, li ser derew, dek û dolaban bê damezrandin, wê gavê civat weke kerîyê pez, wê di bin bandora diktatoran de, dîl bikeve!

Kerîyê pez, çawa li gor daxwaza şivan tevdigere, civatên kedîkirî jî li gor daxwaz û fermanên dîktatorên xwe tevdigerin û her tim di tarîyê de jîyana xwe didomînin!..

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *