RÛMETA HUNER/”HUNERMEND”

UMETA HUNER/”HUNERMEND”

Huner, yek ji taybetmendîyên Miletan yê sereke ye. Hiş û ûjdanê civakê ye: êş û elem, şahî û hevîyên civakê, bi hostatîya hunermend û bi xîreta huner derdikeve pêş û dikeve xizmeta milet û raya giştî..

AZADÎYA HUNER/HUNERMEND

Îdeolojî û bawerîyên olî yên tundrev û hinek prensipên partîyan ên pêşîlegir, dujmunê “huner û hunermend”an ên sereke ne.

Ji ber ku henermend bi hunera xwe, parçeyek ji civakê ye; ev hêzên destnîşankirî, di her fersendê de “xwe li tenişta hunermend” nîşan didin.

Û bi vê armancê “sûdê ji heskiroxên ” hunermend digrin, hunermend û hunera wî jî wekî “bazirganê sîyasetê” bi kar tînin!

Li hember vê rewşê jî divê hunermend xwedî li rûmeta hunerê û li şexsîyeta xwe derkeve.

Helbet gelek şêweyê huner hene: hunerê ku hunermend ji bo kêfa xwe ya şexsî û tenê ji bo huner dike; hunerê ji bo debarê û bazirganîyê; hunerê ji bo pesindana axa, beg, dewlet, serok û partîyan ku pere, maqam û şohretekê bi dest bixin; huner ji bo berjewendî û azadîya civatê biparêze tê kirin heye!

Hunermendê li ser navê parastina doza gelekî bindest derkeve holê û bêje: ‘‘ez ji bo berjewendîya gelê xwe huner dikim!‘‘ Wê gavê divê ne berjewendîya xwe, ya miletê xwe li pêş bigire. Gava berjewendîya miletê xwe li pêş bigire, divê hunerê xwe nexe bin kontrola yek bawerî, yek sinif, yek îdeolojî an yek partî û rêxistinê!

Helbet mafê hunermend heye ku xwedî bawerî û îdeolojîyekê be; heger ew hunermend bêje ez demokrat im û demokrasîyê diparêzim, divê di pêkhanîna huner de, berjewendîya hemû civatê li ber çav bigire.

Hunermend, bi vîzyona xwe malê gel e. Çimkî hunermend bi ziman, çand û hêjayîyên gel hunerê dike. Loma divê hêjayî, derd û deramenê gel pirr baş nas bike û “rastî û şaşîyan” ji hev cuda bike..

Gava hunermend  di warê civatî de karê hunerî bike, ne hewceyî ku xwe di tengasîya siyasetê de asteng bike!! Berevacî, her alîyê sîyasetê dikare ji wê hunera netewî feydê werbigire!!

Huner, ji sîyasetê firehtir û mestir e..

GELO, EV HUNERMENDÊN ME, ÇIQAS LI GOR VAN PÎVANAN TEVDIGERIN(!)?

BÊ ŞIK, HER KURDEK BERSÎVA XWE A VÊ PIRSÊ HE YE!

GELO HUNERMENDÊN ME JÎ HAY JI XWE HENE KU BÊ ÇI DIKIN Û HIN JÊ BÛNE PÊKENOK!

Peyva “YEKÎTÎYA KURD” bê şik, gotinek bi serê xwe pîroz e. Lê divê ev gotin ji bo neyartî û dijberîya hêz û partîyên Kurd neyê karanîn.

Yekîtî çawa dibe, bi kê û kîjan rêyê dibe, ew jî dîyar e!

XWE NEXAPĪNIN…

JIME GOTIN..


Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir