TU BI XÊR HATÎ DEWLETA KURD!

Ji roja ku ji alî Serok û rêvebirîya Başûrê Kurdistan roja referandûma serxwebûna Kurdistanê hatîye tesbîtkirin û virda, gelek nêrînên erênî û ne erênî tên nivîsandin.

Dagîrkerên Kurdistan, li hember referandûma serxwebûna Kurdistan bi tundî disekinin û naxwazin gelê Kurd biryara çarenûsa xwe bide û bibe xwedîyê dewleta xwe. Em dagîrkeran fêhm dikin. Lewra, dewleta kurd, talankerî û hovîtîya wan a li ser gelê kurd dê li beşek Kurdistan bi dawî bîne û dê rêya rizgarîyê ji beşên din re jî veke.

Xernexwazên hevalbendên dagîrkeran li Kurdistan jî rola xwe ya qirêj û gemar bi kar tînin. Serê wan di naw qumê da û dibêjin: “em dewletê naxwazin, em yekîtîya `erda Iraq` dixwazin!”

Mixabin, an ew jî nizanin çi dixwazin an jî bi neyaran re di hevkarîyê de ne û daxwazên neyaran dubare dikin; çimkî daxwazên wan şolî û ne zelal in. Dixwazin gelê Kurd bi gotegotên derewîn bixapînin; loma gel jî wan fêhm nake. Lê ji bîr dikin kû Kurdistana serbixwe di rê da ye. Çavên dewletxwazan rohnî be!

Xernexwazên Kurdistan: yên firotî, yên nezan, yên tên xapandin: hûn jî xemgîn nebin; ew dewleta Kurd a serbixwe wê rojekê ji we ra jî pêwîstiya wê hebe!

Hinek jî dibêjin: “kes dewleta Kurd nasnake, wê kî pêra be!?

Di dinyayê da dewletên hene, li gor berjewendîyên xwe tevdigerin. Dewleta kurd jî wê wusa be. Neyartî û dostanî li gor berjewendîyên dewlet û miletan tên sazkirin. Gava dewleta kurd  îlan bibe, herkes ji bo menfîetên xwe wê nas bike. Dewletên mêtinkar jî li gor fêda xwe wê tevbigerin. Demekê xetên wan yê sor hebûn; lê îro devji wan xetan berdane. Ne ji bo ku serdest baş bûne; ji wan re nema diserife.

Kesên ku li dij referandûma serxwebûnê ne, hevalbendê wî dijminî bixwe ne, rêvebirî û seroktîya Kurd bi hevalbendîya dijmin sûcdar dike û dixwaze gelê Kurd bixapîne. Lê wek tava rojê eşkere ye ku rixgarî û azadîya gelê Kurd di serxwebûnê de ye û her çar dewletên dagîrker û hevalbendên wan li dij vê referandûmê ne!

Îro dewleta Federal ya Kurdistan, ji hemû dewletên cîran demokratîktir e. Dewleta Kurd û demokrat, wê wek çiruskekê Rojhilata Navîn rohnî bike!

Dewleta Kurd, di warê demokrasî, mafê mirovan û pêşketinê de, li Rojhilata Navîn, wê bibe mînakek yekemîn.

Bê dewletbûn, berdewamîya talankarî, hovîtî û jenosîda dagirkerên KURDISTANÊ ye.

Tu bi xêr hatî, dewleta Kurd a gelê Kurd azad bike!

Tu bi xêr hatî, dewleta Kurd a derîyê aştî, azadî û demokrasîyê li kêmnetewan û hemî Rojhilata Navîn veke!

Bimre BINDESTÎ!

Bijî SERXWEBÛN!

Bijî KURDISTAN!

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir