Kremlîn: Putin ji Trump re got ew dev ji armanca xwe ya li Ukraynayê bernade

Şêwirmendê Kremlînê Yuri Ushakov ragihand ku di pêwendiyeke telefonî de Putin û Trump li ser aloziya Ukrayna, Rojhilata Navîn, Îran û pêwendiyên dualî axivîne.

Li gorî gotina Kremlînê Putin tekez kiriye ku Rûsya dê dev ji armanca “jinavbirina sedemên bingehîn ên krîzê” bernede.

Şêwirmendê Siyaseta Karên Derve yê Kremlînê Yuri Ushakov ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di pêwendiyeke telefonî de ji Serokê Amerîkayê Donald Trump re gotiye ku ew dê dev ji armanca xwe ya jinavbirina sedemên bingehîn ên krîza Ukraynayê bernede.

Ushakov ji rojnamevanan re axivî û diyar kir ku pêwendiya telefonî ya Putin û Trump nêzîkî saetekê dewam kiriye.

Şêwirmendê Siyaseta Karên Derve yê Kremlînê da zanîn ku Trump derbarê pesendkirina projeyasaya reforma sîstema bac û koçê de li Kongreya Amerîkayê agahî dane Putin.

Ushakov diyar kir ku Putin jî di cîbicîkirina armancên wî de serkeftin ji Trump re xwestiye û Roja Serxwebûnê ya Amerîkayê pîroz kiriye.

Ushakov anî zimên ku di hevdîtinê de behsa hevpeymaniya di warê sînemayê de jî hatiye kirin û got,

“Fikra hevkariya ji bo dan û standina fîlmên ku nirxên kevneÅŸopî yên nêzîkî rêveberiya Trump û nêzîkî me bi pêş dixin, hat pêşniyarkirin. Trump jî yekser got ku ev fikir gelekî bi dilê wî bûye.”

“RewÅŸa Rojhilata Navîn hat gotûbêjkirin”

Şêwirmendê Siyaseta Karên Derve yê Kremlînê ragihand ku her du serokan behsa Rojhilata Navîn û ÃŽranê jî kirine û got, “Aliyê Rûsyayê tekez kir ku divê hemû mijarên bi pirsgirêk, nakokî û rewşên ÅŸer tenê bi rêyên siyasî û dîplomatîk bên çareserkirin.

Li ser vê mijarê li hev kirin ku pêwendiyên di navbera wezaretên karên derve û parastinê û şêwirmendên serokan de berdewam bikin.”

Ushakov eşkere kir ku di pêwendiyê de rewşa Sûriyeyê jî hatiye gotûbêjkirin û destnîşan kir ku Rûsya û Amerîka dê li ser vê mijarê dan û standinên xwe bidomînin.

Krîza Ukraynayê

Yuri Ushakov ragihand ku di pêwendiya telefonî de behsa krîza Ukraynayê jî hatiye kirin û wiha got:

“Trump careke din anî zimên ku divê bi lez dawî li çalakiyên serbazî were anîn.

Putin derbarê pêvajoya cîbicîkirina wan peymanên ku di navbera Rûsya û Ukraynayê de li Stenbolê hatibûn kirin, agahî da û diyar kir ku aliyê Rûsyayê amade ye pêvajoya danûstandinan bidomîne.

Putin ragihand ku Rûsya dê dev ji armanca xwe ya tunekirina sedemên bingehîn ên krîzê bernede.”

Ushakov destnîşan kir ku têkiliyên navbera Rûsya û Amerikayê jî hatine gotûbêjkirin û anî zimên ku bi taybetî bala wan li ser cîbicîkirina hin projeyên aborî yên di warê lêkolînên fezayê û enerjiyê de bûye.

Şêwirmendê Siyaseta Derve yê Kremlinê Yuri Ushakov herî dawî got ku Putin û Trump dê têkiliyên xwe bidomînin. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *