TÊGİHÎŞTİNA BÛYERAN KİLÎTA ÇARESERÎYÊ YE

Siraç Kirici

Bi daxuyaniya nûnerê Emerikayê yê Kar û barên Sûriyeyê Tom Barrack

”sîstema nenavendî li herêmê bi ser neketiye.”

Ev yek bu sedem ku li her çar perçeyên Kurdistanê û li diasporayê kurd nerazîbûna xwe nişan bidin.

Bi xwe ez vê daxuyanîyê bi şiklekî din dixwinim..

Gelo ma sedema biserneketinê kêmasîya netew, hişmendî, ol û kesên ku jiyana sekûlerîzmê dixwazin, an jî sîstema navendî ya totalîter e?

Heger rêz ji terciha wan netew, hişmendî, ol û gelên li wir dijîn bihata kirin, wek bi referanduma Başûrê Kurdistanê, ewê miletê Kurd li ser ax û welatê xwe serwerîya xwe bi awayekî azad tayin bikira.

Wê demê, ji bo hişmendî û berjewendiyên xwe destûr nedan, nebû!…

Ez dibêjim ev daxuyaniya mesajek din di nav xwe de dihewîne.

Tiştê balkêş ew e ku li Kurdistanê dezgeha siyasî nikare guhertinên li welatê xwe û li Rojhilata Navîn ji nêz de bişopînin..

Mijarê wek reş û spî dinirxinin..

Em nafikirin ku dewletên Rojavayî û bi tayibetî jî Amerîka, rêyek nû ji netew, ol, aqiliyet û neteweyên bi şiklê jiyana xwe sekûlerizmê dixwazin pêşkeşî dikin.

Nûnerê Trump Tom Barrack çi dibêje:

”Loma ez bersiva wê pirsê nizanim bê ma şêwaza rast a hukumraniyê çi ye, lê pêwîst e ji aliyê herêman bi xwe, xelk, eşîr û çandan ve biryar li ser were dayîn…”

Disa di hev peyvinek xwe ya din de dibêje: ”Tiştekî wek navendîbûn, nenavendîbûn, an federalîzm tune ye. Ev hemû xeyalên hikûmetên ku van tiştan diafirînin. Nêrîna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ew e ku divê em van hemû biryaran ji herêmê re bihêlin.”

“Bi qenaeta vê gavê, kilita çareserîya mijarê ev e.

Tiştê ku ez jê fêm dikim dibêjin xwestekên xwe bilind bikin û di nenavendî û federasyona bi problem nefetisinin..

Divê li Rojavayê Kurdistanê alîyê siyasî ji qalib û hînbûnîyên berê yên teng bi dur kevin.”

Ev daxuyanîya Tom Barrak perspektifa Trump e. Tarifa xeletîyên xwe yên Başûrê Kurdistanê dikin. Bi awayekî li xeletîyên xwe mukur tên.. Heger îro li başûrê Kurdistanê xala 140 bi ser neketibe yek sedem ji xeletiyên Emerikayê bû.

Tom Barrak xeletî û kêmasîyên dewleta xwe tarif dike…

Ev jî ji bo me şansek e. Divê tevgera kurd li gor encamên Konferansa 26ê Nisana 2025an vê mijarê de aktiv be û gengeşîyên xwe li gor hesasîyeta ciranê xwe bike û xwestekên xwe formûle bike

Vatiniya sereke ya vê gavê li ser milê rêvebiriya Konferansa 26ê Nisanê ev e.

Di warê diplomasî, hiquq û xwestekên xwe de zorê bide yekrêzîya xwe û de facto statuya heyî xurtir bike û di perspektifa xwe ya 26ê Nisanê bi israr be.

Vê helwesta, wê rê li qebûlkirina kurd netewak in û dibê ji netewbûyinê mafê wan î hiquqî û statuyê di makzagona Sûriyeya nû de cîh bigre. Dibe ku ev yek, rê li çareserîyên din yên nû re veke.

08.12.2025

Hinek nivîsên din:

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *