SOZ Û PEYMAN

Kurd ji berê de bi soza xwe re sadiqin. Lê mixabin bi soza ku didin neyarên kurda re jî sadiqin.

Hin partîyên qaşo kurd, ev çendên caran e ku bi kurda re rûdinin û soz û peymanên ku bi partî û saziyên kurda re çêdikin, xeradikin û bi meqamê berê tevdigerin. Çend  civîn çêdikin, çend peyman mohr dikin jî û tavilê xeradikin.

Bi vê helwesta xwe ji key bêtir keyperestin.

Ev kurdana, li her çar perçeyên Kurdistanê bi neyarên kurda re sadiqê sozên xwe ne: Li başûr ev çendin sal derbasbû, Seddam cehemîye, nuha bi  zebeniyên cehenemê re dîlanê dike, lê hin partiyên Başûr hîn jî li ser sozên ku dane wî mane! Ew cehemî çû, hûn jî pêhnekê lê bidin û vegerin ser rêya rast, rêya netewî, rêya Kurdistanî, bibin kurd, bibin kurd perwer. Ger hûn aşiqê wî bin jî ew mir çû!

Li Başûrêrojava, heman partî, li ser soza ku daye Esedê faşîst maye. Ew jî li ber mirinê ye; ku kurd destê xwe ji ber bikşînin çûye. Lê mixabin, ev qaşo kurdana, li ser soza xwe ne û hîn jî dibêjin Sûrîye`yek demoqratîk. Nahêlin peşmergeyên Başûrêrojava werin welatê xwe û Kurdistanê ava bikin. Dibêjin: “Esed welat da me, bi soza ku em nehêlin ji bilî me tu hêz werin vir, em jî nahêlin pêşmerge werin!” Vê soza xwe betal bikin, bila pêşmerge werin Kurdistanek federe (Bi Kurdistana başûr re) ava Bikin, Esed jî bila biçi ba Seddamê birayê xwe.

Li bakur û rojhelat jî rewş heman tişt e: Ev partî û saziyên qaşo kurd; li ser soz û peymanên xwe ne!

Di vê rewş û pêvajoyê de çi kes, partî û rêxistin bixwazin berê kurda ji rêça azadî û serxwebûnê bizîvirîne, bi zanebûn an nezanî di îxanetê de ne.

Ew kes, partî û derdorên dixwazin berê kurda bidin Îran û Rûsya, bila hişê xwe baş bidin serê xwe; ev tunekirina kurd û Kurdistanê ye.

Karwanê azadiyê, dike bigihê hedefa xwe, ji vê seetê pêde berê karwan nayê guhertin!

Ev kesana, bila wesîyetnameya Qazî Mihemed baş bixwînin! Îran, tu carî nabe dost û hevkarê gelê kurd!

Armancek kurd û dostê kurda yek jê jî ev e: Dixwazin li Başûrêrojava qorîdora Kurdistanê ya digihê derya sipî vekin. Wê wextê pêdivî û mineta Kurdistanê, ji neyarên Kurdistanê namîne.

Ev mudaxeleya Rusa, ji bo Sûrî û qaşo li DÎIŞ ê dixin, ji bo pêşiya kurd û hêzên kurdî bigirin ku negihên derya sipî.

Ev kes û derdorên neyarên kurda bi her awayî neyartîya xwe dimeşînin. Dibêjin; `Emerîqa û dewletên Ewropa emperyalîst in û li gor berjewendîyê xwe tevdigerin!` Gelo ma Îran, Rûs û Çîn bi xêra bavê xwe tevdigerin û qaşo wê alîkariya kurda bikin?

Têkilîyên dewlet û sazîyan, li ser berjewendîya dewlet û saziyan dimeşe. Di van têkilîyan de hest û mirovî tune ye. Ku berjewendiyê gelê mero, dewleta mero, di têkilîya hin dewletan de hebe û ya wana jî di mero de hebe, merê bi wan re têkilî û hevkarî bike, heta ku berjewendiyê mero hebe. Ku berjewendî qedîya, têkilî û hevkarî jî diqede… Ev bazar e…

Gelî kurda, hêz û partiyên kurda û qaşo hêz û partiyên kurda, karkerên neyarên kurda, êdî bese bibin yek, soz, ahd û peymanê bi gelê xwere bidin; ji soza xwe venegerin, soz ahd û peymana xwe bi cih bînin! Ku hûn wisa bikin, Kurdistana mezin, azad û serbixwe gelek nêz e!..

Çûka li ser şaxa darê danîye, bawerîya wê bi bazikê wê heye ne bi şaxa darê! Ew dizane ku şaxa darê bişikê, ew kare bifire. Bila bawerîya me, bi me hebe. Em bibin yek, têkiliyên xwe bi dost û hevkarên xwe re, li ser asasê berjewendiya xak û gelê xwe bimeşînin em ê bi ser kevin. Em ê

dewleta xwe ava bikin, em ê azadî û serxwebûnê pêk bînin!.. 03 COTMEH 2015

Mihemed Mêhdî NECÎRVAN

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir