Seyitxan Kurij: “Şeyh Saîd Hareketî (Tanıkların anlatımı ile)”

Tevlî ku em gelek dereng mabin jî rewşenbîr, wêjekar, lêkolîner û dîroknasên civata kurd bi kêmanî be jî hêdî hêdî lê digehîje, ji berê bêhtir dest bi xebata lêkolîn, nivîsandin û weşanan kirine. Grûpên ferhenga kurdî, Zazakî/kirmanckî û yên Kurmancî, weşanên cûrbicûr xebatên xwe yên hêja yên çandî, civatî û neteweyî didomînin.

Helbet Gerûpa Wate ya Xebatê, di warê ziman û edebîyata Zazakî, çand, dîrok û hemû rûmetên civata kurd xebatên gelek giranbuha dikin. Endamekî vê xebatê yê girîng jî nivîskar û lêkolînerê giranbuha birêz Seyitxan Kurij e!

Seyitxan Kurij, heta niha bi gelek xebatên cûr bi cûr di qada rewşenbîrîya civata Kurd de cih girtîye. Bi çendîn berhemên edebî û lêkolînerî cîhê xwe yê hêja û berhemdar di ferhenga gelê kurd de girtîye.

Pirtûka Seyîtxan Kurij ya bi navê “Şeyx Saîd Hareketî (Tanıkların anlatımı ile)”, çapa duyem, di sala 2015 dan de hatîye weşandin.

Li ser dîroka gelê kurd bi giştî û dîroka nêz, heta van salên dawiyê, bi giranî dijminê neteweya kurd, kesên şovenîst û merivên dewleta mêtinkar yên mûçexur, li gorî daxwaz û berjewendîyên mêtinkarî, li ser tunekirin û înkara gelê Kurd dîrok nivîsandin! Li gorî wan rêvebirên dewleta mêtinkar: “civat, hûrgel an neteweyek bi navê Kurd û welatek bi navê Kurdistan tuneye, heremni hene, “tirkên çayî” lê dijîn; di nav wan de hin xayin, eşqîya û terorîst hene, bi handana hin neyarên derve, li pêşberî dewleta me serî hildidin û ji me re alozîya çêdikin!”

Dewleta tirk, ji bo ku tekoşîna azadî û serxwebûna gelê Kurd bitemirîne, her rê û rêbaz ceriband: ji alîkî sazî û dezgehên xwe yên talan û asîmîlasyonê li her derê Kurdistanê bi cîh kir, ji alîkî bi qanûn û zabitan inkar, qedexe û asîmîlasyona ziman, çand, dîrok û hemû rûmetên netewî xist bin zext û zorê; yên li hember vêna derket girt, îşkence kir, avêt zindana, nefî û koçber kir; yê serhilda û berxwe da jî bê eman qetil kir!

Ji bo cıvata xwe li hember gelê Kurd û tekoşîna wî bide karanin jî dîndar û çepgîrên xwe xist xizmet û xebata şovenîzmê!

Dîndarên tirk, tevlî hemî partî û sazîyên xwe yên legal û îlegal, bi zanîn û israr propaganda kirin ku armanca Şêx Seîd û tevgera wî parastina siltaneta Osmanî û Xelîfetîya Îslamê bû. Yanî dixwazin bi herkesî bidin qebûlkirin ku têkelîya serhildana Şêx Seîd û hevalên wî bi doza Kurdistanek azad û serbixwe tune bû.

Çepgirên Kemalîst yên mîna Uğur Mumcu û İlhan Selçuk, heta salên 1990an jî muhaqeq ji heftê carekê wê di nivîsarek xwe de behs bikirana ku “Şêx Seîd ajanê Înglîza bû û bi alîkarîya Îngîlîstanê li dij Komara tirk serî hilda(!)” lê heger ne ji piştgirîya Îngilîz û Fransîya ba, M. Kemal nikarîbû tevgera Şêx Seîd têk bibe.

Qaşo komunîst û şoreşgerên tirk jî rapor didan Komîntern û hemû sazîyên enternasyonal, digotin: Şêx Seîd û tevgera wî ya li dijî Komara Tirk paşverû ye, armanca wî Saltanet û Xîlafetê bi şûnde bîne(!)” Ev jî tê famkirin ku ew partîyên çep û komunîstên tirk, ji alî rêvebirên dewleta mêtinkar hatibûn avakirin û di bin kontrola wan de bûn.

Nivîskar û lêkolînerê hêja Seyitxan Kurij jî bi pirtûka xwe îspat dike ku tevgera Şêx Seîd, Tevgra Gelê Kurd ya Neteweyî bû û yek armanca vê tevgerê hebû; ew jî rizgarkirina neteweya kurd bû, ev tevger wek ku ne di bin kontrola tu dewletekê de bû, tu dewletê jî alîkariya vê tevgerê nekir; lê berevacî wê, Îngîlîz, Fransiz û Îtalîyan bi alîkarîya sîleh û cebilxaneyên giran û vekirina şiva trênê alîkariya komara mêtinkar ya Kemalîst kirin!

Piştî girtina Xalit Begê Cibrî û Yusuf Zîya ku Şêx Seîd dibe Serokê Komîteya Serxwebûna Kurdistanê AZADÎ (1923an li Erzeromê avadibe), belavoka pêşî ku bi îmzeya Şêx Seîd di 1924an de tê belavkirin, dibêje ku:

“Tirk û Osmanî, li ser navê Îslamê û Xelîfetîyê, ji 400 salî û virde mixabin gav bi gav me ji xwe re kirine xulam. Wan me berbe cehalet û tarîyê dafdan. Tirk, pêşî wek koçer hatin ba me, piştre bi dek û dolaban li vir bi cîhwar bûn, welatê me dagîr û wêran kirin. Kurdistan, tu demê mîna niha wêran nebû. Tu kurd û tu momin li hember vê rewşê xwe ranagire. Ji vê rewşa bi kul û bi jan rizgarbûn wezîfa me teva ye. Loma divê em ji rêya heq û rastîyê danegerin. Divê em ji mirinê netirsin. Ji bo ku em cardin mafê xwe bi destbixin, destûrê nedin têkçûnê.

Bi taybetî Sûbay û qomutan, li hember serbazên tirk ku li dijî jin, keç û zarokên kurd destdirêjîyên xerab yên hovane dikin, serî hildin. Ew li ser navê dîn carek din me dikujin. Kesên bêçek, destvala, bêguneh û lawaz biparêzin, li hember hêsîr û birîndaran balkêş bin. Leşkerê tirk yên li dij me şer nekin û radestî me bibin, em mecbûr in bi wan re baş û bi biratî devbigerin.

Hey Kurdino!
Ji destana Mem û Zîn û virde, me jîyana xwe serast nekir, me gîyanê pêşîyê xwe şad nekir, me miraza Ehmedê Xanî neanî cîh. Ji ber vê ye ku em vê perîşanîyê dijîn û dijminê xwe kêfxweş dikin.”

Armanca Rêxistina Azadî, bi şîyarkirin û rêxistinkirina gelê Kurd re li darxistina serhildana gel û şerê rizgarkirina xaka Kurdistanê û avakirina dewletek serbixwe bû. Rêxistina Azadî jî bi giranî ji rewşenbîrên kurd, ji fermandarên Kurd yên ordîya Osmanî û ji kesayetiyên civata kurd yên bi bandor pêk dihat.

Bi alîkarîya Îngîlîstanê û Fransayê, sed hezar leşkerî bi çekên giran yên wê demê herî modern, bi rêya trênê ji Mêrdînê derbasî Amedê û navçeyên şer dike.

Piştî Serokwezîrîya İ. İnönü, pêşî qanûna Takrîrî Sukûn derdixe û piştre li sê bajarê Kurdistanê Mahkemeyên Îstîklalê li dar dixe.

Helbet bi girtin û dardakirina Şêx Seîd û 48 hevalên wî jî tevgera netewî li herêmê bi dawî nayê, qahremanên mîna Yado, Şêx Hesen û Şêx Hisên, Şêx Tahir, Şêx Mistefa, Şêx Evdirehman û Şêx Fexrî, Emê Faro, Selîm Begê Cibrî û gelekên din vê tevgerê berdewam dikin; lê ordiya dewleta tirk, ji bo ku tevgerê bitemirîne, bi girtin, îşkenceyên giran, kuştinên bi komî, şewitandin û hilweşandina gundan û bi alîkarîya hin şêx û begên xayin, bi alîkariya çeteyên ji kurdên xayin sazkirin tevger têkçû. Komara faşîst, ji 50.000 zêdetir merivên Kurd kuşt, eşîret û malbatên serokên wan rêvebirîya tevgerê kiribûn jî nefî kirin.

Yado û Sadîn Telha
Menduh Selîm, Celadet û Kamîran Bedirxan

Di ve pirtûkê de rêzdar Seyitxan Kurij, bêtir li ser qahremanî û tevgera Yadîn Mahmûd Ebas YADO disekine. Yado û hevalên xwe, piştî têkçûna tevgera Şêx Seîd jî li hember dagîrkerên tirk şer û berxwedana xwe dewam dike. Di 1927an de, Yado û hevalên xwe yên berxwedar, tevlî 500 merivî, bi rêya 600 km bi ordîya dewleta tirk re şer dike, firokek tirk jî dixe û derbasî Binxetê dibe.

Di pirtûkê de behsa avabûna Xoybûnê û rola Yado û rêvebirên tevgera Azadî ku derbesî binxetê bûbûn dike. Piştî avabûna Xoybûnê û qanûna lêborînê ya dewleta tirk derxist, bi veşirtî û eşkre Yado û gelek serok û rêvebirên tevgerê, êdî wek endamên Xoybûnê vedigerin Kurdistanê.

Îhsan Nûrî Paşa jî rêvebirekî tevgera Azadî bû. Beşek ji vana tevlî tevgera Agirî dibin, beşek jî li çiya, gund bajarên Kurdistanê xebeta xwe ya sîyasî, rêxistinî û çekdarî didomîne, heta ku serhildana Agirî jî têk diçe.

Rêvebirekî tevgera Şêx Seîd yek jê jî hevalê Yado, Sehdîn (Sadî) Telha yê Cibrî ye. Piştî ji Binxetê vedigere, bi lêdana (îxbara) xayinekî, bi mohr û belgeyên Xoybûnê tê girtin. Mahkema tirk cezayê muebedê didê. Dema cezayê wî li ber qedandinê ye, İsmetê ker, li Sêwazê teftîşa hefsê dike; dinêre li mahkûmekî cilên Kurdî hey e. Piştî lê dipirse ku ew kî ye, dibê: “wî sehî dardakin!”

Pirtûka lêkolînerê hêja Seyitxan, bi stranên ku serpêhatîya van qahremanan û bi taybet Yado û hevpeyvînên bi şahidan dawî tê.

Hecî Zulfî Şargê

Wek mînak Hecî Zulfîyê Şargê dibê: “dema Şêx Seîd ji gel û mezinê eşîret û malbatan re behsa doza kurd dikir, digot: ‘Tirka me xapandin, berê gotin: ‘ev meclisek hevbeş ya Tirk û Kurda ye, ev hukûmetek hevbeş ya Tirk û Kurda ye, Tirk û Kurd wek hev in, bira ne. Lê niha Tirk Kurdan înkar dikin, ‘Kurd tune ye, her kes tirk e(!)’ dibên. Kurdî û navê Kurdistan qedexe kirin. Dixwazin li her devera Kurdistan qereqol û qişleyan avabikin, bi tûmî li Kurdistan serwer bibin, hemû dewlemendîyên me yên sererd û binerd talan bikin. Li ser dewlemendîyên welatê me, mafê me nîn e ku em tu gotinê bikin. Berê li medreseyên me perwerde bi Kurdî bû, li ser dîrok, çand û edebîyata me ders dihatin dan. Niha tevlî ku hemû medrese hatin girtin, li dibistana jî perwerdeya bi kurdi bi temamî hat qedexekirin. Berê digotin; ‘em birayê hev yê dîn in’ ji bo ku xelîfetî jî hat rakirin, ew girêdana biratîya dîn jî ji nav me rabû. Êdî ferz bû ku em dewleta xwe ava bikin. Divê em Tirkan ji welatê xwe derxin û bibin efendîyê welatê xwe. Êdî di vê rêyê de cîhad ferz e!”

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir