Şerê Rûsyayê–Ûkraynayê û “dinyaya nû” û zêdebûna milîtarîzmê…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com) 

Berîya ku Şerê Sar biqede û sîstema sosyalîst bê rûxandin (1989), li dinyayê du sîstem hebûn. Sîstemek, sîstema kapîtalîst bû û sîstemek jî sosyalîst bû. Avayîya dinyayê û bûyerên li dinyayê diqewîmin, gor van du sîsteman, gorî parametreyên du sîsteman dihatin îzah kirin. 

Sîstema kapîtalîst, di wê nêrînê de bû ku sîstema sosyalîst sedema bê hiqûqî, bê edaletê, ne demokrasîyê ye. Sedema şer û êrîşên milîtarîzmê ye. Dema ku sîstema sosyalîst ji holê rabû, ev xirabiyên li dinyayê hene jî ji holê radibin. 

Sîstema sosyalîst û sosyalîstan jî digot ku, sedema hemû xirabîyên li dinyayê kapîtalîzm û sîstema kapîtalîst e. Dema sîstema kapîtalîst ji holê rabe, li dinyayê feqîrî namîne. Xebatkarên welatan jî dê li welatên xwe desthilatdar bin. Dîktatoriya karkeran û xebatkaran ava dibe, kapîtalîzm û dîktatoriya burjuwan û sermeyandaran, ji holê radibe. Li dinyayê demokrasî ava dibe. Bê edaletî (bê dadî), bê hiqûqî ji holê radibe. Şer çê nabin û milîtarîzm dê ji holê rabe. 

Hezar mixabin dema sîstema sosyalîst û dewletên sosyalîst dihatin şirovekirin û lêkolîn, encameke xirab derdiket holê. Li welatên sosyalîstî bê dadî, nebûna demokrasiyê, milîtarîzm pêşxistin, li dinyayê şerên herêmî meşandin li cem wan bû.  

Divê bê îtiraf kirin û bê dîtin ku herdu sîsteman jî ji bona dinyayê bihûşt û cinet vaad dikirin, lê bi xwe ne bihûşt û ne cinet bûn.

Lê diyar bû ku rewşa sîstema kapîtalîst û dewletên rojavayê (Amerîka û Ewrûpayê), ji sîstema sosyalîst û dewletên sosyalîst baştir bû. 

Dema ku di sala 1989an de sîstema sosyalîst têk çû û jiyana xwe dawî anî, li dinyayê hêvîyek çê bû ku “dinyayeke nû” dê çê bibe. Demokrasî dê li hemû welatan ava bibe, Bê edaletî, bê hiqûqî, feqîrî dê ji holê rabe. Hemû neteweyên bindest dê azad bibin û dewletên xwe ava bikin, emperyalîzm û kolonyalîzm dê ji holê rabe. 

Di destpêkê de, di sîstema sosyalîst de guhertinên hatin rojevê, azadbûn û dewletavakirina neteweyên bindest yên Yekîtiya Sowyetan û Yûgoslavyayê, hêvîya siwîlazasyonê, qewimandinên demokratîk, ji bona dinyayeke nû hêvî çêkir. 

Heta li dinyayê qenaetek çêbû ku li dinyayê bi destê sîstema kapîtalîst ku li hemberî sîstema sosyalîst serkeftî bibû, dê cinetek ava bibe, Neheqî dê ji holê rabin. Ji bona neteweyên bindest û bi taybetî ji bona neteweya kurd jî hêvîyek çêbû ku dê dewleta Kurdistanê ava bibe. 

Li dinyayê hemû rewşenbîr û siyasetvanan bi nêrîneke mişterek diyar kirin ku dinya dê bibe maleke mişterek. Globalîzm dê pêş bikeve. Loma jî hat gotin ku “mala dinyayê ya nû”. 

Hezar mixabin, piştî demekê ev hêvîyan hêdî hêdî ji holê rabûn. Li dinyayê li gelek herêman şerên wekaletê û dagirkerî hat holê. Li dinyayê dîmênên beriya Şerê Sar jinûve vegerîya. Afganîstan di 2001an de hat îşgal kirin. Li Yemenê şer derket û Îran û Sûûdî Erebîstan hatin hemberî hev. Bihara Ereban, li gelek ciyan bûn sedem ku xwîn biherike. Li Misirê derba leşkerî çê bibe.  

Lê dîsa jî ew dîmen, li dinyayê ji alîyê analîst û lêkolîner û siyasetvanan ve wek şerê sar bi nav nebû. Lê ev qewimandin wek nîşana şerê sar hatin bi nav kirin. Min bi xwe jî ev qewimandinan wek nîşana şerê sar bi nav kir. Bi taybetî Şerê hûndir li Sûriyeyê ji bona şerê sar parametre û qrîterên gelek diyar derxistin holê.  

Lê Şerê Rûsyayê-Ûkraynayê, him şerê du dewletan e. Him jî Şerekî wekalêtê ye. Şerê Emerîka û Ewrûpayê ye. 

Lewra Rûsya û Emerîka û Ewrûpa, li hemberî hev şerê aborî û siyasî îlan kirin û didomînin. Piştgirîya çek ya Emerîka û Ewrûpayê ji Ûkraynayê re, şer kiriye şerekî germ û şerekî Dinya ya Rojhilat û Rojavayê ye; şerê. Rûsyayê, Emerîka Ewrûpayê, Çinê, Îranê û Korê yê. 

Şerê Dinyayê ya 3-emîn gelek nêzik tê şirove kirin û dîtin. Her dewletek, ji bona ku xwe biparêze çekdar dibin. Dewletên Yekîtiya Ewtupayê, bi taybetî ji bona ku çek bikirin baceke mezin diyar kirin. Ew çekan dê ji Emerîkayê bê kirîn. Ew jî dibe sedem ku çek bên berhimandin. 

Elmanya piştî Şerê 2-emîn yê Cîhanê bêçek hat kirin û ordûya wan hat belav kirin. Şerê Rûsyayê-Ûkraynayê, bû sedem ku Elmanya çekekî mezin bikire û orduya xwe çê bike. Şerê Ûkraynayê û Rûsyayê ji bona Elmanyayê derfetek mezin çêkir. Tîfaqa di navbeyna Emerîka û Dewletên Yekîtiya Ewrûpayê, di konsepta milîtarîzmê û NATOYê de xurttir kir. 

Her dewletek, ji bona xwe çekên navokî (nukleerî) pêwîst dibînin. Ji bona wan çekan çê bikin, di nav hewildaneke xurt û diyar dane. 

Serokkomarê Ükraynayê diyar kir ku ew dixwazinn piştî şer bibin wek Dewleta Îsraîlê. 

Ev hemû qewimandin diyar dikin ku şerekî sar û germ di nav hevûdu de li dinyayê di rojevê de ye. 

Li dinyayê milîtarîzm pêş dikeve. Piştî şerê sar, dinya di wê baweriyê de bû ku çekên kêm bibin û milîtarizm dê şikest bixwe. Lê ceribandina dinyayê tiştekî din û eqsa wê diyar kir. 

Diyarbekîr, 08. 04. 2022

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *