SENDROM

Ji mêj ve ez bala xwe didim rûyê mirovan! Li sûkê, li ber dibistanê di tv`yan de, bernameyên civakî de ruyê kesan dişopînim! Mixabin ken bi ber rûyê însanê me nakeve!

Ji ber ku nebaş û nebaşî pir bûye, ez nevîyên xwe dibim dibistanê û wan ji dibistanê tînim malê. Li hewşa dibistanê sed, sed û pêncî kesên mîna min zarokên xwe anîne dibistanê an ji dibistanê wê bibin malê henin. Pirê wan jin in, keç in. Ev çiqas roj in ji bilî keçikekê min nedît kes kenîyaye an miziciye. Ew keçik jî ez bawerim nû ezmûn derbaskiribû, bûbû mamoste; loma dikenîya.

Li sûkan û bazaran jî ez li kesî ku dikene rastnehatime heta nuha. Di tv yan de jî ez li bernamê şahiyê dinerim, mîna “roj baş” û bernameyên şîrovan, bernameyên muzîkê, lê mixabin, di wan bernameyan de jî ken bi ber ruyê kesekî nakeve. Car caran pêşkêşvan bi zorê dikene, dixwaze kesên di bernamê de beşdarin bikenîne, lê tu kes nakene. Bi muzîkê re bi rûyekî tirş û bi hizin li çepika dixin.

Bextewarî û aramî, li nava civakê peyda nabe. Ken di nava zarokên dibistanê de jî pir kêm e. Zarok pir agresîf in (bêhn tengin). Zû pevdiçinin û diçin hev bi kulm û xeberan (sixêfan)!

Li nava tirkan jî nûçeyên cinnet û kuştinan pir bûne. Rûpelên sisêyan ya rojnameyan bi nûçeyên kuştina dê, bav, jin û zarokan tije ne:

Ew jî li Kurdistanê hînî kuştina mirovan dibin û diçin aqilê xwe wenda dikin û komkujîyan pêk tînin.

Nuha dewlet, ji bo polîs û leşkerên li Kurdistanê kar kiribin, bernameyên rehabilîtasyonê destpêkirin…..

Ez bawer im, mîna ku leşkerê Amerîka li pey herba Vietam ku li wan “Sendromû Vietnam” çêbû, li nav polîs û leşkerên tirk jî “Sendromu Kurdistanê” peyda dibe.

Li temamê Kurdistanê, hemî cihên polîs û leşkeran bi blok û barîyerên beton û hesin tên pêçandin. Ev ne rewşeke ji rêzê ye. Ku diçin derekê jî bi amûrên zirxî diçin û tên…. Ev rewş demek dirêj dom nake.

Divê edalet pêk were. Li Rojhelata Navîn divê pergala van dewletana bê guhertin, sînorên hinek dewletan jî bê guhertin.

Tu netew; kêmnetew, tu ol; kêmol û tu kes bê maf nemîne. Her kes mîna kes, her civak mîna civak divê bigehê mafên xwe.Ku wisa nebe, ev gengeşî, ev teror, ev alozî, ev zilm û zor bi dawî nabe.

Divê Kurdistan azad û serbixwe bibe; dewleta Kurdistan ava bibe, ya na wê bi berdewamî bê aramî hebe!..

Ev zilm û zora li ser kurd û kurdistanê tê kirin, bi tu al û olê nayê veşartin û rewakirin!..

Ev pirsgirêk, berî civak û têkiliyên nava civakê bêhtir xerab bibe, sendrom û nexweşiyên psîkolojîk zêdetir bibe, divê bi adalet bê çareserkirin!..

Sibê wê pir dereng be!.. 03 GULAN 2016

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir