Seîd Îrevanî: Di êrişên Îsraîlê de 78 kes hatine kuştin, 320 kes jî birîndar bûne

Nûnerê Îranê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Emîr Seîd Îrevanî li ser amarên dawî yên şerê Îran û Îsraîlê zanyarî da Neteweyên Yekbûyî.

Nûnerê Daîmî yê Îranê li Neteweyên Yekbûyî, di civîna awarte ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de ragihand ku di êrişên dawî yên Îsraîlê yên li ser Îranê 78 kes hatine kuştin û 320 kes jî birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku di nav kesên jiyana xwe ji dest dane de berpirsên leşkerî yên payebilind jî hene.

Emîr Seîd Îrevanî di axaftina xwe ya li Konseya Ewlekariyê de diyar kir ku Îsraîlê êrişî gelek bajarên Îranê kiriye û bi taybetî Tehrana paytexta Îranê û derdora wê bi tundî bombebaran kiriye.

Nûnerê Daîmî yê Îranê li Neteweyên Yekbûyî da zanîn ku ev êrişên ku şeva înê pêk hatine, wekî operasyoneke berfireh tên binavkirin ku herêmên sivîl û xalên stratejîk ên leşkerî dihewîne.

Berpirsê Îranî ragihand ku artêşa Îsraîlê bi taybetî fermandarên payebilind ên hêzên çekdar ên Îranê kirine armanc.

Çi bûbû?

Îsraîlê destê sibehê nêzîkî saet 03:01ê bi mûşekan tesîsên nukleerî û baregehên leşkerî yên Îranê bombebaran kirin.

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand, di encama êrişa wan a asmanî ya berfireh a li ser çend herêmên cuda yên Îranê de, piraniya fermandarên bilind ên Hêza Asmanî ya Supaya Pasdaran hatine kuştin.

Di êrişan de kuştina Fermandarê Supaya Pasdaran Husên Selamî û Sererkanê Giştî yê Îranê Mihemed Baqirî hat piştrastkirin.

Ajansa Tesnîmê ya Îranê navên zanayên nukleerî yên ku hatine kuştin ragihandin ku wiha ne:

“Ebdulhemîd Menûçehr, Ehmed Riza Zulfikarî, Emîr Husên Fiqhî, Motlabîzade, Mihemed Mehdî Tehrançî û Fereydûn Ebasî.”

Artêşa Îsraîlê diyar kiribû ku Fermandarê Hêza Asmanî û Dronî ya Supaya Pasdaran Emîr Hacizade jî hatiye kuştin.

Berdevkê Heyva Sor a Îranê Micteba Xalidî li ser encamên êrişên Îsraîlê daxuyanî da û got, “Di encama êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê de li 12 parêzgehan 121 kes birîndar bûne.”

Li hêla din, êrişa Îsraîlê bû sedema bertekên herêmî û navneteweyî.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ji êrişa Îsraîlê li Îranê agahdar bûye û diyar kir ku ew dê destûrê nedin ku Îran bibe xwediyê çekên nukleerî.

Îranê dest bi êrişa bersivdayînê kir û mûşekên wê gihiştin Îsraîlê.

Divê were gotin ku Îranê jî bi mûşek û dronan bersiv da êrişên Îsraîlê. Di êrişên Îranê yên li ser Îsraîlê de heta niha herî kêm 63 Îsraîlî birîndar bûne.

Mûşekeke Îranê li nava bajarekî Îsraîlê ket û bû sedema kuştina 2 kesan û birîndarbûna nêzîkî 20 kesan. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *