Serokê Bingeha Lalişê ya Rewşenbîrî û Civakî radigihîne, “Tevî wê krîza ku Herêma Kurdistanê tûş bûye, ev pêvajo ketiye di warê bicîhanînê de û dana mûçeyên rizgarbûyîyên destê DAIŞê berdewam dike.”
Serokê Bingeha Lalişê ya Rewşenbîrî û Civakî Seîd Cirdo ji Kurdistan24ê re ragihand, “Salek di ser ragihandina pêvajoya darayî û piştevaniya rizgarbûyîyên destê DAIŞê re derbaz bû, ku ji hêla Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hatiye dabînkirin.”
Serokê Bingeha Lalişê ya Rewşenbîrî û Civakî herwesa got, “Tevî wê krîza ku Herêma Kurdistanê tûş bûye, ev pêvajo ketiye di warê bicîhanînê de û dana mûçeyên rizgarbûyîyên destê DAIŞê berdewam dike.”
Seîd Cirdo herwesa ragihand, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê her meh alîkariya darayî dide zêdetirî 3 hezar rizgarbûyîyên destê DAIŞê, ji mêr, jin û zarokan.”
Navbirî eşkere jî kir, “Her ku rewşa Herêma Kurdistanê baştir dibe, Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryar daye ku bêtir alîkarî û piştevaniyê bide rizgarbûyîyên ku ji destê DAIŞê azar dîtiye.” (K24)