Salvegera Komkujîya Kurdên Êzdî

__________________________________________________________________________________________________________________

Dostên hêja, Kurdistaniyên birêz,

Em îro, trajediyek bêhempa bi bîr bînin. Serpêhatiyek ku di dîrokê de wekî Roja Reş  ji bo gelê me yê Êzidî hatiye tomarkirin. Tam yanzdeh sal berî niha, di Tebaxa 2014an de, cîhan şahidiya hovîtiyekê kir ku nayê wesfkirin. Rejîma terorê ya DAIŞê li seranserê herêma Şengalê belav bû, û li dû xwe karesatek wek mirin, wêranî û êşên bêhempa hiştin.

Bi hezaran kurdên Êzîdî bi awayê herî hovane hatin kuÅŸtin. Jin û mêr bi xwînsarî hatin îdamkirin, zarok û jinên ciwan hatin revandin û wek kole hatine firotin, ew rastî îstîsmara zayendî hatin û rastî şîdeta nemirovane hatin. Êzdiyên Åžengalê hatin koçberkirin, malên wan hatin ÅŸewitandin, mîrateya wan ya çandî hate wêrankirin. Ev ne tenê ÅŸer û pevçûnek bû; ew hewldanek bi zanebûn û sîstematîk bû, ji bo nehiÅŸtina tevahiya komeke olî bû. Jenosîdek – ya 74emîn di dîroka trajîk ya gelê kurdê Êzîdî de bû.

  • ÃŽro em livirîn da ku vê êriÅŸa hovane, wehÅŸetnak bibîr bînin.
  • Em jiyanên bêguneh yên ku winda bûne bi bîr tînin.
  • Em malbatên ku ji hev parçe bûne bi bîr tînin.
  • Ew ixsîrên heta niha jî di destê wan vehÅŸan de ne bi bîr tînîn,
  • Êzdiyên bê ser û şûn û windabûyî bi bîr tînîn,
  • Em kesên ku ji vê trajediyê filîtî, yên ku li ser giyan û laşên xwe birînên wan hene, û her roj bi bîranînên tiÅŸtên ku wan jiyayne û ji bo ku li ser pîyan bimînin û têdikoÅŸin bi bîr tînîn.
  • Berxwedana wan ÅŸahidiya ruhê bêhempa yê ruhê mirovahiyê ye.

Lê civîna me ji bîranînê wêdetir e. Em ne tenê ji bo bîranînê li virîn. Ev civîne her wiha pabendbûna erkên li ser şanê meye ye.

  • Pabendbûna wê yekê ye ku qet tiÅŸtê qewimî ji bîr nekin.
  • Pabendbûna xebata li dijî nefret, bêtehamulî û tundrewiyê ye.
  • Pabendbûna pêzanîna ku qirkirin ne bûyerek dîrokî ya teorîk yan abstrakt e,
  • Qirkirin gefek rasteqîn e ku heke em bihêlin, kêmxemiyê bikin dê her berdewam bike.

Berpirsiyariyeke me ya hevpar heye ku heqaniyetê ji bo qurbaniyan misoger bikin. Divê kesên berpirsiyar ji ber sûcên xwe hesab bidin. Û berpirsiyariyeke me heye ku em piştgiriyê bidin kesên saxmayî di têkoşîna wan de ji bo ji nû ve avakirina jiyana xwe û civakên xwe. Ev yek hewceyê baldariya navneteweyî, îradeya siyasî û alîkariya mirovî ye.

Îro, em bi bilindkirina dengê xwe li dijî neheqî û zordestiyê, bîranîna kesên ku me winda kirine bi rêzdarî bibîr bînin. Werin em hemû hewl û mecalên xwe bikarbînîn da ku dîrok careke din xwe dubare neke. Werin em hemî pabend bibin ku ji bo cîhanek ku wehşetên weha careke din çênebin, şer bikin.

Bila giyanên şehîdên kurdên Êzdî şad be.

Silav li canê pakrewanên şehîdan

Bijî Kurdistan

DIAKURD – Konfederasyona Kurdên Diaspora

27.7.25

 

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *