Salixdana dewleteka xweser

Siddik BOZARSLAN

Ehmedê Xanî, ”Mem û Zîn” bi awayekî wisa nivîsîye ku tê da dewleteka Kurdî ya xweser tê ber çavan û bi temamî hêza xwe, bi hemî şax û vêkxistinên xwe dikeve kirasekî rastîn û berçav. Di wê dewletê da kargêr hene, wezîr hene, karbidest hene, xebatkar hene, nobedar û parêzdar hene, fermandar hene, leşker hene;  li serê wê dewletê jî mîrek digel tac û textê xwe, digel şîyan û heybeta xwe rûniştî ye, çerxa wê dewletê digerîne. Serbajarê wê dewletê Cizîr e, ku bajarek ji bajarên Kurdistanê ye.

Em binêrin, Xanî di beşê 8´an da ji devê çîrokbêj çawa salix û pesnê wî mîrî û dewleta wî daye:

”Got: Di dema mêjîn da padîşahek hebû

Di hukumeta xwe da serketî û tuwana bû   

Gelên cure cure jê ra stûxwar bûn, hem jî binferman

Nesla wî Ereb (bawerîyeke wisa belav bûye) bû, lê ew bi xwe mîrê Kurdan

Textê wî li Cizîrê bû, bextê wî jê ra yar

taliê wî xurt û zexm bû, meqamê wî bilind û dîyar 

Rom û Ereb û Ecem jê ra bûbûn binferman

Meşhûr û navdar bû, bi navê Mîrê Botan” 

Dîsa di wî beşî da di heqê dewlet û dûzen û kargêrî û hêza Mîrê Botan da weha gotîye:

”Aqil û hûner û şerkarî û ciwamêrî

dîsîplîn û têkûzî û dûzen û kargêrî  

Dadmendî û dewlemendî û dîndarî 

fermandarî û êrîşkarî û parêzdarî   

Dagirtî bû ji her yekê ji wan xezîneyeka wî 

veşartî bû ji her yekê ji wan defîneyeka wî”   

Di beşê 26´an da, dema qala hevpeyvîna Tacdîn û Mîr di heqê Bekir da hatîye kirin, ji devê Mîr weha salixê dewletê û kargêrîya dewletê hatîye kirin:

”Em celeba mîran wek celeba aş in

em pirr difetilin û digerin, geh li pêş û geh li paş in

JI neçarî pêwist e jibo me aşvanek

Bivê – nevê ye jibo me dergevanek

Hingî em çerxa dewletê digerînin û babetê me hukumet e

kar jibo me carna zulm e, carna jî adalet e” 

Di beşê 40´î da, dema qala vegera Mîr ji nêçîrê kirîye, weha salixê wê vegerê daye:

”Mîr hat, û digel wî ew qas esker 

dawil û zirne, deng û qîrîn û mehter  

Dengê lêdana dawilan û dengê lêdana sazan

dengê pêşrewên eskeran û dengana gaze- gazan

Di demên derketina ji bajaran û hatina bajaran da merasimên weha mezin bi esker û mehteran, bi dawil û zirne û saz û qîrînan ji kê ra tên çêkirin? Bê guman ji serekên dewletan ra; berê jî wisa bû, nuha jî wisa ye.

Di beşê 51´ê da, dema Zîn wesîyeta xwe li Mîr dike, di despêkê da ji Mîr tika dike ku di dema mirina wê da xemgîn nebe, paşê weha dibêje:

”Mem bo min, û merhemet jibo te

Xem bo min, û seltenet jibo te  

Ey şahê min, meke pevçûn û têkoşîn bi min ra

Ez bi para xwe razî me, para min bihêle ji min ra 

Rûnê tu li ser textê xwe, wek Xusroyê dêrîn

Xûz bike bi ser rûyê xwe da taca xwe ya zêrîn”   

Zîn paşê ji Mîr tika dike ku heta salek çi qas di hukumetê da bipeyîve, çi qas meaşan belav bike, çi qas eskeran bixûne huzûra xwe, çi qas girtîyan berde û wd. hemî bi nîyeta wê bike û ji wê ra bike xêr. Ev wesîyeta Zînê jî tam salixdana dewletek û hukumdarê wê ye.

Bi kurtî, di ”Mem û Zîn”ê da tiştê ku babetê peyvê ye, dewleteka Kurdî ya xweser e. Di dastaneka neteweyî da, bê guman tiştekî dî jî nedibû û nabe. Xanîyê nemir jî tiştê pêwist kirîye û di dastana xwe da salixê dewleteka Kurdî ya xweser daye. (eynê eser, r. 31-33)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *