SALA 2020 LI GELÊN KURDÎSTANÊ PÎROZ BE.

Dîroka miletan bi berberî, şer û aştî, dagîrkerî û tehmdana sînoran dagirtîye.

Jeo-grafîka ku Kurdīstan lê ye, bi hezar salan e ku medenîyet û şaristanî li ser vê erda pîroz û dewlemend ava bûye.

Dı xelekên vê dîroka kevnar de, çendîn împaratorî û dewlet mohra xwe li vê medenîyet û şaristanîyê xistibin pirranîya vana helîyane û ji ortê rabûne.

Lê şaristanî, çand û hunera gelên li ser vê erdê jîyane, qirn bi qirn dewrê hev bûye û hetanî îroj xwe parastî ye.

Yek ji van gelan jî gelê KURD e. (Tevlî hin kêm netew û cuda-bawerîyên li Kurdīstanê hene)

Miletê Kurd, li ser axa xwe dijî û dev ji mafê çarenûsa xwe bernedaye û tekoşîna SERXWEBUNÊ her berdewam kiriye.

Kurdistan bi 5 parçeyan parve bûye û li her parçeyê Kurdīstanê, şerê AZADÎYÊ qet ranewestîyaye.

Nîzama Cîhanê, ya ku li ser NETEW-DEWLETBUNÊ hatîye DÎZAYNKIRIN, bı hêsanî RÊ NADE Kurdīstanek serbixwe!! Referanduma 25ê Îlonê, nimûneyek balkêş e!!

Tevlî vê nîzama xeter jî, divê, miletê Kurd xwe ji DERFET û “DE FACTO”yan re amade bike.

Dewletên Heremê, yên ku pêşî li azadîya Kurdīstanê digirin, Komara Tirk û Îran e. Ji xwe per û baskên İraq û Sûrîye hatîye şikandin!..

Destpêka sala 2020’î, ji bo KT û ÎRAN’ê zengilê têkçûnê lêdide.

Dewleta KT, di şert û mercên cîhana niha de, hêdin nikare “înkar û tunekirina miletê Kurd” zêde hilgire!!

Miletê Kurd, wergirtina çarenûsa xwe dixwaze û darê zordarîya mêtinkaran RED dike.

Xwestina STATU û PERWERDEYA bi Kurdî, tenê bı serê xwe, dikare Dewleta Tirk BİXETİMÎNE!!

Jı ber vê yekê ye ku rayedarên KT har bûne û li dervayê sînor dest bı şerrê Miletê Kurd kırîye.

Ev şerrê ne rewa û emperyal, dikare TC rastî BATAX’ek bêbinî bike!! (Bi taybetî jî li Surīye Lîbya’yê.)

ÎRAN’ê jî, di destpêka sala 2020 an de DERBEK ji KEZEBÊ xwar!!

-Qasım SILÊMANĪ, Abdul Mehdî MUHENDÎS û tevlî pêşengên Hizbullahê, 10 kesên bijare ji serekên SÎSTEMA Îranê ya Emperyal, ji alîyê Emerîkan ve hatin KUŞTIN!!

Dîyar e sîstema “dagîrkerî” li herema me, TERK LÊ DIKEVE..

Divê Miletê Kurd li her 5 parçeyên Kurdistanê, bi çendin rengên xwe ve wekî NETEW TEVBIGERE!!

Li welat û DÎASPORA, xwe bicivîne serhev.

Li ser bingeha “STATU-ZIMAN”, MECLIS/KONGRE’yan li darbixe û têkilîyên nav partîyan XWURT bike.

“Meclisek ŞÊWRÊ”, ji Statuxwaz”ên her 5 parçeyên Kurdîstanê û DÎASPORA, dikare bibe bersîva demê..

DIVÊ RÊVEBERÎYÊN KURDPERWER MIL BIDIN HEV Û BI HEV BIŞÊWIRIN!!

WEKÎ WAN HERDU SEROKÊN KURDPERWER Û DILSOZÊN DOZA KURD!


Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir