Li gorî ÅŸopandina Rûdawê, biryar e di çend rojên bê de hejmarek gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) wekî “niyetpakî” ji bo serketina pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê, çekên xwe deynin.
Rûdawê ji du çavkaniyên agahdar ên li Herêma Kurdistanê agahî wergirtine û li gorî wan her du çavkaniyan, merasîma çekdanînê dê di destpêka meha Tîrmehê de li Herêma Kurdistanê bê lidarxistin.
Li gorî wan agahiyên ku ketine destê Rûdawê, tê çaverêkirin ku “di çend rojên pêş de Rêberê girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan derbarê pêvajoya çareseriyê de peyameke nû belav bike û piÅŸtî wê pêvajoya çekdanînê dest pê bike.”
Dê komek di navbera 3 û 10ê Tîrmehê de çekên xwe deyne
Her du çavkanî dibêjin, di navbera 3 û 10ê Tîrmehê de, hejmareke gerîlayan ku hejmara wan hîn bi temamî zelal nebûye û dê di navbera 20 û 30 kesan de bin, di merasîmekê de li sînorê parêzgeha Silêmaniyê bi amadebûna medyayê dê çekên xwe deynin.
Derbarê çarenivîsa wan gerîlayên ku çekan datînin de, çavkaniyan wiha got:
“Gerîla dê di merasîmê de çekên xwe deynin û vegerin cihên ku niha lê dijîn, ango venagerin nava bajarên xwe.”
Çavkanî amaje bi wê yekê dikin ku “eger guherînên siyasî yên bilez û çaverênekirî rû nedin, plana çekdanînê dê di dema xwe ya diyarkirî de wek xwe birêve biçe.”
Di 1ê Çiriya Pêşîn a 2024an sala borî de, Dewleta Tirkiyeyê destpêşxeriyên ji bo serxistina pêvajoya çareseriyê li Tirkiyeyê ragihand.
Dewleta Tirkiyeyê navê “Pêvajoya Têkbirina Terorê” lê kir û ji aliyê PKKyê ve wekî “Pêvajoya AÅŸtî û Demokrasiyê” tê binavkirin.
Piştî çend serdanên şanda DEM Partiyê ji bo Îmraliyê cem Abdullah Ocalan, Rêberê PKKê di 27ê Sibata îsal de daxwaz ji partiya xwe kir ku kongreyê li dar bixe, çekan deyne û xwe hilweşîne.
Li ser wê daxwaza Ocalan, PKKyê di rojên 5-7ê Gulanê de 12emîn kongreya xwe li dar xist û biryara xefesixkirin û bidawîkirina têkoşîna çekdarî da.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî û hejmarek partiyên Tirkiyeyê pêşwazî li banga Ocalan kirin.
Her wiha Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û partiyên Kurdistanê, her wiha Amerîka, Yekîtiya Ewropayê û welatên herêmê û cîhanê piştgirî da banga Abdullah Ocalan.
Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, di 20ê Gulanê de di konferanseke rojnamegeriyl de behsa biryara PKKyê ya çekdanînê kiribû û got:
“TiÅŸtê ku ketiye ser milê Herêma Kurdistanê, wê rola xwe ji bo nêzîkbûna her du aliyan lîstiye û di paÅŸerojê de jî dê wisa be.”
Derbarê çawaniya çekdanîna PKKê de Rêber Ehmed gotibû, “Hêj hin babet ne zelal in û ji bo wan jî guftûgo têne kirin. Mînak, babeta çekdanînê kengî, çawa û li ku derê bibe?” (Rûdaw)