Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Tuesday, March 19, 2019

ROJHELATA NAVÎN 

Li rojhelata navîn mixabin rewş her ku diçe aloztir, xirabtir, bi xwîntir û qeyran kurtir dibe. Ev hemî rê dide ku dewletên xwînxwar, faşîst, dîktatorî di nava qeyranek xwînî de ne.

Her roj ji roja berê bêhtir xwîn tê rijandin; her roj ji roja berê bêhtir zilm pirtir dibe. Her ku dawîya wan nêz dibe, zilma wan pirtir dibe; her ku zilma wan pirtir dibe, dawîya wan nêztir dibe. Ji ber vê ye ku ev dewletên qaşo misilman û ji îslamê bêpar, di nava xwîn û zilmê de wanda bûne.

Ev qeyran û gengeşîya ji dema hz. Elî û Meawîye ji aliyê mezhebî; ji dawîya sedsala 18 û serê sedsala 19 jî ji hêla netewî de dom dike. Wer xwanê ye wê hîn gelek dem dom jî bike! Ku ev hovîtî, ev zilm bi zêdebûn dom bike, xwîn wê behtir birije, mirov û mirovayî wê têk biçe…

Rojavayî, vê qeyrana bi xwîn, di dema ronesans, reform, şerê sedsal û herba mezheba de borandin. Li pey ku bi sedhezaran kuştî dan, nuha bûne mirov û mirovperwer. Hemî pirsgirêkên xwe bi peyv û nîqaşê çareser dikin…

Di van salên dawî de li Ewropa, nêzî deh dewletên nû ava bûn. Pir hindik mirov hatin kuştin, lê bi dîplomasî pirsgirêkên xwe çareser kirin. Di nava xwe de adalet û demoqrasî bi cih kirin. Belkî ne baştir adalet û demoqrasî ye, lê li gorî rojhelata navîn bi milyon qatî baştir e. Hema bêje hemî bi dîroka xwe re bi rû ketin. Ji ber kiryarên xwe yên qirêj lêborîn xwestin!

Lê li rojhelata navîn her ku diçe tarîtî bêhtir dibe, xwîn bêhtir tê rijandin zilm û bê edaletî pirtir dibe. Tevlî ku rewşa dîktatorên berîya xwe dibînin jî her qaşo serokdewlet xwe li dîktatorîyê radikişîne. Saddam, Esed, Şah, Nemûbarek, Qaddafî û wd. di xwîna ku rijandin fetisîn. Evên xwe li dîktatoriyê radikişînin jî dawîya wan, wê mîna wana be…

Li rojhelata navîn bi trilyona pere li çek û teqemenîyê tê xerckirin, lê bi milyona kes birçî feqîr û belengaz in. Ev diktatorana, ji bo rêveberîya xwe dom bikin, bi dehan rêxistinê tarî, xwînrij û qirêj ava kirine. Hemî karê xwe yên qirêj û tarî bi van rêxistinê qaşo olî an netewî didin kirin.

Ev rêxistinên terorî, tund û tarî, wê bi patronên xwe yên diktatorî re têk biçin. Gel, mazlûm, belengaz, feqîr wê bi serkevin.

Divê her kes, her civak, her netew bigehên mafê xwe. Divê dewleta Kurdistanê ava bibe. Bê Kurdistan ne edalet, ne demoqrasî, ne mirovahî li rojhelata navîn pêk nayê.

Gelê ku gelekî din dagîr kiribe, xaka wan dagîr kiribe tu car azad û aram nabe. Her weha kesên zilmê bike an ji zaliman re li çepika bide jî azad aram û kêfxweş nabe.

Li rojhelata navîn, qaşo misilman dibêjin; `hemî bawermend bira ne`, lê ku kurd dibin mijara gotinê, biratîya bawermendan namîne. Her weha qaşo sosyalîst û demoqrat dibêjin: `her gel, divê qedera xwe bi xwe tayin bikin`, lê kurd na!!!

Hemî pirsgirêk, hemî gengeşî, hemî qeyran ji nebûna edaletê dertê. Li tevahîya rojhelata navîn û li temamê dewletên qaşo misilman, edalet, heq û huqûq peyda nabe. Ji ber vê yekê ye, erdnîgarîya qaşo misilman, tev bûye gola xwînê. Ji rêveber bigire heta gel, ji şivan heta cotkar, hemî kes zalim in û zilmê dikin. Kî karibe zilmê li kê û bi çi awayî bike dike. Ji ber vê dilovanî hezkirin û dilgermî nemaye! Kesên ku zilmê dikin, ew jî ne aram ne azad dijîn. Ji berdêla ewqas xwîn, çek, kuştin, talan koçberî ya giranbuha, ne mirovî ye û bê encam e.

Nabêjin ka em pirsgirêkên xwe bi hezkirin û edalet çareserbikin! Ev şêwe çareserî, him mirovî, him erzan û bê tu sermîyan û bê tu mesrefê, hew tenê bi hezkirin û edalet e!.. Ez bawerim kurd hemî ji bo vê çareseriyê amade ne. Her gel, her netew, her xak xwediyê mafê xwe be, bê kuştin bê xwîn û belaş!.. Ji bo ev pêk were, barekî giran dikeve ser milê kurda.

Tu gel, mîna kurda bi pir partî rizgar nebûne û dewleta xwe ava nekirine! Partîyek ku bêje: “Ezê dewletên mêtinkar yên serdest bikim democrat û em û gelê serdest emê wek bira bi hev re bijîn!” Ev ji binî de derew e û ne mumkun e! Divê kurd ji vê qaşo demoqrasîya derewîn  vegerin. Ev ne demoqrasî ye.

Divê hemû hêzên netewî yên kurd, di bin sîwana kurd û Kurdistanî, bi nirxên netewî û niştimanî, di partiyekê an bereyekê de bibin yek û bi rêbaza BERZANÎ`yê nemir Kurdistanê ava bikin.

Ku Kurdistan ava bû, tu çi partîyê ava dike û çi şêwe rejimê dixwaze, qad ya teye: Te divê partîya olî, te divê partîya qomunîst, te divê partîya lîberal, te divê partîya faşîsti û wd. ava bike!..

Bese êdî ev ax bi xwînê tê avdan. Ku kurd nebin yek û Kurdistanê ava nekin, ew jî hevparê vê zilmê ne. Ne kurd azad û aram dibin, ne tu gellên din azad û aram dibin!..

Bi hêvîya Kurdistana azad, aram û serbixwe, bi kêm netew û kêm olên di nava xwede, bi aşîtî bi hezkirin û bi edalet bijîn!.. 03 TÎRMEH 2016

Nerîna te