Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Monday, December 10, 2018

ROJEV 

Di van rojanan de, rojeva Rojhilata navîn û Kurdistanê pir zû tê guherîn. Her roj bûyerek sansasyonel pêk tê. Hin hêzên navnetewî, bi zanebûn rojevê diguherin û dîyar dikin.

Van rojana, hin qaşo aqademisyen, hin qaşo serok û reberên Kurda, bi hişmendîyek pir giranbuha, mîna ku `Emerîqa ji nûve keşf kirine` angaştek sosret û beradayî bi lêv dikin. Dibêjin:

“Li ser rûyê dunyê, deh hezar netew hene. Ji her netewê re dewlet ne pêwist e û ne mumkun e. Ne mumkun e deh hezar dewlet bên avakirin. Divê  Kurd dewletê ava nekin. Dewlet, saziyek paşverû ye!”

Van kesana, gelo ma qet nizanin ku di Netewên Yekbûyî de nêzîkî çil dewletî, nufûsa wan mîlyonek û di binya mîlyonekê de ne!?

Nufûsa Kurda, bi kêmanî çil mîlyon e. Li ser nêzîkî pencsed hezar km çargoşe xaka Kurdistanê dijîn.

Serxwebûn û dewletbûn, mafê Kurda yê xwezayî ye. Ev angaşt jî mîna angaşta ku di salên 1950-1960 de dihat gotin ku “Kurd tune ne; Kurd tirkên çîyayî ne(!) Tirkên gava ku li ser berfê meşiyane, berf di bin lingê wan de kurt-kurt deng derxistiye û ji wanre gotine Kurt”(!)

Neyar, bi her awayî êrîşî hemî nîrx û çanda Kurda dikin. Mixabin, hinek qaşo sazî û partîyên Kurda jî vê angaştê bi lêv dikin û Kurdistanê davêjin teneka galaşê. Lê divê gelê Kurd van kes, sazî û derdora bavêjin teneka gemarê…

Hêzên pêşmerge, bi seroktîya Berzanî û qahremanîyek bêhempa, bi organîzasyon û koordînasyonek bi rêk û pêk ŞINGAL di rojekê de rizgarkirin. Tola Êzîdîyên bi rûmet hilanîn.

Ew hêzên qaşo Kurd, lê neyarên Kurda, xwestin vê qahramanîyê bidizin û ji xwe re bikin mal. Mîna her car, êrîşî pêşmerge û nirxên netewî kirin. Di hêmî tv.yên xwe de, derew û neyartîya Êzîdî û Kurda kirin.

Wê karesata ku hatibû serê Êzîdîya, mîna ku Rêzdar BERZANÎ anîbe serê wan, Pêşmerge ew karesat kiribe, di hemî tv û rojnameyên xwe de bi lêv kirin(!) Qampanyek derew û reşkirinê bi rêve birin.

Lê ew karesat jî ji nezanî û şaşiya Êzdîya hat serê wan. Pêşî bi rejima Saddam re bûn. Paşê jî bi hukumeta merkezî ve xwe girêdan. Kirîbê wan yên Ereb ew pêşkeşî DAİŞ`ê kirin. Piştî ku leşkerê hukumeta merkezî çûn, ji bilî çend polîsê Kurd pêşmerge li ŞİNGALê tune bûn.

Nuha jî ev partî û sazî, dixwazin carek din van Êzdîyana bixapîne û ji gelek karesatê din re wan pêşkêş bike. Ku Êzdî bi vana bawer bibin û bixapin û bibin qaşo QANTON, mixabin wê wenda bibin.

Lê ya herî rast, Rêzdar BARZANî wê Şingalê bike bajarê heftemîn yê Kurdistanê. Şingal tevlî Kurdistanê bibe, wê birayên me yên ezîdî azad, aram û serbixwe bibin.

Ezîdi Kurd in, bingeha Kurda ne, çanda Kurda ne. Bê Ezîdîya, Kurd nabe, Kurd kêm in, ne tamam in….

Li rojhelata navîn, bi taybet li Kurdistanê, rojev pir zû tê guherîn. Pirê caran, ev bi zanebûn tê kirin û rojev tê guhertin. Di van rojan de, teqîna Ankara, rizgarkirina Şingalê, teqîna Parîsê, kuştina Tahir Elçi li pey hev çêbûn.

Teqîna Parîsê û kuştina Tahir Elçî, hinekî jî ji bo rizgarkirina Şingalê ji rojevê derxin û bala mirovan ji Kurd û Kurdistanê bizîvirînin pêk hat.

Ji berê de, çi gava Kurd û Kurdistan diket rojevê, li Filistîn tiştek dikirin û ew dikirin rojev û Kurdistan bin perde dikirin. Îro jî heman tiştî dikin û dixwazin Kurd û Kurdistanê ji rojeva netewan derxin.

Li her devera Kurd lê dijîn, şerê DAİŞê bi qahramanî dikin û wan hovana têk dibin û ev rastiyek nayê veşartin!..

Ev gengeşî, ev teror, ev bêedaletî, ev zilm û zor, ev xwîn û hêsir hemî ji nebûna dewleta Kurda ye.

Ku dewleta Kurd ava bibe, wê hemî kevir li cihê xwe rûnên, wê aramî, azadî, demoqrasî, aşîtî û mirovahî pêk were.

Ne tenê li Kurdistanê, lê wê li welatên ciranên me jî û li nav civakên cîranên me jî wê aramî, aşitî û azadî pêk were.

Rojeva xelkê çi dibe bila bibe, lê divê rojeva Kurdan her dem dewlet be, avakirina dewleta netewî be; ne guhertina dewletên mêtinkar û demoqratîkkirina wan be!.. 03 KANÛN 2015

Mihemed Mêhdî Nêçîrvan

Nerîna te