Nuri ALDUR
Reisê Sûrî, Ahmed Şera û komîta wî ne xwedî bihûrtineke paqijin. Dinya dizanê ku ew û komîta wî ji grûbên îslamîstan (paşverû, qatil û barbaran) û terorîstan in.
Eger em ji vê analîzê, babeta xwe şîrove bikin, mesele û netîce dîyardibê ku serokatîya Sûrî li Şamê, ne ku tenê ne dostê gelê kurd e, ew dijminê dîn, ol, hedef û felsefe û neteweya kurd e.
Ewan niha kurdan tehdît dikin; ewan navê tirk û iraqîyan bo xwe mîna destek/alîkarî jî nîşan didin. De fermo ji xwere temaşa bikin gelî xwendevanên Rûpela nû. Eger tarîx tam tekrar nebê jî, dîse politîka dagirkeran heman wek berê ye: ewan dixwazin pevre Rojava bitirsênin û bikûjin.
Eger çêbûbana, ewî Îran jî biazimênin nav civata xwe, lê dîse hîç ecêbmayî nemênin ku ewan gazî Îran jî bikin: ji ber ku, eger mesele têt babeta Kurdistan li cem wan alawîtî/şîîtî, arabîtî, tirkî û farisîtî anjî îslamtî, şoîtî, mafya û barbartî ne problem e; ewan tenha ku doza kurdan bipaşxin û têkbibin, hemû qaîda û qûralên însanîyetê (dîn/îman, xîret/şeref, bext/ojdan) binpê dikin. Ev berê jî wiha bû û niha jî wiha ye.
Dema reîsê Sûrî dibêjê ku “Rojava bo Iraq û Tirkî tehdîd e” hingî ew gazî wan dike anjî wan bo wî gotîye ku ew wilo bibêjê. Helbet rojavayî çi politîka dikin û çi biryaran didin, marîfeta min heye, lê wek dilxwazekî wa yî ji bakûr hêvîyên min ew in ku ewan ji daxwazên xwe yî neteweyî tawîzan nedin. Îroj hûn xwedî qûwettin, xwedî piştgirî, şans û ronayî ne. De fermo rojavayîno politikayeke neteweyî bimeşênin, firseteke zêrîn bo we hatîye – her çiqas meydan ne gul û gûlîstanî jî be.
Berî bi çend saetan nûçeyeke nû min bihîst ku Şam teklîfa wezîrtîyê bo birêz Mazlûm Abdî dike; wek ferd ez dibêjim “NA”, ji ber ku eve wê kurdan bê dinan bike, bê qîmet û zeîf bikê. De ka li başûrê Kurdistan meyzênin, bê ma çi rola reîsîcûmhur bo kurdan li Bagdad heye? An jî çi rola wezîran li Bagdad bo kurdan heye? Bawer bikin wê li Şamê jî wilo bê, heta belkî hê jî xerabtir be.
Nuri Aldur
2025.09.29
(Ev nivîs tenê nêrînên şexsî yên nivîskar derdixe pêş û temsîla nêrînên giştî yên malpera me nake. Berpirsiyariyên huqûqî yên vê nivîsê aîdî nivîskar in.)

