Rêxtinvanên Bêrêxistinîyê

Cano AMEDÎ

Di van rojên dawî de, çalakîyên hinek “fenomen û trolên” erkdar ku li ser tora medyaya civakî bi tîr û kevanan, bi şûr û mertalan di êrîşî û nav şer de ne, bi sîya xwe re şer dikin, ew neyartîyên salên 1980 ê anî bîra min. Berîya 12 ÎLON 1980yî bandora zimanê îdeolojîk û helwestên tûj li pêş bû. Hinek jê simbêlên xwe badidan, gava di meşîyan, li ber wan erd û ezman dilerizî.

Piştî cunta 12 ÎLONÊ 1980 ê de, du meh derbasbû bû, dewleta Tirk bi rîya revebirîya zindanê, di bin navê tespîtkirina serjimarê de, rapirsînek (anket) çê kirin. Bi wê re anketek jî belav kirin. Di nav demê de, hinek ilac li ser dîlên sîyasî ceribandin, piştî wan ilacan bi rojan mirov bi serêşê diketin û bêtaqat dibûn, ji xwe ve diçû.

Baş tê bîra min, pirsên rapirsîyê gelek ji hev çûda û bêwate bûn. Pirsa: ‘‘nasnameya we ya etnîkî çi ye? Hûn kijan zimanê biyanî dizanin? Meslegê (pîşeyê) we çi ye? Ev her sê pirs bala me dikişan û bersîvên me têr û tije bû. Ez kurdum, zimanê biyanî yê dizanim Tirki ye û meslegê min jî şoreşgerîya profesyonele.

Ji bilî van pirsan, der dora pêncî pirsên bêwate hebûn. Piraniya wan pirsan, di derbarê pêvajoya zarokatî û hêvîyên paşerojê de bû. Wusa pirsên virtî vala hebûn, me pê henekên xwe dikir, ji hev re digotin: ‘çima ev pirsên hanê pirsî ne?‘

Lê belê çend meh derbas bû, rojekê di rojnama tirk ya bi navê “Hürriyet‘‘ tê nasin, encamên lêpirsînê weke nûçe weşandbû. Di nûçeyê de Dr Turan İtil digot: “me li ser 5 hezar kesi lêpirsîn kiriye, ji 18 sali heta 30 salî fikrên radikal, îdeolojîk û helwestên tundrew hebûna xwe didomine. Ji 30 sali heta 40 sali germayî û tûjîtîya wan fikran hêdî hêdî sar dibe û ber bi korbûne diçe. Di navbera wan salan de hestên berpirsiyariyê û sînorên hêvîyên paşerojê tên guhertin. Xewnên “ezîtiyê” her diçe zede dibe. Berpirsiyariya malbati, xewnên dewlemendiyê, neqeb û valahiya navbera salan heş û mêjîyên wan serûbin dike. Di dema 40 sali û piştî wê de, fikrên şoreşgeriyê, helwest û daxwazên guhertina sistemê bi dawi dibe. Ji 40 sali şunda,  ew kesên tundrew ji bo neqeba di navbera xwe û nifşên xwe de bigirin bi tevayî ji fikrên xwe dûr dikevin û neziki sistemê dibin, dev ji xebatên rêxistinî û terorîstî berdidin.”

Di kûrahiya jiyanê de, me dît ku di van 40 salên dawi de encamên wê lêpirsînê zedetir giran û bi bandor bû. Dewleta dagirker, bi plansaziyek kûr û dûr tevgeriya û bi ser ket.

Eger ne wusa ba, diviya em îro desthilatdarê welatê xwe bûna. Lê mixabin me şikestinek dijwar xwar û hê jî em bi derbasbûna xwe re rûbirû nebûne.

Kadro û têkoşerên we demê, di nav gilî û gazinan de, pê li bîr û baweriyên xwe kirin, ji rêxistin û hevalên xwe dur ketin. Heta hinek jê, di “Türkübar”an de li ber strana “ölürüm Türkiyem” de bi cezbê ketin. Hinek jê bûn rêxistvanên bêrêxistbûnê. Weke simsar û cambazên belavkirinê di heman deman de li hemberi hevalên xwe şûr kişandin.

Bi helwestên “komisertiyê” tevgeriyan û av şolî kirin. Ew kesên xwedi karekterê bi vî rengî îro jî rola xwe bi cîh tînin. Ev kesên hanê îro jî bi hêza xwe ya jahrî, bi têkilîyên xwe yên kûr, bi çend kîsik û tûrikvanên beradayî dixwazin encamên lêpirsîna 12ê îlonê bi hêz bikin.

Ez cardin bangî wan rêxistvanên bêrêxistinbûnê dikim ku dev ji karên bêwate berdin û ji bo azadî û serkeftina gelê kurd, li hemberi dagirkeran di nav hewldanan de bin.

Bi gilî û gazinan, bi “êrîş” û reşkirinê hûn cîh li xwe teng dikin û her diçe hûn barê xwe giran dikin. Qet nebe barê xwe giran nekin! Em baş dizanin ku dijber û neyarê me dewleta dagirker û aparatên wê ne. Em bi hişmendîyek netewî dikarin li diji dewleta dagirker tevbigerin, têbikoşin û bi ser bikevin. Di şûna agirê bêhêvîtyê de werin em bi hevra agirê hêvî û serkeftinê geş bikin. 28.02.2023

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *