REWŞA WELAT

Mihemed Mêhdî NECÎRVAN

Baxçevan got:

-Mîrê min, ew gula te pir jê hezdikir, bilbilek hogirî wê bûye, her ku vedike diperitîne!

-Xwedê ji bilbil re nahêle, wê nuha bela wî bide!

Çend roj derbas bû, baxçevan bi heyecan got:

-Mîrê min, ew bilbilê ku gul diperitand marekî ew xwar! Bi carekê ew girt û daqurtand!

-Xwedê ji mar jî re nahêle. Ew jî wê bela xwe bibine!

Çend roj çû baxçevan bi coş got:

-Mîrê min ew marê di nava baxçe de, min got; “wê xanim û qîzên te nerehet bike” min keys pê anî û ew kuşt!

-Xwedê ji te re jî nahêle, wê bela te jî bide te!

Piştî çend rojên din, baxçevan ji bo karê baxçe çû nava baxçe. Lê ji nişka ve dî ku jina key, qîzên key û cêriyên xwe, di birkê de tazî avjeniyê dikin! Wan jî baxçevan dît û li ba key gilîyê wî kirin. Key ferman da û got:

-Baxçevan bi darvekin!

Baxçevan got:

-Mîrê min, min go bilbil gulê diperitîne. Te got: “Xwedê jê re nahêle, wê bela wî bidê.” Min got: “Xwedê bela bilbil da, marekî ew xwar; te got: “Xwedê ji

mar re jî nahêle.” Min keys bi mar anî û ew kuşt; te got: “Xwedê ji te re jî nahêle.” Bê hayî xwe min xanimên te di hawiz de dîtin; ku tu min bikuje Xwedê ji te re jî…

-Bes bipeyive, here tu azad e, bila çavên min te nevîne!…

Min ev metelok, ji bo ku ev alozîyên li Rojhelatanavîn rû didin bilêv bikim nivîsan. Van salan li Rojhelatanavîn, neyarên Kurda, dagirkerên Kurdistanê, li pey hev bi bobelatan re rû bi rû dimînin. Ev zilma ku bi dehên sala kirine, Xwedê di çavên wan re derdixe.

Pêşî Seddam bela xwe dît: mîna wawîka, ew ji qulê kişandin û bi darvekirin. Nuha birayê wî Esad di dorê de ye û dide pey wî. Li pey Esad jî, gelo wê dora kîjan neyar û dagirkerê Kurdistanê bê û li pey wan birayên xwe bide ser oxira wan!..

Tevlî ewqas fen û fûtan, tevlî ewqas zilm û zor û neyartiyê, tevlî ewqas sîxurî û ev sazî û partiyên

li ser bingeha neyartiya Kurd û Kurdistanê hatine avakirin, bi navê kurd û Kurdistanê û tevlî ewqas polîtîqayên qirêj wek ku dibên: “Ji kurdan re dewlet nelazime, biratîya gelan (a derewewîn), xweseriya demoqratîk, demoqarsî” û wd.; lê çibikin bila bikin, misoger, bêguman, teqez wê KURD û KURDİSTAN azad û serbixwe bibe!..

Wek ku tê zanîn, di yekê Mijdarê de hilbijartin çebû û akp bi serket. Ev nebûna muxalefeta Tirkîye ye. Li Tirkîye û welatên mîna Tirkîye cahil û paşvemayî, demoqrasî tenê kaxezek avêtina sindoqa ye.

Lê bi rastî demoqrasî jîyanek e, felsefeyek e, revebirina civakê ye. Demoqrasî, maf û jiyana hemî beşê civakê bi haweyekî adîl û huqûqî bi rê ve dibe. Lê li hemî Rojhelatanavîn, mixabin ev pêk nayê!

Ev nexweşî, ji cîranê me derbasî welatê me jî bûye. Yekî ku endamê sazî an partîyekê be, divê li gorî rêznameya wê partî an sazîyê tevbigere û têbikoşe. Ji mafê her endamê partî an sazîyê ye ku bibe namzetê serokatiya partî an sazîyekê. Ku bi ser ket, ji xwe serok e. Lê ku bi ser neket, divê di partî an saziyê de bi temama hêz û keda xwe kar bike. Lê yên me ku bi ser neket, cihê dibin ji xwere partîyek nû avadikin. Biçûk û bê wate… Lê ew qaşo serok e…

Demoqrasî, divê pêşî di kesayeta mero de pêk were. Di jiyana mero de, di tevgera mero de, di kar û xebata mero de, di rabûn û rûniştina mero de, divê demoqratî hebe. Heta divê mero pêşî mirov be, yanî însan be. Lê mixabin, li rojhelata navîn, bêyî ku bibin mirov; kes dibin musulman, dibin demoqrat, dibin lîberal, dibin neteweperwer!.. Dibin her tişt, lê mixabin tenê nabin mirov, nabin însan….

Di van rojên dawî de Rus, Îran û Çîn jî bi haweyekî eşkere tevli şerê li Sûrî û Rojhelatanavîn bûn. Ev, ji bo berjewendiyê Kurdistanê rewşê behtir dijwar dike. Hêzên kurdî divê behtir zexta li ser pyd bikin û wan bikişînin xeta netewî.   Divê pêşmerge derbasî Rojava bibin û korîdora Derya Spî tavilê vekin. Ev divê teqez bibe!..

Zext zor û êrîşên li ser Kurda, her ku diçe dijwartir dibin. Her ku serxwebûn nêz dibe, ev jî dijwartir dibin. Ev qanûna xwezayî ye. Ku têkçûna wan nêz dibe hov dibin. Ku hovtir dibin, çûna wan nêztir dibe. Ev çaqoberîya jîyanê ye…

Li Başûr, hilbijartina serokê heremê, divê ji hêla gel ve be û pêre referandûma serxwebûnê jê bê kirin. Bi vê referandûmê, him serok hilbijêrin û hem jî peywîra îlankirina Kurdistana serbixwe bidin serokê nû.

Îroj berî sibê, divê hemî pêşmerge di bin sîwana wezîrê pêşmerge de bibe yek. Pêşmergê partî, herem, eşîran, divê ji holê bên rakirin…

ÎROJ Jİ HER ROJÊ BÊHTİR SERXWEBÛN NÊZ BÛYE.

BİJÎ KURD, BİJÎ KURDİSTAN, BİJÎ NETEWA KURD, BİJÎ ALA KURDİSTANÊ!..

03.Mijdar 2015

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir