Rewş û armanca Kurd û Kurdistan

Em Kurd in û welatê me Kurdistan e. Lê serjimarek Kurd ya mezin li dervî Kurdistan jî dijî. Loma armanca me ya dawîn: serxwebûna Kurdistan û yekîtîya çar peçê Kurdistanê ye. Ji bo Kurdên li metropolên mêtinkaran dijîn yan li hemû welatên bîyanî dijîn jî hemû mafên wan yên rewa diparêzin.

Welatê me, pêşî ji alî du împaratorîyan; Osmanî û Safevî  ve, di sala 1639 bi peymana Qesrî Şîrîn bûye du perçe. Piştî şerê Cîhanê I. bi dagîrkirina Brîtanya û Fransa û bi Peymna Lozan ya 1923yan Kurdistan bûye çar parçe. Brîtanya û Fransa, piştre serwerîya xwe ya fîîlî, dewrî Erebên Iraqê û Sûrîye kirin.

Neteweya Kurd û welatê wî Kurdistan, fîîlen ketîye bin îşgala çar dewletên mêtinkar û ne medenî. Loma Kurdistan ji nuh de hatîye dagîrkirin; hebûn û mafê neteweya Kurd, hatîye înkarkirin û li ser xaka xwe tune hatîye hesibandin. Bi rêxistinî an bê rêxistinî, li kîjan perçê Kurdistanê gelê Kurd doza mafê xwe kiribe, bi şîdet û qetlîam, bi koçberkirin, îşkence, zîndankirin û kuştin hatîye cezakirin. Heta îro, ji alî mêtinkarên Kurdistanê ve, mafekî herî biçûk yê kêmnetewî û demokratîk jî ji gelê Kurd re nehatîye naskirin…

Ji bo ku gelê Kurd bi rêxistin nebe û doza mafê xwe neke û heger bi rêxistin bû jî bi sernekeve, mêtinkaran li gorî her demê çeka ji hev qetandin, perçekerin û beraberhevdana civata Kurd kirine armanc. Heta salên 1960, bi rêya eşîret, herêm/zarav, ol, mezheb, terîqet û malbatan gelê Kurd navbir kirîye û bera hev daye. Ji bo ku Kurd nekarîbûne hêza xwe bikin yek, herdem têkçûne.

Piştî ku pergalên sermîyandarîyê (bazar, pere û makîne) pêjde çû, bi alîkarî û bandora “şoreşên” li Rûsya û çîn pêkhatin, destpêkirina şerên rizgarîya netewî li Hindistan, Çînhindî, Efrîqa û Amerîka Latîn; dewletên mêtinkar, bi rêya muxaberat û kadirên xwe yên wek çep bi rêxistin bûn, wê gavê bi rêya rêxistinîya çep û rast em ji hev perçe kirin û bera hev dan.

Ya din jî serdestên mêtinkar, heta mumkun bû, mafê tekoşîna demokratîk ya eşkere ji ber gelê Kurd girt û berê wî hertim bi veşartîbûnê/bêqanûnîtîyê û bi çîyê, yanî berbe şerê qels û xurt vekir. Ji bo ku Kurd carek din serî hilnedin jî tu hed û hesabek ji qirkirin, tade û zulma xwe re dananîne!

Îro li her perçê Kurdistanê, şertên civat, sîyaset û tekoşînê cuda ne. Gelê Kurd yên li her perçê Kurdistanê, bi xwe biryara rêxistinî, tekoşîn û statuya xwe dide. Lê watinîya perçên din jî yekîtî, hevkarî û alîkarîya pêwîst e.

Neteweya Kurd, li ser xaka welatê xwe dijî. Dewleta ku hebûn û îradeya gelê Kurd nasnake, li Kurdistanê bîyanî û ne meşrû ye.

Doza gelê Kurd ne dozek olî, mezhebî yan îdeolojîk e; doza rizgarîya welatê wî Kurdistan û serxwebûn û azadîya neteweyî ya demokratîk e.

Gelê Kurd û Kurdistanî, bi olekê tenê nayê nasîn, xwedîyê ol, mezheb û bawerîyên cûrbicûr e. Ji bo xatirê ku em olek cuda ne jî nayên eciqandin; loma doza me doza hemû ol û mezhebên ku li Kurdistanê dijîn û tên eciqandin.

Ji bo ku em ne xwedî dewlet û stuyekê ne, doza me ne îdeolojîk û ne şêweyê avakirina dewletekê ye; doza me dozek rizgarîya welat û azadîya netewî ye. Li Kurdistanê, tu sinif û tebeqeyên civatî, ji alî serdestên mêtinkar wek Kurd an gelhûr nayên hesibandin û pejirandin û ne xwedîyê statu yan mafekî ye. Loma doza me, doza hemû gelên cuda, sinif û tebeqeyên Kurdistanî ne.

Welatê me, di bin dagîrîya mêtinkarîyek ku ne wek ol yan sinif me dieciqîne, lê wek nîjad me ji holê radike! Loma divê em wek Kurd û Kurdistanîyan, bi rêxistin bibin û tekoşîna xwe bajon.

Ji bo ku em li ser axa xwe dijîn û bi hezar salan niştecîyê vî walatî ne, hebûna me û jîyana me ya bi ziman, çand û dîroka xwe ve meşrû ye. Loma pêwîst nake em xwe veşartî îfade bikin û karbikin; divê bi eşkeryî em bi rêxistin bibin, tekoşîn bidin û doza mafê xwe li her derê bikin. Ew dewleta ku hesabê vêya ji me bipirse û bêje hûn cudaxwaz in; ew dewlet bi xwe welatê me û gelê me ji hev qetandîye û perçe kirîye; loma hebûna sazî û serwerîya wan ne qanûnî û ne meşrû ye. Ji bo ku em doza Serxwebûn û azadîya xwe dikin jî mafê mêtinkaran nîne ku li gorî qanûn û mahkemeyên nêtinkarîyê yê ne meşrû me daraz, ceza û hepis bikin.

Welatê me, mêtingehek navnetewî ye û bê îradeya gelê Kurd hatîye perçekirin û ji alî hemî dewletên cîhanê hatîye pejirandin. Qaşo dewletên “Musluman” yan “sosyalîst” jî vê statuya tunekirina gelê Kurd qebûl kirin û li dijî tekoşîna gelê Kurd, hevkarî bi serdestên mêtinkarên Kurdistanê re kirin! Loma her dewlet yan sîstema ku hebûn û mafê gelê Kurd nepejirîne û alîkarîya gelê Kurd neke, bawerî û îdeolojîya wan çi dibe bila bibe, ne dostê gelê Kurd in.

Ji bo ku li dunyayê tu kes, rêxistin an dewlet, bi çavê olî an îdeolojîk li me nanere, divê em jî dost û dijminên xwe bi çavê îdeolojîk yan olî tespît nekin.

Em rasterê ne mêtingeha tu dewletek emperyalîstên bîyanî ne; em îro metingeha dewletên herêmê ne. Loma ji dervî van dewletên rasterê Kurdistan dagîr kirine û perçe kirine, kîjan dewlet, ol yan îdeolojîk organîzasyon dibe, heger piştgirîya doza rizgarîya gelê Kurd û welatê wî Kurdistan bike, berjewendî û armanca wan çi dibe bila bibe, ew dikare bibe hevkar û dostê gelê Kurd.

Di mercê îroyîn de, Amerîka, Ewropa, Îsraîl û hemû dewletên ku bi qanûnên demokratîk tên rêvebirin, ne neyarên gelê Kurd in.

Zaza, Kurmanc, Êzdî, Îsawî, Musluman û mezhebên cuda, sosyalîst, axa, beg, şêx, bazirgan, karker û gundî yên li Kurdistanê bi hevre dijîn, qedera wan yek e û xwedîyê yek armanca netewî û demokratîk e. Berê divê ji mêtingehbûnê xwe rizgar bikin û dûvre li gorî şertên herêmê, dunya û welatê xwe şêweyekî dewletê saz bikin.

Gelê welatên serdest jî gava têkevin cudahîya ku heta Kurd û Kurdistan bindest be, ewê jî bên eciqandin û tu demê nikaribin xwedîyê rêvebirîyek demokratîk bin, wê gavê dikarin piştgirî û alîkarîya rizgarîya gelê Kurd bikin û karin bi dostê gelê Kurd bin. 27.05.2021

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir