Rêber Ehmed: Hikûmeta Herêmê karên cidî ji bo rûbirûbûna madeyên hişbir dike

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, ku bi nûneratiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî beşdarî Hilmeta Niştimanî ya Rûbirûbûna Madeyên Hişbir bû, di gotarekê de behsa metirsiyên belavbûn û bazirganiya bi madeyên hişbir kir û tekez kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê karên cidî ji bo jinavbirin û ziwakirina çavkaniyên madeyên hişbir kiriye û hişyarî da ku bikaranîna van madeyan bi awayekî metirsîdar zêde bûye.

Rêber Ehmed îro 29ê Gulanê gotarek di ragihandina hilmetê de pêşkêş kir û got: “Madeyên hiÅŸbir yek ji pirsgirêkên herî metirsîdar e ku rûbirûyê civaka mirovahiyê bûye. Pirsgirêkeke ku li seranserê cîhanê xwedî kokeke dîrokî ye û gef e li ser asayiÅŸa neteweyî ya hemû welatan. Madeyên hiÅŸbir li Herêma Kurdistanê kêşeyeke cidî ne û bandora wan ji terorê ne kêmtir e. Åžerê me yê îro ne tenê li dijî teror û terorîstan e; belkû di heman demê de ÅŸerekî din jî heye ku ew jî têkoşîna li dijî bikaranîna madeyên hiÅŸbir e.”

Li gorî gotina Rêber Ehmed: “Di van salên dawî de li seranserê cîhanê, rêjeya bikaranîna madeyên hiÅŸbir bi awayekî metirsîdar zêde bûye, bi taybetî di nava ciwan û sinêleyan de. Herwiha, bazara van madeyan bûye sedema geÅŸepêdana darayî ji bo komên tawankar, ku ev yekê jî pirsgirêk hîn girantir kiriye.”

Wezîrê Navxwe amaje bi wê yekê jî kir, “li gorî rapora Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ji bo Karûbarên Madeyên HiÅŸbir û Tawanan (UNODC), nêzîkî 275 milyon kes di sala 2022an de li deverên cuda yên cîhanê madeyên hiÅŸbir bikar anîne. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) jî di raporekê de belav kiriye ku salane nêzîkî 500 hezar kes ji ber bikaranîna madeyên hiÅŸbir jiyana xwe ji dest didin û bi deh hezaran kesên din jî rûbirûyê nexweşî û pirsgirêkên derûnî û laşî dibin.”

Herwiha got: “Mixabin ji ber rewÅŸa navçeyê û nearamiya siyasî, aborî û serbazî, Iraq bi giÅŸtî û Herêma Kurdistanê jî ji vê êşa kujer bêpar nemane. Ji ber cihê erdnîgarî yê Herêma Kurdistanê ku ketiye navbera welatên hilberîner û çêkerên madeyên hiÅŸbir û rêyên derbasbûna wan bo welatên din, Herêma Kurdistanê jî rasterast di bin bandora madeyên hiÅŸbir de ye.”

Di dawiyê de, Wezîrê Navxwe tekez kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya planeke stratejîk û bernameyeke birêkûpêk de, karên cidî ji bo jinavbirin û ziwakirina çavkaniyên madeyên hiÅŸbir kiriye. Wezaretên taybetmend û Encûmena Asayîşê, hevahengî û karên baÅŸ ji bo rûbirûbûna vê metirsiyê pêk anîne, lê belê hîn jî pêwîstî bi karê zêdetir heye. Di vî warî de, hevahengiyeke baÅŸ û operasyonên hevbeÅŸ di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hene. Herwiha, ligel civaka navdewletî jî pêwendî, hevahengî û operasyonên me yên hevbeÅŸ hene.” (K24)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *