Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Sunday, February 17, 2019

RASTÎ Û BERJEWENDÎYA NETEWΠ

Azadî û serxwebûna Kurdistanê nêzîk e. Ji ber vê jî êrîş bi her awayî zêde dibin, dijwar dibin. Tê zanîn ku kî di dawa wan de çi hebe dertînin holê.

Bi awayekî tund, mîna bi sedan carên berê carek din hat zanîn ku kurd ne birayên tu kesî ne. Ji xwe kurd dibêjin: “Bira biray e, bazar xuyaye!” Ku em bira bin jî divê li ser nîrx û berjewendîya netewa kurd bazara xwe xuya bikin.

`Biratîya gelan` derewek vala ye. Demoqrasî, xweserîya demoqratîk, Qanton derewên mezin û vala ne.

Divê kurd hemî li ser esasê Kurdistana azad, serbixwe, demoqratîk û yekgirtî bibin yek.

Li ser şaşiyê yekîtî çênabe, ji xwe bê fêdeye jî. Sed şaşî rastiyekê nakin.

Ji vi alî de pkk ji wi alî de jî Tevgera Goran û Yekîti, divê derhal piştgiriyê û imza xwe bidin dewletek Kurdistanê ya azad û serbixwe!

Ev hewlên vê dawiyê, ev kuştin û êrîşên li ser herema Kurdistanê bombebaran, hemî ji bo dewletbûna Kurdistanê asteng bikin an jî bi paş ve bixin tên kirin.

Hin alî, kes û partî berê Kurdan didin hêlekê; kurdan di ber xelkê de didin kuştin. Qaşo serokê Rojava dibê: “Tirkiye êrîşî me bike, emê tevlî hêzên Esed bibin û li himber wan şer bikin!” Çima nabin hêzên netewî?

YNK û Tevgera Goran, , ji bo çareserîya seroktîya herêmê û alozîyên nava xwe di bin çavdêrîya balyozê Îranê de civînê çêdikin, bangî rayedarên Îranê yên mîna Qasim Sulêmanî (ku neyarê Kurd û Kurdistanê ye) dikin.

Pkk pêvajoya çareseriyê çima xerakir? Ji bo demoqrasîya Tirkî, ne pêwist e ferdekî Kurd bi tenê jî bê kuştin. Çima ji bo demoqrasîya dewlet û neteweya serdest xortên kurda canê xwe bidin.

Ya din jî wek hûn dibên, “em ne li hember sînor, al û qanûnîyeta dewleta Tirkî ne”, wê gavê li vî welatî divê hûn tekoşîna demoqrasiyê bi rêbazên demoqratîk bikirin.

Ev tekoşîna çekdarî û xwestina demoqrasîyê, xweserîya demoqratîk, ne li gorî hev in. Ji bo van xwestekan ne pêwîst e berikek biteqe û pozê yek kesî jî xwîn bibe! Loma divê ev şer bê rawestandin û çek bên danîn!

Madem hûn parlamentoya mêtinkar nasdikin û partîyên resmî vedikin û nûnerên xwe dişînin parlamento û sond û qanûnên datînin ber we pêktînin, wê gavê çima rêya şer hildibijêrin. Ji bo van daxwazan, wê gavê hûn karin li parlemento û bi rêbazên demoqratîk têbikoşin…

Îran, van rojana di derbarê pirsgirêka kurdê xwe de gavne berbiçav avêtin. Bi vê gav avêtinê dixwaze berê kurda bide xwe.

Kurd, divê hemî li ser nirxê netewî ji bo Kurdistanek azad û serbixwe bibin yek. Ev helwest di hemû Rojhelatanavîn de wê kurda bike aktorekî sereke û giring…

Bi hezran kesên kurd ji welat direvin, dibin penaber. Li ser demografiya Kurdistanê ev xeterek mezin e.

Li gelek bajarên Kurdistanê serjimara kurdan kêm dibe û ereb pir dibin. Ji bo kurtêlek xweştir ji Kurdistanê direvin, Kurdistanê vala dikin. Ew erebên tên warê we, xanî û malên we bi nîv heq dikirin, ma qey ne insanin! Çima ew li welatê we karin bijîn û hûn ji bo kurtêlan û ji tirsa direvin dibin penaber? Çima kurd nikarin li Kurdistanê bijîn?

Kesên direvin Ewropa, qaşo ji bo jîyanek baştir diçin, lê li kolanên Ewropa û di nava civaka Ewropa de perîşan dibin, rezîl û riswa dibin! Ji nirx û taybetmendiya kurdewarî bi dûr dikevin, zarokên wan asimîle dibin û wenda dibin. Yên diçin, hin ji wan di deryayan de dixeniqin û telef dibin! Ev jî li hesabê neyarên mêtinkar tê.

Bê çawa neyarên kurd herdem bi hev re alîkarî dikin, li himber kurd û berjewendiyên Kurdistanê dibin yek, divê li ser nirx û berjewendiyên Kurdistanê kurd jî bibin yek. Berjewendiyên xwe û partîkên xwe bihêlin û bibin kurd û neteweperwer. Yên ku hûn karmendên neyaranin jî destê xwe ji wan berdin; ji zilamtîya xelkê re pêşeroj tune ye. Hunê bi vê karmendiya neyaran xwe rezîl û perîşan bikin.

Ji xwe kursiyên patronên we jî nuha kildibin û wê hilweşin. Hîn ku dem hey e hûn dest ji patronên xwe berdin. Ji bo sibehê hûn karibin li ruyê civaka kurd binerin…

Parlemena Kurdistanê, divê tavilê civînekê çebike û li ser serxwebûna Kurdistanê biryar bigire. Herkes, sazî û partî divê sefê xwe eşkere dîyar bike. Dem derbasdibe û her ku diçe kar û barên hêzê kurdî dijwartir û girantir dibe. Ji bo dewletbûnê çi gav pêwist be, divê tavilê bên avêtin.

Pêşmerge û polîs divê bibin yê dewleta Kurdistanê. Pêşmerge û polîsên partiya nemînin.

Pirsgirêka serokatiyê, parlemanê, ilankirina dewletê, referandûm, avakirina sazîyên civakî û wd. divê tavilê bên çareserkirin.

Hemî sazî û partî, heta avakirina dewleta Kurdistanê divê birêz Serok Berzanî peywîrdar bikin û hemî erkê bidinê.

Piştî avakirina Kurdistana serbixwe, divê bi rêbazên demoqratîk hilbijartin çêbibe û gelê kurd kê layiqî kîjan meqamî bibîne bi kêfa xwe ye. Ki bibe serokomar, kî bibe hukumet wê xwanê bibe. 03 TEBAX 2015

Mihemed Mêhdî NECÎRVAN

Nerîna te