PSKyê biryarên kongreya xwe ya 4an eşkere kirin

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) kongreya xwe ya 4an li dar xist û biryarên kongreyê eşkere kirin.

Bayram Bozyel careke din wekî Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) hat hilbijartin.

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) 15ê mehê li Ameda Bakurê Kurdistanê 4. Kongreya 4emîn a Mezin a Asayî li dar xist.

Kongreya PSKyê ya ku bi dûrişma “Çareseriyeke federal ji bo pirsa Kurd” hat lidarxistin beşdariyeke mezin li xwe girt.

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) di kongreya xwe de 6 biryar standin.

Biryarên Kongreya 4emîn a Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) wiha ne:

Biryar 1:

Kongreya me tekez dike ku Tirkiye di siyaseta ku sed sal zêdetir e li dijî gelê Kurd dimeşîne de gihîştiye wê dereceyê ku êdî nikare berdewam bike, gihiştiye xeleka xitimandinê. Her wiha Tirkiye ji ber bandora şert û mercên navxwe û derve ketiye nava lêgerînekê, di encama dan û standinan de biryara PKKyê ya danîna berdana bi awayekî erênî dinirxîne.

Kongreya me daxuyaniyên rayedarên dewletê yên ku îdia dikin pirsgirêka Kurdan bi berdana çekan a ji aliyê PKKyê ve hatiye çareserkirin red dike û vê têgihîştinê wekî tehrîfkirina rastiyan û israrkirina berdewamiya polîtîkayên dema borî destnîşan dike.

Bi heman awayî, Kongreya me têgihîştina Ocalan a redkirina federasyon, otonomî û mafên çandî yên ji bo Kurdan nayê qebûlkirin û vê nêzîkatiyê wekî înkarkirina têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadiyê ya sed salî pênase dike.

Kongreya me ku têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadiyê ya sed salî wekî têkoşîna statuya neteweyî ya bingehîn dibîne, piştrast dike ku kes nikare vê daxwaza gelê me îpotek bike û gelê me wê bi biryardarî têkoşîna xwe ya ji bo statuya neteweyî bidomîne.

Biryar 2:

Kongreya me tekez dike ku pêşhatên li Rojhilata Navîn ji bo gelê Kurd derfetên dîrokî hatine holê, rêya sûdwergirtina ji van derfetan ew e ku hem li ser asta her beşê welat û hem jî di warê hêzên Kurdistanî yên li çar beşên welatê me de bi pêkanîna yekîtiya neteweyî ve girêdayî dibîne.

Kongreya me ji bo ku gelê Kurd li Tirkiyeyê azadiya neteweyî bi dest bixe, hevkarî û tifaqa herî berfireh a hêzên demokratîk ên neteweyî yên Kurd pêşniyar dike. Hêzên demokratîk ên neteweyî yên Kurd dikarin li dora xalên hevpar ên neteweyî û stratejiyeke neteweyî bibin yek û gelê me ji bo armanca azadiya neteweyî seferber bike. Pêkanîna înîsiyatîfa yekîtiya neteweyî divê êdî nayê bipaşxistin.

Dema ku em hêza xwe bikin yek, em dikarin hem hêviyeke xurt ji bo gelê xwe biafirînin û hem jî doza xwe ya mafdar û daxwazên me yên neteweyî bi mixetabên xwe bidin qebûlkirin.

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê wê di hewldanên xwe yên ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî, çawan ku di demên berê de bi dilsozî tevgeriya, ji vir û pê ve de jî bi dilsozî, berpirsiyarî û bi prensîbî tevbigere.

Biryar 3

Kongreya me di van salên dawî de, hukmê desthilata her ku diçe ber bi otorîteriye ve diçe pênase dike. Desthilata otorîter, destûra heyî rawestandiye, prensîbên bingehîn ên qanûna gerdûnî paşguh dike, li dijî partiyên opozîsyonê, şaredariyên herêmî yên ku ew kontrol nake, li dijî rêxistinên civaka sivîl û rewşenbîran, li hemberî çapemeniya opozîsyonê bê tehamûliyê û nerazîbûnê nîşan dide. Kongreya me, van kiryarên hukmê desthilatê bi dengekî bilind şermezar dike.

Kongreya me ku pêkanînên qeyûman wekî li dijî prensîbên bingehîn ên demokrasiyê dibîne, operasyonên desteserkirin û girtinên kêfî û neqanûnî bi tundî şermezar dike.

Kongreya me, hemû hewldanên ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê, bicihanîna maf û azadiyên bingehîn û avakirina hawirdoreke siyasî ya demokratîk û azad a bê tundûtûjî bi hemû awayî piştgiriya xwe derdibire.

Biryar 4

Komara Îslamî ya Îranê ya paşverû û kevneperest, polîtîkayên wê yên komkujî û zordariyê yên ku li hundir têne meşandin û armancên wê yên dagirkerî û berfirehbûnê bi gelemperî gelên Îranê xistiye nav feqîrî û xizaniyê. Rejîma Melayên ji ber vê siyaseta li dijî gelên Îranê, meşrûiyeta xwe ji nav gel û di çavên gel de winda kiriye.

Kiryar û helwestên wê yên ku ji xwe re kiriye armanc, têkbirina aramiya herêmê û hewldanên wê bidestxistina çekên nukleerî ji bo avakirina hegemonyayê ye. Bipêşvebirina vê bernameyê li derveyî kontrola Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî û saziyên pê ve girêdayî ye. Rejîma Îranê ji ber van hewldanên xwe ji erişên derve re vekiriye. Êrişa Îsraîlê ya li Îranê di vê çarçoveyê de herêm xistiye nav serdemeke nediyar û kaotîk. Ev rewş xwedî potansiyela derketina aloziyan li Îranê ye.

Di şert û mercên heyî de ji bo bidestxistina mafên xwe yên neteweyî û demokratîk li Rojhilatê Kurdistanê hawirdoreke nû diafirîne. Di warê hevsengiya nû ya ku dê li Îranê derkeve holê, firsendeke mezin e ji bo gihiştina azadiya gelê me. Ev jî berpirsyariya avakirina yekîtiya neteweyî dixe ser tevger û hêzên welatparêz ên Rojhilatê Kurdistanê.

Kongreya me bi vê boneyê hevgirtina xwe ya tevahî û biratî bi tevgera welatparêz a Rojhilatê Kurdistanê re diyar dike.

Biryar 5

Kongreya me zext û ambargoya aborî ya ku ji hêla Hikûmeta Federal a Îraqê ve li ser gelê Herêma Federal a Kurdistanê hatiye ferzkirin û siyaseta wê ya birçîkirina gelê Herêma Kurdistanê bi nedayîna mûçeyên karmendên sivîl şermezar dike û bangî wan dike ku bendên destûrê bi cih bînin.

Kongreya me, berçavgirtina pêşhatên dawî yên li herêmê, hêvî dike ku hikûmeteke bihêz û berfireh di Parlamentoya ku di encama hilbijartinên azad û demokratîk de hatiye avakirin de were damezirandin da ku van gef û pirsgirêkên li Herêma Federal a Kurdistanê derbas bike û ji holê rake û piştgiriyê dide destpêşxeriyên di vî warî de.

Biryar  6

Kongreya me tekez dike ku hilweşîna rejîma Esed ji bo gelê Kurd li Sûriyeyê derfetên dîrokî aniye. Kongreya me, bi tekezkirina ku azadiya gelê me li Rojavayê bi yekîtiya neteweyî ye, Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya ku 27ê Nîsanê li Qamişloyê pêk hat û hemû alî tê de beşdar bûn pîroz dike.

Kongreya me têkoşîna rewa ya gelê me li Rojava ji bo azadî û statuya neteweyî silav dike û piştgiriya bi hemû  warî de diyar dike.” (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *