Peyama Barzanî li ser roja Ala Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, roja Ala Kurdistanê pîroz kir û got, ji bo ku Ala Kurdistanê bilind bimîne zarokên me di çeperan de şehîd dibin.

Serok Barzanî bi helkefta Roja Ala Kurdistanê, peyamek belav kir. Barzanî di peyama xwe de dibêje, wezîfeya me hemiyan e em ala xwe biparêzin û bidin destê nifşa nû.

Naveroka peyama Barzanî wiha ye:

“Ez di roja Ala Kurdistanê de bi hezaran silav li giyanê pakê şehîdên me yên serbilind dikim. Di vê roja pîroz da ez ji berxwedêriya gelê Kurdistanê û fedakariya pêşmergeyên qehreman memnûn im. Ala me nîşana yekdengî û yekbûna gelê me ye û ji bo serbilindî û rizgariya yekcarî, me hemiyan di çeperekê de kom dike. Ji bo ku ala me hertim bilind bimîne zarokên me l eniyên şer canê xwe dikin qurban û şehîd dibin. Reng, nîşan û sembolên ala Kurdistanê pênaseya aştî, azadîxwazî û teslîmnebûna gelê me ye. Ew nirxên ku rêberên me yên nemir ji bo me hîştine, divê em biparêzin û bidin destê nifşa nû. Werin em ala xwe biparêzin û peyamên wê bicîh bînin. Roja Ala Kurdistanê li tevahiya gelên Kurdistanê pîroz bibe.”

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *