NÛREDDÎN ZAZA SÎYASETVANEKÎ MILÎ, KURDISTANÎ, JEHATÎ BÛ… 

JI KOMÎTEYA AMADEKAR YA PARTÎYA DEMOKRAT A KURDISTAN A SÛRÎYE`YÊ RE,

Heval û Dostên Hêja,

Ez di despêkê de ji we re sipas dikim ku hûn ji bona serokekî, nivîskarekî û dîplomatekî Kurd/Kurdistanê Nûreddîn Zaza li ser mezelê wî  civînekê li dardixin û hûn wî bibîrtînin.

We ew kesê hêja dîsa anî bîra me û hemû kurdan.

Hîç şik tune ye ku ez jî wek her kurdekî gelek xemgîn im ku berîya 32 salan me birayê mezin Nûreddîn Zaza wenda kir. Wî ji nav me koç kir. Wî, em ji aliyê zimanê kurdî û edebayata kurdî ve sêwî hîştin. Çû cem serokên Kurdistanê ku ji wan re şêwirmenî bike.

Silav ji wî û ji serokên Kurdistanê re.

Heval û Dostên Hêja,

Birêz Nûreddîn Zaza bi çend rêzan danasîn gelek zehmet e û ûstatî dixwaze. Lê ez dixwazim bi çend rêzan wî bidim nasandin û bibîrbînim.

NÛREDDÎN ZAZA,

Zarokê Şoreşa Milî ya 1925an e. Ew dema zarok bû bi birayê xwe yên mezin Serokê Civata Kurd Nafîz zaza re li Bakûrê Kurdistanê çû li Rojavayê Kurdistranê cîwar bû. Dibastana destpêkê, navîn, bakelorî li Sûriyeyê qedand.

Ew li Ewrupayê xwendevanekî jêhatî yê kurd bû. Wî li Ewrûpayê doxtora jî qedand û ji bona neteweya kurd û Kurdistanê lêkolînên baş û mezin pêk anî.

Ew, zimanzanekî zîrek bû û edebiyatzan bû.

Wî çend ziman bi hev re diaxivî. Ew serkanîya zimanan bû.

Ew serokê cîwanên kurd yên li Ewrûpayê bû.

Ew sîyasetvanekî milî, kurdistanî, jêhatî bû.

Ew damezrêner û Serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê bû. Wî di sala 1957an de di şertên gelek zehmet de bi çend hevalên xwe ve Partîya Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê ava kir. Pişt re navê partîyê hat guhertin. Navê partiyê bû, “Partiya Demokrat a Kurdên Sûrîye`yê.” Di sala 1960î de hat girtrin û ket hepisxaneyê.

Ew dîplomatekî baş yê kurd bû.

Ew rewşenbîrekî derveyî rêzê yê balkêş bû.

Ew kurdekî serbilind, dostê Şoreşa Milî ya Başûrê Kurdistanê bû.

Ew di nav entellektuelên Ewrupayê de jî  kesekî bi navûdeng bû.

Ew damezrênerê Enstitûya Kurd li Parîsê bû.

Ez bi mirina Nûreddîn Zana gelek xemgîn im. Ez ji bona we, malbata Birêz Nûreddîn Zaza, hezkirên wî, Kurd û Kurdistanê sersaxî dixwazim.

Divê em Nûreddîn Zazayê Madenê/Xarpûtê qet ji bîr nekin. Her dem di mêjî û dilê xwe de bidin jiyandin.

Xebatkarê Doza Kurdistanê Îbrahîm GUÇLU

Diyarbekîr, 05. 10. 2020

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *