Nîjadperestîya Komara Tirk û Sebeba Êrîşa li hember Kurdan

Komara Tirk, li ser kavilê Împaratorîya Osmanî û li ser navê neteweya Tirk avabû. Yên vê dewleta avakirin û bûn rêvebirên wê, bi giranî leşkerên dewşirme bûn.

Ji bo li ser erda ku wek welatê Tirk hat dîyarkirin, kesên ku xwe wek tirk bi nav dikirin, li tu derê ne di piranîyê de bûn.

Loma rêvebir û îdeologên komara Tirk, projeyên tirkkirina welatên ku bi giştî navê “Turkîye” lêkirin, amade kirin! Îdeologên ku van projeyên nîjadperest amade kirin û pêkanîn, bi giranî yên mîna Zîya Gokalp dewşirme û xayinê milletê xwebûn.

Projeya Tirkirina Enedol û Kurdistanê, hîna berî Komarê, ji salên 1915 de, ji tevkujîya gel û cemaetên ne musluman, yên mîna Rûm, Ermenî, Suryanî, Nastûrî û Ezîdîyên Kurd destpêkir.

Ew Rûm û Ermenîyên ku ji ber kêrê filitîn û qaşo bi peymana Lozanê jîyan û mafê wan hat parastin, ket bin garantîya navnetewî jî bi berdewamî zulm û zordarî li wan hat kirin, ji bo malê dewlemendên Cihû, Rûm û Ermenîyan dewrî yên dibên em Tirk in bike, Meclîsa Tirk di sala 11.11.1942 de Qanûna Baca Hebûnê (mal û milk) derxistin. Serokwezîrê Tirk Şukru Saracoglu digot: “Em Tirk in, Tirkperest in û emê hertim Tirkperest bin; em ne Tirkperestên kêm dibin û kêm dikin, em Tirkperestên zêde dinbin û zêde dikin!”

Piştî ku Komara Tirk, dest danî ser mal û milkê ne muslumanên ji ber kêrê filitîbûn, ji bo wan bi tûmî ji holê rake, vê carê jî 6-7.09.1955 an de li Îstanbolê, grûbên diz û serserîya amade kirin û şandin ser mal û dikanên Cuhî, Rûm, Ermenî û Suryanîyên Îstanbûl kiribûn sitara xwe. Hinek jê kuştin, tecawizî jinê wan kirin û malê wan talan kirin.

Wê gavê, projeyên tunekirin û Tirkkirina Kurdan bi giranî pêkanîbûn. Tevkujîyên Qoçgîrî, Tevgera Şêx Seîd, Nehrî, Remî û Reşkotî, Sason, Agirî, Hezro, Motkî, Bêcar, Tendûrek, Stewrê, Zîlan, Çolemêrg pêk anîn; kes û malên ne hevalê dewletê, heta ku hevalê dewletê bûn, lê di civata Kurd de xwedî bandor bûn, fermana bi sedhezaran Kurd rakirin û bir bir koçberî gund û bajarên Enedolê kirin.

Piştî paqişkirin, radestgirtin û hêsîrkirna Kurdan, zimanê Kurdî jî bi qanûn qedexe kirin. Li leşkerîyê “Alî Okul” vekirin; Dibistanên Niştî yên Herêmî vekirin; bi lêdan, xeber û dijmînê giran û îşkence, zarokên Kurdan fêrî Tirkî kirin.

Nerîn ku bi tûmî bi serneketin, li Kurdistanê çepîtî belav kirin û pirtûk, kovar, rojname û belavokên bi tirkî di nava civata kurd de belav kirin. Partîyên li ser navê rizgarkirina Kurdan derketin holê, navê wan bi Kurdî, lê her çalakî, xebat, semîner, xebata perwerdeyî, propaganda û ajîtasyona wan bi Tirkî bû. Loma berê civata Kurd jî dan Tirkî. Pirbûna dibistanên dewletê û wergirtina meslekên resmî û rêzefîlmên tv`yan, ev asîmîlasyon li ser Kurdî zêdetir kir. Lê ev jî têrî dewletê nekir!

Bi sîyaseta PKK/HDP ya bi Tirkî û li ser şîddetê dimeşe ku tu demê nebûye xwedîyê sîyasetek Kurdî û Kurdistanî, vêya asîmîlasyon, dejenerasyon û şîddeta dewleta Tirk li ser civata Kurd zêde kirîye.

Ji bo serwerîya dewleta Tirkperest ya li ser civatê misoger bibe, Civata Musluman û Elewî, çep û rast, “şoreşgêr” û eşîr bera hev dan. Êrîş û kuştinên, Erzîngan, Sêwas, Çorum, Mereş, Sêwrek û Hîlwan û hemû çalakîyên PKK, xizmet ji planê dewleta Tirk ya nîjadperest re kirîye.

Hukûmeta AKP, pêşî behsa Kurdan û mafê wan bi erênî kir, lê piştî ku bi MHP û bi Ergenekonê re ket hevkarîyê, civata “Tirk” terorîze kir. Şerê bi PKK re kir bahane, gelek caran li bajarê Tirkan, bi îstîxbarat û polîsên xwe êrîşî mal û dikanê Kurdan dan kirin. Kurdek çima bi Kurdî axivîye, çima li sitranek Kurdî gohdar kirîye, çima gotîye:”ez Kurd im!” hatîye lînçkirin yan kuştin. Ev sîyaseta dewleta Komara Tirk e. Heta yek mirovê ne Tirk li Enedol û Kurdistanê bimîne, wê vê sîyaseta Tirk ya nîjadperest û êrîşkar berdewam bike.

Gelê Kurd li Herêma Kurdistanê bi gelemperî xizan û birçî ye. Dewlet vê herêmê bi plan pêşde naxe. Qada kar lê kêm û teng e. Gelek malbat ji bo debara xwe bike, ji mecbûrî wek karkerên demsalî diçin Derên cuda yên Enedolê kar dikin. Lê li van cîyan, kesî bi taybetî koka wan ne tirk e, lê bi zorê bune tirk, nefretê ji Kurdên çima nebûne tirk dikin û bi handan û piştgirîya hêzên dewletê, gelek caran êrîşî Kurdan dikin û bi gotinê xerab tade û heqaretê dikin.

Herî dawîn jî li Sakarya, bi xeberên pîs êrîşî Kal û pîr û zarokên Kurd yên ji Keleka Mêrdînê kirin. Wan bi serjêkirinê û şewitandinê tehdît kirin! Çimkî dewletê bi hezaran gundê Kurd şewitandin û cendirmê dewletê, bi bahaneya şerê bi PKK re, serê zarokên Kurd jê dikin û di rojnameyan de jî bi “serbilindî” diweşînin! PKK jî bi sîyaset û çalakîyên xwe yê şaş xizmetê ji vê sîyaseta dewletê re dike.

Heta Kurd wek civat bi rêxistin nebe û yekîtîya xwe saz neke, wê êrîşên dewletê jî bi van şêweyan û bi xurtî berdewam bin!

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir