MİRİNA BÊ WATE

Van demên dawiyê kurd li her deverê têne kuştin. Mirinek bê wate bê fêde û erzan. Ji bo demoqrasiya xelkê em têne ser rêya canê xwe didin: Ji bo xwe, ji bo kurda, ji bo Kurdistanê em tu tiştî naxwazin. Hew tenê ji bo dagirkerên welatê xwe em demoqrasiyê dixwazin.

Ev çend sal in li Bakur pevçûn nebû, mirin, girîn, tabût nebûn. Şer çima dest pêkir, kê dest pêkir tu kes nizane!

Lê çi kesên ku xwedî hestên netewî û xwediyê ramana azad in, dizanin ku fêda vî şerî li neyarên kurda û zerara şer li hemî destketiyên kurda û li Kurdistanê ye.

Ku mero xwîn da can da divê li himber wê mero tiştekî bixwaze û bi dest bixe.

Ji çar meymûna Yalçın dibêje: “Paşnavê min Biçûk e, lê ez bi xwe pir mezinim. Me kurd ji hestên netewî, Ji BARZANî, ji daxwaza serxwebûnê bi dûr xistin; me ew anîn xeta ji bo demoqrasiya me canê xwe bidin…”

Bi rastî jî kurdê ku ew dibêje hatine wê xetê. Dibêjin “demoqrasî, biratiya gelan, Xweserîya Demoqratîk” tiştên pûç, vala û bê wate ne.

Li Bakur, Başûrêrojava û Rojhelat bi dagîrkeran re di nava hevkarî û têkiliyên qirêj de ne.

Li Başûrêrojava, li pey ku opuzisyona Sûrî bi dest şerê çekdarî kir bi du mehan, di Gulana 2011’an de rayedarên Dewleta Surî û rayedarên PYDê li hev rûniştin û li hev kirin ku dewlet wê heremên kurdî radestî PYDê bike. PYD jî wê nehêle tu hêzên kurdî. partiyên kurdî têkeve Başûrêrojava û tekoşîn bike. Vêya jî bi awayekî tund pêk anî.

Çi kesên ku xwest xebatêkê bike li rastî êrîşên wan hatin, hatin revandin, kuştin  an jî nefî kirin. Bi sedan kurd hatin kuştin, hatin revandin û wendakirin yan jî ji welêt revîyan bûn koçber. Çiqas ku hêzên kurd dibêjin: “em jî werin li ba we bi neyaran re şer bikin” jê îznê nadin. Lê nîjadperestên Ereban (wek VOLQANA FERAD) dikin nava xwe û bi wan re hevkariyê dikin. Wana jî li KOBANê çi kirin, ji xwe xwanêye.

Li Rojhelat jî bi dewleta Îranê re hevkariyê dikin û li gorî ku soz û peyman dane dewleta Îranê nahêlin ku pêşmerge têkevin rojhelat. Yên xwestin têkevin xaka Rojhelat jî beranberî êrîşên wan hat.

Gerilayên PKKê jî ji pêşmergeyên ku dora wan girtibûn re digotin: “Me soz daye Îranê, em nahêlin hûn werin vir. Me bi sedan şaşiksor (pêşmerge) kuştine, emê we jî bikujin!” Bi telsiz û telefona ku ji Hewlêrê hat kirin, çembera dora pêşmerga rakirin, li pey du kuştî, çar birîndaran pêşmerge derketin.

Li Başûr jî bi qampanya reşkirinê, bi xwestina avakirina qaşo qantonan neyartîya xwe ya li himber kurd û Kurdistanê eşkere kirin. Lê li başûr têkçûn. Îtîraf kirin ku ji dewleta merkezî ya IRAQê pere sitendine û qanton avakirine.

Wê jinika hûrik ku qampanya reşkirina pêşmerge dikir jî ku pere ji heman merkezê wergirt ew û xoşewistê xwe yê Lubnanî çûn Dubaî betlanê û kêfê…

Evana, mixabin ji key bêtir keyperest in. Li her çar perçeyê Kurdistanê patronê wan têk diçin, dikin tune bibin, lê evana hîn jî li pey wan in û di xizmeta wan de ne. “Ji devê ketîye ji hop hopê namînin.”

Li herçar perçê Kurdistanê, wer kirine serê hevalên xwe, dibêjin: “Em tiştekî naxwazin, neyar bi vi avayî bi tundî tê ser me, me dikujin ku em tiştekî bixwazin gelo wê çi bikin!”

Ji tiştên ku nuha dikin girantir tu tiştê ku bikin tune ye. Lê vêya baş zanibin ku kurd bibin kurd, bibin kurdperwer nema karin tu tiştî jî bikin…

Li Başûr hêvî dikim pirsgirêka serokatîya heremê bi rêbazên demoqratîk li gorî berjewendîya Kurdistanê bê çareserkirin.

Serokê Kurdistanê, divê tavilê peşmerge bike hêzek netewî û di bin emrê serok an wezîrê karên pêşmerge xîne.

Heta ku pêşmerge, pêşmergeyên partîya be, gava serxwebûnê nayê avêtin. Divê kurd vê fersendê ji dest bernedin.

“Fersend bi beza kîso tê bi beza xezalê diçe!”

Divê sazî, rê û rêbazên serxwebûnê tavilê bên avakirin, serokatîya BARZANî heta avakirina dewletê bê dirêjkirin. Ku ji palemento ev biryar dernekeve, bila bi dengê gel bi referandûmê serokê heremê bê hilbijartin. Serokê nû, divê ji bo avakirina Kurdistana serbixwe gavên pêwist tavilê bavêje.

Rewş ji hêla aborî, siyasî û leşkerî nebaş dibe. Referandûma serxwebûnê jî divê zû were çêkirin…. 02.09.2015

Mihemed Mêhdî NECÎRVAN

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir