MARMAROK Û GUMGUMOK!

Di vê meha dawî de li welatê me pir alozî û gengeşî rûdan. Mak û bingeha hemî gengeşîyan
pirsgirêka kurd e. Ev çar dagîrkerên welatê me bi koranî û neyarî li pirsgirêka kurd dinerin.
Ku dibînin wê Kurd hinek destkeftiyan bi destxin, kor dibin hiş û aqil wenda dikin. Bi dêhnayî
bi koranî diçin ser pirsgirêka kurd tawîzan didin dewletên têkildar û ne têkildar.
Kî ku bixwaze ji van dewletan tawîzekê bistîne, peyvekê bahsa kurda bike bes e: Dewletên îhala distîne, ji van dewletên neyar, dewletên çekan difiroşin wan, dewletên berhemên wan bi erzanî talan dikin!..
Li pey ku hat têgihiştin ku wê kurd li rojava statuyekê bi destbixin Tirkîye, Îran, Sûriye û
Rûs li hev kirin; hinan tawîz da, hinan tawîz standin li himber kurda bûn yek.
Sûri Hesekê bombebaran kir. Tirkî ket Cerablûsê, Rus çavê xwe ji êrişa Tirkiyere girt, Îran bi hemî hêza xwe piştgirî dide Sûrî û Tirkîyeyê. Hukumeta merkezî ya Iraqê jî hevkarê
wan e.
Ev çend û çend sal in. ji bilî edalet û mirovahiyê, tu tawîz nema ku we neda, tu zilm nema we nekir, tu rê û rêbaz nema ku we bi karneanî.
De ka bi edalet û bi mirovahî bi hezkirin li pirsgirêkê binerin û çareser bikin. Wê wextê
hewce nake ku hûn tawîza bidin, şerefa xwe binpê bikin, serê xwe bitewînin. Bi edalet,
bi hezkirin, bi wekhevî, bi azadî bi kurda re bibin cîran. Heta nuha we ev neceribandiye ka
rêya mirovahî û edaletê jî biceribînin. Wê ev xwîn, Talan, tawîz, bêşerefî, serberjêrî, bêedaletî, neyarî, dijberî, nemirovatî bi dawî bibe….
Heta nuha we ev rêya bi xwîn zilm û giranbuha bi kar anî, we hemî tişt wenda kir. Ka vê carê
rêya edalet hezkirin û mirovahîyê biceribînin. Erzan e, bi mirovahî û bi serfirazî!..
Qewlekî Ezdîya weha dibêje: Wexta ku Nemrûd, wê Hz. Brahîm bavêje nava agir, marmarok
gulpa xwe ya biçûk tije av dike û li agir dike; gumgumok jî ji bo agir gûr bike pif agir dike!
Ji wan pirs dikin: Ev newala tijî agir ev agirê mîna deryayê wê bi ava devê te vemire qey, dikeve serê te ku tu agir vemirîne? Heman pirsê ji gumgumokê jî pirsdikin; ev derya agir gelo bi pifa te wê gûrtir bibe?
Marmarok dibêje: “Na bi ava devê min agir venamire û kêm nabe, lê bila
bê zanîn ku ez dilxwazê Hz Brahîmim!”
Gumgumok jî dibêje: “Ez zanim ku bi pifa min agir gûrtir nabe, lê bila bê zanîn ku ez dilnexwazê Hz. Brahîmim!”
Di van rojanan de hemî neyar, dijmin, dilnexwaz û dost, dilxwaz, hezkiriyên kurd û Kurdistanê derketin hole: Ev dewletên dagirkerên Kurdistanê û qaşo partîyên ji aliyê wan ve hatine avakirin, li ser navê kurdan hemîyan ji her aliyî ve êrîşî kurd û Kurdistanê dikin. Ev partiyên qaşo kurd jî her roj saziyek nû ya îxanetê ava dike û kurdan bi kuştin dide, ji bo qanton û welatê -dewletên- demoqratîk bibe!
Ji bo ku teror heye ji xwe demoqrasî çênabe. Ev dewletana ku bi tundî neyartîya hev dikin ku kurd-Kurdistan dibe mijara gotinê; dibin dost, hevkar û yek. Ev hemî Nemrûd in û gumgumok in.
Ev hemî neyar in û divê neyartîya xwe bikin. Gazin ji wan nabe. Wana hemî sîyaseta xwe li ser neyartîya kurda avakiriye!
Pêşî dibêjin; “dêhnek kevirekî davê bîrekê. çil biaqil, hişmend nikarin derxin!” Ew jî pêşîyê wan neyartîya kurda daye ber wana, nikarin ji vê rêçika neyartîya kurda derkevin…
Di vê sîyaseta xwe ya neyartîya kurd û Kurdistanê de, hemî pişta hev digrin, alîkariya hev dikin, rê bi berhev dixin û kêmasîyên hev temam dikin…
Divê kurd li himber vê sîyaseta neyaran çi bikin? Sîyasetek çawa bi rêve bibin, daxwaza çi bikin?
Lê hemî kesên kurd, kurdewar, Kurdistanî, xak û alperwer, divê mîna marmarokê avê li vî agirê ji her çar alî ve bi Kurdistanê ketîye bikin.
Divê tu kes nebêje; ma hêza min çi ye, bi min ev agir kêm nabe û venamire. Belê wê vemire û divê herkes dilxwazîya xwe ji bo kurd û Kurdistanê diyar bike.
Bê çawa hemî dijberên kurdan hevkar û yekin, divê hemî kurd jî hevkar û yekbin. Ji vêya pêve tu rê û çare tuneye!
Ya na, mîna ku di serê sedsala bistan de, bê çawa axa beg û paşayên kurdan, Kurdistan ji dest dan; serê sedsala bist û yekê jî axa û paşayên qaşo partiyên kurda ne, wê Kurdistanê ji dest bidin.
Ew kesên ji xwe re dibêjin serok, rêber û sekreter û axayê partiyên qaşo kurd in, tavilê werin
ser rêya kurdewarî û Kurdistanî, li refê azadîxwazan cih bigrin; ya na sibehê wê pir dereng be!.. 03 ÎLON 2016

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir