Lİ SER MİJARA “KURD Û HİLBİJARTİN” (2)

Di salên 1946an de bi zora dewletên emperyal û zextên Emerîka Tirkîye mecbûr hişt ku derbasî sîstema pir partîtî bibe.

CHP, di nav xwe de çar parlementer wezîfedar kir û daxwazên dewletên emperyal bi cîh anî.

Dewleta Tirk bi şêweyek parsekî, (ji bo alîkarîya plana Marshall bistîne) bi dek û dolaban dixwest welatên rojava û Emerîka bixapîne, lê belê muhalefata di nav gel de, her ku diçû bi awakî veşatî geş dibû, weke lehîyên biharê bê aso bû.

Di wan deman de Demokrat partî mecbûr dima ku li gor daxwazên gel tevbigere.

Piştî damezrandina Partîya demokrat Celal Bayar, pêşnîyarek ji Îsmet Înönü re anî! Pêşnîyara Bayar ev e: “Li bajarên ku Kurd lê dijîn, ne partiya demokrat ne jî CHP bila teşkilatan ava nekin û em li wir sîyasetê nekin.” Îsmet Înönü wê pêşnîyara qebûl kir. Heta salên 1955an ev polîtîka domand, lê ji ber zilma dewletê, gelê Kurd bi giranî piştgirî da partîya demokrat.  

Di salên 1950 an de, li Surî û Iraqê partîya BAAS derket holê. Partîya BAAS, li ser modela partîya Nazîyan û Îttîhat Terakkî hat avakirin.  CHP ji xwe re weke model/mînak girtin.

Ji bo li tu beşekî Kurdisatnê destkeftî çênebin û gelê Kurd nebe xwedî maf û statuyek sîyasî, mêtinkaran di nav xwe de peyman çêkirin. 

Piştî salên 1950 an şûnda gelê kurd di navbera CHP û Demokrat partî de hatin parve kirin. Bandora muxalefetbûnê, tesîrek mezin li partîya demokrat kir. Li dijî polîtîka û desthilatdarîya CHPê, partîya Demokrat, sîyasetek hişk domand û bû şirîkê desthilatdarîyê.

Ew alîyên ji sîstema yek partîtî û ji zilma CHPê aciz bûbûn, weke di nav xiraban de, xirabê herî baş hilbijêrin; di bin baskên partîya demokrat de sîyaseta xwe didomandin.

Li dijî hişyarbûn û rêxistbûna gelê Kurd, dewleta tirk bi hewldan û tedbîrên komkujîyê cardin rengê sîyaseta xwe dîyar kir. Di bin navê “qaçaxçîtîyê” de, li navça Ozalp ya bajarê Wanê, kûştina 33 gundîyên Kurd, ji bo heremê çav tirsandinek nû bû. Berpirsê wê komkujîyê General Mustafa Muğlalı bû.

Partîya Demokrat, gava li hemberî CHPê bi serket, ev bûyer anî rojevê û derheqê General Muğlalı de doz vekirin. Ev bi xwe, di nav gelê Kurd de bi kêfxweşî hat dîtin û bandorek erênî çêkir.

Piştî Mele Mustafa Barzanî û hevalên xwe ji sovyetê vegerîyan, bayê netewî û hestên Kurdewarî tirsek mezin xist dilê dagirkeran. Di demek nêzîk de bandora tevgera netewî xewnên Enqera û desthilatdaran tarûmar kir.

Têkilîyên sîyasî û dîplomasîya İraqê, Tirkî, Surî, Îran û Misirê li ser dijîtîya gelê Kurd îttîfaqên dizî çêkirin. Dewletên dagirker tedbîrên navxwo girtin. Tirkîye pir vekirî sîyasetek tunekirinê, weke mesaj da gelê Kurd: Qempa Sêwasê…

Di sala 1960an de, nêzîkî 500 Kurdên rewşenbîr, serok eşîr û rêvebirên heremê, li qempa Sêwasê dîl girtin. Sêdemên girtina wan bayê başûr bû. 

Ji salên 1938an heta 1960 an bêdengî û axa mirî ya li ser bakûrê Kurdistanê, tevgera Kurd kor û lal kiribû.

Dewleta Tirk vekirî digot ku: Hewldanên di bin serokatîya Mele Mustafa Barzanî de ku li Başûr diqewimin, ger li bakûr jî destpê bike: Ew dîlên di qampa Sêwas de wê bên gulebaran kirin.

Berîya herkesî dewleta tirk, li ber bayê vegera Mele Mustafa Barzanî kete tayê. Bandora wê tayê li oldar û çepgirên Tirkan kir. Hemû alî li dijî gelê Kurd ketin nav îtîfaqên gemarî. Dek, dolap, fesadî û lîstokên Jön-Tirkan êdî sînor nasnedikirin.

Piştî salên 1961an şûnda “şirîkatîya” Kurdan bi rêya çepitîyê ber bi qadek din ve meşîya.

Desthilatdaran dît ku girêdana Kurd ya bi CHP û AP (Partîya Adeletê) re têr nedikir. Piştî partîya Adaletê, demek şûnda Partîya Nû ya Tirkîyê hat avakirin. Her avakirina partîyek nû bala gelê Kurd kişandîye û bi girsayî piştgirî dane wan partîyan. Ji bo mînak em dikarin pêvajoya TÎP ê nîşan bidin.

Bi piştgirî û alîkarîya hinek mîsyonerên çepgir wargeha TİPê (Partiya Karkerên Tirkîyê) weke cîhê azadbûnê hat nîşandan. Di nav TİP ê de, hinek kesên dilsoz û nêzîkî Kurdan hêvî dan gelê Kurd.

Di hilbijartinan de cara yekem TİP bi hejmarek ber bi çav di parlementoyê de cîh girt. Di nav wan parlementeran de hinek jê Kurd bûn û dilsozê doza kurd bûn.

Lê belê dewleta dagirger, ji bo gelê Kurd, li ser bingeha xeta netewî nebe xwedî rêxistinek girsayî, mufetişên xwe li her derê bi cîh kiribûn.

Lê divê ev rastîya jî baş bê zanîn, di nav TÎPê de beşek jê, li ser pirsgirêka Kurd bi giranî disekinin û xistin rojeva Tirkîyê. Di derheqê wan kesan û partîya wan de doz vebû û di encamê de TÎP hat girtin.

Lê belê nebîyên ‘Teşkîlatî Mahsûs‘, carek din felsefa Îttîhat Terakkî û ya Kemalîzmê bi boyaxa sosyalîzmê pêşkêşî xortên Kurdan kirin. Mamoste û aqilmendên wan jî Doğan Avcıoğlu, Mihri Bellî, Doğu Perinçek, Mahir Kaynak, Mümtaz Soysal, ilhan Selçuk û Yalçın Küçük bûn. Di pişt perdê de, partîya Komünist ya Tirk kordînatorê vê lîstîkê bû.

Dîroka nêzîk dide xuya kirin ku di hemû demên berxwedan û serhildanan de, Partîya Komunist ya tirk, li dijî mafê gelê Kurd rawestîyaye. Ji berxwedana Şêx Seîd ya 1925an, Şerê Agirî, Sason, Dersim û her wekî din de helwesta Partîya Komunist ya tirk dîyar e. Ji helwesta Şefîk Hüsnü bigire heta serokên wan yên îroyin, her dem li kêleka Kemalîstan cîh girtine.

Wê bidome…

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *