Li Navenda Broya Kurdî ya Bruksel Konferans

BRUXELLES- 15/12/ 2019 Îroj, li Navenda Buroya Kurdî me konferansek li darxist.

Babeta konferansê, li ser kar û xebat’a Kurdzanê mezin Qanatê KURDO û kurtejîyana wî bû.

Qanadê KURDO, di sala 1909’han de, li gundê SÛSİZ yê navçeya Dîgor bi ser bajarê Qers’ê ve ji dayīk bû ye.

Ber bi dawîbûna şerrê Cîhanê yê 1em, 6 Gūndê Kurdên ÊZÎDĪ, ji ber hêrîşên artêşa Osmanî, ber be Ermenîstanê ve direvin, cîh û warên xwe li cîh dihêlin!

Malbata Qanatê Kurdo jî li gundekî Ermenîstanê yê bi navê AXBARANÊ bi cîh dibin.

Ew çax li Ermenîstanê nangiranî/xela he ye. Qanat û bavê xwe û tevlî apê wî Reşîtê OSMAN, ji bo debara xwe karî bikin, li paytextê Gurcîstanê Tîblîs’ê bi cih dibin. Pıştî çend salan ku dibistana “LAZO” dîqedîne, derîyekî xêrê jê re vedibe.

Bi alîkarîya Emînê EVDAL û Erebê ŞEMO, Komek zarokên Kurdan yên feqîr û sêwî, ji bo xwendinê dişînin Bajarê Lenîngradê (St.Petersburg).

Piştî dibistana Secondaire (navîn) Qanat, li Înstutîya ROJHELATZANÎYÊ, li beşa “Tarîx-Ziman-Lîteratorîyê” de qeyd dibe.

Serokê Înstutîyê Prof. ORBÊLÎ (yê Ermenî), di sala 1959an de, bi hevkarîya Qanat, di eynî Înstutîyê de “Beşa Kurdzanîyê” ava dikin.

Piştî salekī Qanatê KURDO dibe serokê Enstîtuyê, di sala 1968an de jî TEZ’a xwe ya Doktorîyê lı ser “Rêzımana Kurdî” (SORANÎ-KURMANCÎ) bi navê Doktorê Zanyarīya Fîlolojîyê distîne.

Demek paşê, Prof. ORBÊLÎ, Qanatê KURDO wek Serokê beşa “Kurdzanîyê”erkdar dike.

Pıştî mirina Prof. ORBÊLÎ, Qanatê KURDO dibe Serokê “Înstîtuya ROJHELATZANÎYÊ” LI LENÎNGRADÊ.

Qanatê KURDO, wekî “Hîmdarê Kurdzanîyê” tê naskirin.

Yek ji Şagirtên wi, Wezîrê EŞO yê bi nav û deng e. Derheq mamosteyê xwe de EŞO, waha dibêje:

Qanat, ne tenê Serokekî Akademîk bû, ew, bi şagirtên xwe re wekî heval, bav û bîra bû.

Qanatê KURDO, heya dawîya emrê xwe, weki Serokê “Inst. Rojhelatzanîyê” û Serokê beşa Kurdzanîyê kar û xebatên xwe ên bê hempa dide domandin.

Qanat di 31 Cotmeh 1985’an de koça dawî dık e!

Di konferansê de, kar, xebat û jîyana Qanat û berhemên wî bi hûrgilî hatin bi bîranîn!

Ahmet ALAN Bruxel.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir