Kurdistan dikeve bin dagirkerîya Oğuzan, Selçûkîyan, Tataran û Moğolan

Siddik BOZARSLAN

”Oğuzan ku pêşîyên Selçûkîyan in, di 1029an da ber bi rojava ve pêşve diçin û rastê orduyên Mahmudê Gazneyî tên. Piranîya eskerên orduya Mahmûdê Gazneyî Kurd bûne. Rêvebirê Kurdan di rojên ewil ên şer da dikeve destê Oğuzan. Oğuzan li ser serokê Kurd ê dîlketî teda û zulm dikin û şert datînin pêşîya wî ku divê eskerên Kurd ji şer vekişin û serokê Kurd ê dîlketî wî şertê oğuzan qebûl dike. Piştî ku eskerên Kurd ji şer vedikêşin, oğuzan serfîrazî bi dest dixin.

Oğuzan di 1037an da êrîş birine ser herêma Murağayê, bajar talan kirine û beşekî xelkê kuştine. Li hemberî wê rewşê Kurdên ku li wê herêmê dijîn, bi rêvebirîya Vehsuzan Bîn Mamelan ra dibin yek ku li Azerbaycanê hukum dikir, wan li dijî oğuzan şer kirin û oğuzî têk diçin.

Vehsuzan Bîn Mamelan, di 1029an da li Tebrîzê Hukumeta Ruvadîye ya Kurdî ava dike. Berîya wê jî Hukumeta Deylem a Kurdî ku ava bûbû, dibe pêşevayê wê hukumetê.

Li Îranê di 1035an da Hukumeta Şivankarre ya Kurdî ava bûye û ev hukumeta Kurdî heta 1335an jîyana xwe domandîye.

Hêzên ku di bin rêvebirîya Vehsuzan da bûn, di 1040an da êrîşê Oğuzan dikin û orduyên oguzan têk dibin; gelek fermandarên wan dîl dikin. Di wan deman da beşeke orduya Oguzan çûne sefera Ermenîstanê û di wê seferê da herêma Hakkarî û derdorên wê talan kirine. Hêzên Kurdî yên herêmê, derdorên hêzên oğuzan digirin, oğuzî têkçûneke mezin dixwin û ji eskerên wan 1500 kes tên kuştin, 7 fermandarên wan jî dîl dikevin destên Kurdan. Demek piştî wê têkçûnê Oğuzî careke dî xwe berhev dikin û êrîşê Dîyarbekrê dikin; herêmên Pişxabûr û Huseynîyeyê talan dikin. Dema ku Nasir Bîn Mervan-ul Kurdî têdigihîşe ku serî bi Oguzan ra dernaxe, ji Oğuzan ra gelek mal û xenîmet dide û bi wî awayî wan ji Dîyarbekrê dûr dixe. (Botan Amedî, Kürtler ve Kürdistan Tarihi I, Fırat-Dicle Yayınları İstanbul 1991, s. 114-115)

”Wek tê zanîn di 1071an da Şerê Malazgirê (Malazgirt) di navbera Sultanê Selçûkî Alpaslan û Împaratorê Romayî Diojen da diqewime û di şer da romayî têk diçin û Diojen dîl dikeve destê Selçûkîyan. Ji ber ku Selçûkî di vî şerî da serketinek bi dest dixin; ev jibo civata Kurdî jî dibe despêka qonaxeke nû di navbera Kurdan û Selçûkîyan da. Pêvajoya vê qonaxê dibe despêka dagirkerîya Selçûkîyan li ser Kurdan, yanî êdî Kurd dibin bindestê Selçûkîyan.

Awayê (şiklê) rêvebirîya Dewleta Selçûkî, ji pênc (5) hukumetan pêk dihat ku ji pênc malbat ango boyên (qolên) ku li derên cîyê hukumetên wan hebûn. Dewleta Selçûkî ya ku Kurdistanê û Îraqê jî bi dest xistibû, di 1117an da ava bûye û jîyana xwe heta 1214an domandîye. Dewleta Selçûkî ya ku li Orta Anatolyayê di 1077an da ava bûbû, 230 sal hukmê xwe domandîye ku ya herî emirdirêj bûye.

Dema ku Atabegî li Anatolyayê hukum kirine, Kurd rûbirûyê êrîş û dagirkerîya wan jî bûne.

Îmaduddîn û Tîmurlenk (Timirtaş), di 1134an da êrîşê Dîyarbekrê kirine. Dorpêçan û êrîşên wan ên jibo bajêr qederê mehek encam nedaye. Lê Îmaduddîn paşê êrîşên xwe birine ser Eşîra Hamîdîye ya Kurdî û herêmên baskên wan eşîran Akrayan û Susuyan xistine bin dagirkerîya xwe. Atabegîyan di 1142yan da jî êrîş birine ser Aşik û Erbî ku ew Emîratekî biçûk bûn û gelek xwîn rijandin. Îmaduddîn, di sala 1139an da êrîşê Şehrezurê kir, di 1142yan da jî êrîşê Hakarîyê kir, her herêmê wêran kir û ji wir jî ber bi Dîyarbekrê çû û bajêr xist bin dorpêçana xwe. Lê serfiraz nebû ku bajêr têxe destê xwe.

Atabegîyan di 1146an da êrîş birin ser Eşîra Boşnavîye. Kurdên ku di bin fermandarîya Husamettîn da bûn, şerêke dijwar li dar xistin. Gelek xwîn hat rijandin, lê Kurd teslîm nebûn. Dema ku şer berdewam dikir, Îmaduddîn dimire û eskerên Atabegîyan mecbûr mane ku hêzên xwe paşve bikêşînin.

Dema desthilatîya Atabegîyan li Kurdistanê nema, li herêma Cizîrê Hukumeta Azîzan ya Kurdî ava dibe. Her çi qas Akkoyunîyan vê hukumeta Kurdî hilweşandibin jî di esasê xwe da Osmanîyan dawî li vê hukumeta Kurdî anîne. (Botan Amedî, knd r. 115-116)

Dema Xalîfe Nasir Liddîn di 1185an da di navbera Kurdan û bapîrên Tirkan da şerek qewimî û ew derdora du sal dom kir. Di encamên van şeran da hin Kurdên herêmên Ezîne (Kilikya) û Surîyeyê, cîyên xwe terikandin û bûn koçber. Her wek di gelek bûyeran da, di êrîşên Tirkan da jibo Hakkarîyê ku di 1218an da qewimî bûn, dîsa xwîn hat rijandin. Her wekî ku van bûyeran hindik bûn, digel wan carna jî li Kurdistanê bûyerên xwezayî wek tofanan diqewimîya û ew dibûn semedên wendabûna gelek kesan. Wek mîsal, di 1225an da li herêma Cizîrê (herêmên Îraq, Musul, Mardîn, Dîyarbekir û Urfa-Riha) erdhejek (deprem) diqewime û nexweşîya belavbûnê (salgin) çêdibe û ew jî dibe semedê mirina gelek kesan.

Di 1217an da  herêma Kurdistanê îcar rûbirûyê êrîşên Harzemîyan dimîne. Dema Mehmet Harzem Şah li dijê Xelîfe yê Abbasî Nasir Liddîn di şer da ye, li herêma Çîyayên Zagros rastê Kurdan tê û normal e ku Kurd û Harzemîyan şer bikin. Kurê Mehmet Harzem Şah, Celalettîn di 1235an da tê herêma Zagrosê. Semedê (sedemê) hatina wî jî, ji ber ku Tataran welatê Harzem û Keleya Gazneyê xistibûn bin dagirkerîya xwe, bûye. Celaletîn yê ku ji Tataran revîyaye, li her derên Kurdistanê ku tê da derbas dibe, xwîn dirijîne, qetlîam pêk tîne û xisarên gelek mezin dide Kurdistanê û civata Kurdî. Ji van qetlîamên herî mezin yek jê li herêma Mûşê di 1231an da pêk tîne. Di 1231an da Celalettîn, li  Azerbaycanê ji Tataran direve û li Kurdistanê ji xwe ra li cîyeke sitarê digere. Hêzên Tataran li herêmên Dîyarbekrê digihîn eskerên Celalettîn û piranîya wan didin ber şûran û dikujin û yên direvin, li Konyayê xwe davêjin bextê Aladdîn Keykubat. Celalettîn, ji Exlatê (Ahlat) heta Dîyarbekrê cîyek ji Kurdan ray nekir da ku xwe veşêre.

Tataran jî dema dabûn pey Celalettîn ku wî dîl bikin, wan jî li Kurdistanê gelek qetlîam çêkirin. Di wan  êrîşan da tenî Eşîra Kureyşe ya Kurdî dikaribû li hemberî Tataran li ber xwe bidin û êrîşên wan ji xwe dûr bixin. Tataran êrîşên xwe heta Nisêbînê (Nusaybin) û Dîyarbekrê jî domandine û wan herêman xirab kirine û wêran kirine.

Celalettîn di 1231an da li nik (cem) serokeşîrekî Kurdî demek xwe veşartîye. Di dema dorpêçana Exlatê (Ahlat) da birayê Kurdekî ji alîyê hêzên Harzeman ve tê kuştin. Ev Kurd, jibo tolhildana birayê xwe, Celalettîn dişopîne û wî dikuje, bê ku haya reîsê  wî jê hebe.

Kurdan di 1240an da di bin rêvebirîya Şemseddîn Muhammed da dewletek ava dikin. Ev dewlet, di dîrokê da wek ”Padîşahîya Goristan û Sisistan” hatîye bi navkirin. Li vê dewleta Kurdî, ji heman sulaleyê heşt padîşah hukum kirine. Harat, Goristan, Gerecistan, Sisistan, Serbidaran, Memelikine, şeş ji wan kesan in ku wê dewletê bi rêvebirine. Ev dewlet, hema piştî êrîşên Cengiz Xan li herêmên Goristan û Sisistanê hatîye sazkirin (çêkirin). Ev dewlet ku 130 sal jîyaye, di 1370yan da xirab bûye. (C.P. B. Muhtasar Kurdistan Tarihi, Kürtçe Türkçe Baskıları-weşanên Kurdî û Tirkî, jêdergirtî B. Amedî, knd. r. 116-117))

Di 1247an da îcar herêmên Kurdistanê Dîyarbekir û Şehrezur dikevin bin êrîşên Mogolîyan.

Di dema Mogolîyan da li Kurdistanê Argun Axa hukum dikir ku ew kurê Emir Newroz yê navdar bû.

Mogolîyan di 1257an da êrîşên Kurdistanê kirin. Wan li Hamadan û Kirmanşahê hovîtîyek li dar xistin, her derî şewitandin û xirab kirin. Paşê Hulagu Xan, sefera Baxdayê kir û qetlîaman pêk anî.

Piştî hilweşandina Xelîfetîya Abbasî, Hulagu Xan Baxdayê xist destê xwe, ji wir jî êrîş bi ser Şehrezurê. Eşîrên Kurdî yên ku li herêmê dijîyan, ji neçarîyê koçberê Cizîrê, Şamê û Misirê kirin. Paşê dema ku Hulagu Xan çû sefera Surîyeyê, bajarên Cizîrê, Mêrdînê, Urfayê û Dîyarbekrê wêran kirin, xirab kirin.

Li Erbîlê bi navê Kahacî beşekî eskerên Mogolî, bi Kurdan ra hevkarîyek çêkirin û li dijî Hulagu Xan di 1297an da serhildanek li dar xistin. Ev serhildan, sê sal dom kir. Li gora gotinên kitêba  ”Di nava du Îhtilalan da Îraq” da, (M. E. Zekî Beg, ade) di wê navberê da Gazanxan (Gazanhan), Kurdên Cîbalî (Cîbal,li Başurê Kurdistanê bajareka Kurdî ye), ji ber ku ew bi Newrozê ra bûbûn yek, êrîşê wan kir. Di vî şerî da derdora 50 hezar kes hatin kuştin. Kurdên dîlketî li bazarê, jibo her kesî bi 12 Dirhemî hatine firotin. Her mîyek ku hatibû talankirin, jibo 1 Dirhemî dihat firotin û her gayek an çêlekek jî jibo 5 Dirhemî dihat firotin. Di wê demê da Dewleta Mogolî bû du parçe. Lê wan bûyeran heta 1328an domandin.

Li Yemenê di 1299an da Turkmenan bi navê Resulîye dewletek çêkirin. Di qadên dewletê yên jorîn da Kurd jî cî girtine. Ji ber ku bermayîyên Kurdên Eyyubî, li herêmê digel turkmenan dijîyan. (Botan Amedî, knd, r. 117-119)

Karakoyunu û Îlhanîyan dixwestin Kurdistanê di nav xwe da parve bikin, loma her dem şerê hev dikirin. Lê piştê ku Îlhanîyan têkçûn xwarin û hukmê wan hilweşîya; Karakoyunîyan êrîşên xwe birin ser Kurdên Mukrî ku ew li herêmên Savaşbulak û Urmîyê dijîyan. Ji ber wan şeran li hawirdorê piranîya xelkê ji neçarîyê cîyên xwe terikandin û bûn koçber.

Berîya ku xelkê Kurd teda û zulma ku li Kurdistanê hatibûn serê wan ji bîr bikin, îcar tofanên Tîmurleng bûn bela serê wan ku gelek êrîş û dagirkerîya wan ya devbixwîn dest pêkir.

Piştî ku Tîmurleng Baxdayê xist bin dagirkerîya xwe, li ser xeta Kurdistanê çû seferên Kafkasyayê. Tîmurleng bajarên Cizîrê, Dîyarbekir û Musulê xist bin dagirkerîya xwe; cîyên ku lê derbas dibûn, kevir li ser keviran nedihîşt. Gelê herêmê ku ji zulma Tîmurleng direvîyan, wan çîyayan ji xwe ra kirin sitar û xwe veşartin. Tîmurleng yê devbixwîn, gelek şer qezenc kiribûn, lê ew hê jî têr nedibû; wî herêmên Wanê û Hakkarîyê jî dagir kir. Mîrekên Kurdî yên Musulê, Cizîrê, Erbîlê, Garzan û Hasankêfê jibo ku bikaribin xwe ji zulma Tîmurleng ya dijwar ku li her derî belav bûye biparêzin, ew çûn huzura Tîmurleng û girêdana xwe ya jibo wî dîyar kirin; lê ev hewildana wan jibo bexişandinê, fêdeyek nanî.

Tîmurleng, jibo Walîyê Kurdistanê kurê xwe Celalettîn Mîran Şah taîn kir. Celalettîn Mîran Şah jî wek bavê xwe zalimek û xwînxwarek bû û li ser rîya bavê xwe dimeşîya. Walîyê Erbîlê Îzeddîn Kurdî, ewil fermanên Tîmurleng qebûl kiribû, yanî jê ra îtaatê kiribû; lê di 1401an da li dijê zulma wî serî hildabû. Jibo wê serhildanê Tîmurleng dîsa dizivire Kurdistanê. Kurdistanê cereka dî serubino dike, dşewitîne, wêran dike. Dema Tîmurleng digihîje herêma Bidlîsê, Emîr Şerefettîn (Şerefxan) Bidlîsî dihere pêşîya wî, pêşwazîyeke germ lê dike û bi hurmet girêdana xwe bo wî dîyar dike û bi vî awayî herêma Bidlîsê û derdorên wê ji hovîtîya wî diparêze.

Tîmurleng di 1405an da dimire. Piştî mirina wî, Emîr Yusuf yê Karakoyunî ku ji zulma Tîmurleng revîyabû û xwe veşartibû, ew tê Bidlîsê û ji Şerefettînê Bidlîsî alîkarî dixwaze. Ş. Bidlîsî keça xwe dide Emîr Yusuf û dibe alîkar da ku dewleta xwe ji nûve ava bike û biparêze.

Kurê Tîmurleng Şahre Mîrza, di 1431an da sefera Ermenistanê dike. Ji ber wê seferê Mîrê Bidlîsê Şerefettîn Bidlîsî, Mîrê Hasankêfê Xelîl (Halil), Mîrê Hakkarîyê Ehmed (Ahmet) û hin mîrên dî diherîn huzura Ş. Mîrza û îtaatên xwe dîyar dikin û her weha welatên xwe ji belayeka mezin rizgar dikin.

Di van deman da Akkoyunîyan zorbirî Karakoyunîyan dikin û dewleta wan xirab dikin û dewleta xwe ava dikin. Akkoyunîyan, bi bahaneya ku ”Mîrên Kurdan alîkarîya Karakoyunîyan kirine”, li hemberî beg û mîrên Kurd, ketine nav hewildanên şer. Wan ne tenê li hemberî mîrên Kurdan şer kirine; digel wê politikayê mîrekî û begîtîyên Kurdan jî ber hev dane, wan tek u tek qels xistine, bi wî awayî tovên nîfaqê çinandine, yên qelsketî jî bi xwe ve dane girêdan û herî dawî jî wan ji meydanê rakirine.

”Di rastîyê da, hêza Dewleta Akkoyunîyan tune bû ku li ser Kurdan bibin fermanrewa, yanî hukum bikin. Lê di serî da bêtifaqî û nezanîn û di encamên wan da jî hevkarî û yekîtîyeka qeîm çênekirine û ev jî bûye sedem ku bikevin bin hukme Akkoyunîyan. Encam; wek her demî dîsa dagirkirina welat ji alîyê bîyanîyan û xelk raserî teda û zulmeka nedîtî dibû.”

Hukumdarê Akkoyunîyan Uzun Hasan, gelek westa bû ku mîrekîyên Kurdan bera hev didan.                              ”Bi hîleyeke besît dikaribû Eşîrên Çemîşgezekê bera eşîrên cînar (cîran) ên Kurdî bidana û bidana qirkirin. Wek ewaya, dîsa Sofî Xelîl û Arap Şah yên fermandarê Uzun Hasan, eşîrên Çemîşgezekê bixapîne û rêke herêma Botan. Li vir li ser hesabê Akkoyunuyan bira bi bira didan şerkirin. Bi rîya wan ji eşîrên Kurdan Dumelî û eşîrên Dembillî da şerên bi xwînî çêbû.” (M. Emîn Zekî Beg, age: jêdergirtî B. Amedî, knd, r. 120-121)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *