Kurdino, Halepçe ji bîrnekin!

Diktatorîya Saddam, ji bo ku di şerê li hember Îranê bi serneket, di vî şerî de ji Kurdan piştgirî negirt û tekoşîna gelê Kurd ya rizgarîyê geştir bû, loma li hemberî gelê Kurd, di sala 1988 an de, dest bi tevgera “Enfal” kir. Armanca mêtinkarîya Iraq, bi vê êrîşê re li Başûrê Kurdistanê çiqas Kurdên ditêkoşin hene, tevan ji holê rake.

Di 16 Adar 1988 an de rejima Iraq, bi firokan bombên kîmya avêt gund û bajarên Kurdistinê.

Tenê li bajarê Halepçe zêdetirî 5 hezar Kurd bi bombên jahrê fetisandin.

Li hemberî qîrîn û hawara jin û mêr û zarokên Kurdan, dinya ker û lal ma. Sebeba wê bêdengîyê yek jê ew bû ku jahrên kîmya yên bi navê Sîyanîd (xerdel), Tabun (GA), Sarin (GB), Soman (GD), ji Rûsya(Sovyet), Almanya, Hollanda, Brîtanya û D.Y. Amerîka hatibû kirîn û tev di Tirkîye re, bi destûra dewleta Tirkîye derbasî Iraqê bûbû.

Hemû dewletên ku hayê rayedarên wan ji firotina van jahran ya rejima Saddam hebû û dengê xwe ji qirkirina Kurdan dernexistin, hevparê kuştina Kurdan e. Ev qirkirin, di dîroka cîhanê ya nêz de, li hember mirovahîyê, hovîtî û qirkirina piştî Hîroşîma û Nagazakî ya herî mezin tê dîtin.

HelebçeBi êrîşa “Enfal” re dewleta Iraq, bi hezaran gund şewitandin, bi sedhezaran mirov di wargehên leşkerî de îzole kirin, bi 10 hezaran mêr, heta zarokên 12 salî ref bi ref li hemû Iraq`ê û çolên xalî yên qûmê kuştin û di çalên bi dozeran hatin vekirin de binçal kirin. Karbidestên dewleta Iraq, tenê di vê qirkirinê de 182 hezar Kurd kuştin.

Dunya li hember komkujîya Kurdan ya 16 Adar 1988 an pêkhat, mîna ku bûyerek werê neqewimî be, ker û lal ma. Heta ku Kurd ne xwedîyê welat, dewlemendî û petrol, hêza xwe ya ked û leşkerî bin, loma hebûn û nebûna Kurdan tu kesî têkel nake. Ji bo fêda wan di rejima Saddam de hebû, ji bo kiryarên dervî mirovîyê, dengê xwe bi Saddam re nedikirin.

Kengî planê Emrîka û Brîtanya yê li ser serwerî û kontrola bazar, petrol û dewlemendîyên Rojhilatanavîn kete rojevê û bi sazkirina qrîza kendavê re, hîn nû fetisandina Kurdan û komkujîya Halepçe hat bîra dunyayê. Ji bo ku van hêzên emperyal, çekên xwe yên kevn bifiroşin, yên nû biceribînin û ya herî girîng petrol û bazara Rojhilatanavîn têxin bin kontrola xwe; êrîşa xwe ya li hember Saddam mafedar şanî cîhanê bidin, filmên û wêneyên qirkirina Halepçe bi yek carê û bi yek devî di temamê telewîzyonên Emerîka û Ewropa hatin rêdan.

Kurdên ku ji wê hovîtî û rûxandinê revîyan, xwe avêtin Bakur û Rojhelatê Kurdistanê; li vir jî leşkerên dijminên xwe yên dewleta Tirk û Faris li hember xwe dîtin. Ji xwe di serî de leşkerê Tirk bi hezaran Kurd radestî dewleta Iraq kirin. Yên mayî jî, mîna hêsîran, di bin lêdan û dijûnan de xistin wargehên bi leşker û têldirkan pêçayî. Gava sazîya Bijîjkên Sînor Nenas ya Cîhanê xwestin lêkolîna çekên kîmya li ser Kurdên revîyane Bakur bikin, dewleta Tirk bi hêrs li hember wan derket û got: “Bijîjkên me lêkolan e ku şopa çekên kîmya nehatiye dîtin û peyitandin!”.

Di qrîza Kendavê ya 1991 ku li hember dagîrîya Iraq ya Kuweyt’ê, Emrîka û hevkarên xwe li hember Iraq ketin hundir tevger û hêrîşa leşkerî. Serokê Emrîka G. Bush, bang li gelê Iraqê û Kurdan kir ku li hember rejima Iraqê serî hildin. Li Iraqê, Erebên Şîa û Kurdan serî hildan. Kurdan, bi civatî serî hildan û Kurdistan ji karbidestên dewleta Iraq paqiş kirin. Rejima Iraq, mîna sehê har, li jêr bi tank û topan, li jor bi helîkopteran û bombeyên fosforê êrîşî gelê Kurd kir.

Gelê Kurd, li hemberî xetera komkujîyê, bi mîlyonan warê xwe berdan û berbi Bakur û Rojhilatê Kurdistanê revîyan. Lê li tixûbên mêtinkaran, leşkerên Tirk û Faris’an li hember xwe dîtin. Bi rojan xwas, tazî, tî û birçî li serê çiyan bi hezaran zaro, pîr û nexweş jiyana xwe winda kirin. Dewletên mêtinkar destûr nedan ku gelê Kurd yê wan herêmên mêtingeh alîkarîya hemnîjad û hemwelatîyên xwe bikin. Dewleta Tirk, muamela eşqîya, xwînî û hêsîran bi gelê Kurd yê perîşan kir.

Wê gavê banga Bush jî nehat bîra wî û digot: “Min negot; “serî hildin û em’ê we ji êrîşa dewleta Iraq biparêzin!” Loma gelê Kurd, ji bo rizgarîya neteweyî, divê tu demê pişta xwe bi kesî girênede û berêberê bi xwe û hêza xwe bawer bibe.

Mêtinkarên herêmê, ne wê demê û ne jî tu demê, heta ku ji wan bê û karibin, wê destûr nedin rizgarîya gelê Kurd. Kurd di navbêna çar dewletan de parvekirî ye: li kîjan parçê Kurdistanê, gelê Kurd bixwaze mafekî çandî, netewî an civatî bi destbixe, dibe egerê işkence, girtin, koçbarî an komkujîya Kurdan.

Dewleta Tirk, Sûrî û Îran, li kîjan parçê Kurdistanê, Kurd mafekî çandî an netewî bi destbixin, van dewletan, vêya rasterê “sûcekî“ li hember xwe dibînin û ji bo wî mafî astengbikin, çi ji destê wan bê, bi paşve nadin.

Hîna li her çar parçên Kurdistanê gelê Kurd, ji xetera komkujî, koçbarî û tunebûnê rizgar nebûye. Li hemberî vê xeterê, divê em bi tevdîr û şêwir bin.

Kesên ku îro li Başûrê Kurdistanê, dertên kolanan û doza mafekî dikin, divê wan komkujîyan ji bîrnekin û bi balkêşî tevbigerin: çimkî neyarên mêtinkar û nîjadperest ku ji gelê Kurd nefretê dikin û wî wek kolê xwe dibînin, emadene ku ji çarhawîr ve êrîşî îdareya Kurdistana Federal bikin. Rewşa gelê Kurd nikare şaşîyan hilgire. Her alozî, ji bo gelê Kurd tehlûka komkujî û wendabûnekê ye…

Ji bo gelê Kurd wek civat, wek netewe û wek nîjad li ser rûyê dunyayê neqede û neyarên me yên mêtinkar nehizirin ku me qir bikin, ji bo ku em ziman, çand û dîroka xwe li ser pêya bihêlin, bibin xwedîyê ziman, ax û av û dewlemendîyên xwe; mîna her neteweyek azad, bibin xwedîyê desthelatî, serwerî û serxwebûna xwe; em wek civata Kurd divê li her deverê û di her warî de xwe bi rêxistin bikin, hevkarî û yekîtîya xwe saz bikin.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir