Kurd û Cûntayên Leşkerî – Êrîşên PKKê li du beşên Kurdistanê – Şerê Kurdan û Ereban…

Îbrahîm GUÇLU

Rojeva me kurdan û Kurdistanê dîsa dagirtî ye.

CÛNTAYÊ LEŞKERÎ LI TIRKIYEYÊ JI BO KURDAN XETERTİR E…

Li Tirkiyeyê, her roj di derbarê cûntayên leşkerî de nûçeyek heye. Berîya vê bi demekê, bi daxuyanîya serleşkerê Tirkîyeyê Îlker Başbug, berîya çend rojan jî bi belavoka 104 Emîralan û duho jî bi axeftina parlamenterekî CHPê Engîn Altay, cuntaya leşkerî hat rojevê. Li ser cuntaya leşkerî, minaqeşe bi xurtî dom dikin. Hîç şik tune ye ku cûntayên leşkerî, Bakûrê Kurdistanê jî raste rast eleqeder dikin. Di vê mijarê de, di nav sîyasetvanên Bakûrê Kurdistanê de, nêrîneke şaş û xeter heye, ez dixwazin li ser wê nêrînê rawestim.

Gelek kurdperwer, di wê nerînê de ne ku rejîma nîv-sivîl û rejîma leşkerî ji bona kurdan heman tişt e û di navbeyna wan herdu rejîman de ferqek nîne. Dibêjin ku “Bakûrê Kurdistanê, ji aliyê Dewleta Tirk de hatiye dagîrkirin, Kurdistan bûye kolonîya Tirkan. Hemû mafên kurdan hatine qedexe kirin. Girîngtir mijar jî ew e, hîn neteweya kurd ji aliyê hiqûqî û makezagonê de nayê naskirin. Ji vê mezintir zulûm nabe. Loma di navbeyna herdu rejîman de ferqeke tune ye”.

Hîç şik tune ye ku ev nêrîna rast e. Her kurdperwerek û her kurdek vê nêrînê parve dike û diparêze.

Lê piştî vê nêrînê, nêrînên di derbarê cûntaya leşkerî ya li Kurdistanê de  pirsgirêk û şaşîyek heye. Tê gotin ku “sîstema dagîrkerî û kolonyalîst zûlmeke domdar li Kurdistanê çêkirîye. Loma dema cûntaya leşkerî be jî ferqek nake.”

Gorî bawerîya min ev nêrîna şaş e û nêrîneke gelek wasat e û ceribandina jiyana kurdan jî vê rast dîyar nake.

Hîç şik tune ye ku statuya Bakûrê Kurdistanê ya kolonî li ser me kurdan zulmeke domdar û dîrokî û jenosîdî çêkirîye. Heta ku Kurdistan azad nebe, serbixwe nebe, Kurd li Kurdistanê desthilatdar nebin; kurd  ji vê zûlmê xelas nabin. Ev zûlma li Kurdistanê di sewîya makroyê de ye.

Lê cûntayên leşkerî li Kurdistanê li zûlma makroyî ya heyî,  zûlma mîkro jî zêde dike. Her kurdek di dema cûntayên leşkerî de raste rast dibe armanc. Zûlma li Kurdistanê du qat dibe û zêde dibe.

Dema ceribandinên cûntayên leşkerî yên li Tirkiyeyê (Cûntaya 27ê Gulana 1960î, Cuntaya 12ê Adara 1971ê, Cûntaya 12 Îlona 1980yî) çav bên derbas kirin, sepêhatiyên kurdan yên wan deman ji çav bê derbas kirin, ev rastîya bi awayekî tazî derdikeve holê.

PKK LI BAŞÛRÊ Û BAKÛRÊ KURDISTANÊ ÊRÎŞ Û XIRABÎYÊN XWE DIDOMÎNE…

Ji aliyê din ve jî, li Başûrê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê bûyerên gelek girîng diqewimin. Bi taybetî jî PKKê li Başuê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê êrişên xwe dom dike.

**Li Rojavayê Kurdistanê demeke dirêj e ku ji çîroka yekîtiyê tê qal kirin. Bi taybetî jî dema ku ji bona yekîtiya kurdên rojava, Emerîka û Fransa bû navbeynçî, wê demê kurd zêdetir bi hêvî bûn. Wê demê kurdperweran gotin û hîn jî dibêjin ku “li Rojavayê Kurdistanê dê yekîtiyek ava bibe.”

Lê demekî dirêj e ku li Rojavayê Kurdistanê yekîtiyeke kurdî pêk nehat. Ez di despêkê de di wê nerînê de bûm ku li Rojavayê Kurdistanê yekîtî çê nabe. Lewra PKK/PYD rêxistina neteweya kurd û Kurdistanê nîne ku yekîtîya kurdan ava bike.

PKK/PYDê ji bona ku zirar bidin kurdan, siyaseta dewletên kolonyalîst yên tunekirina kurdan bibe wekîl û taşeron hatîye ava kirin. Ceribandina Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê, Başûr û Rojhelata Kurdistanê jî vê yekê nîşan dide.

Loma jî PKK/PYDê, li Rojavayê Kurdistanê jî yekîtiya kurdan naxwaze. Bes ji bona berjewendîya xwe ya grûbî û dewletên li pişt wê, ji bona sînorê desthilatdarîya xwe yê faşîst fireh bike, bes bi peyv dibêje ku ez yekîtîya kurdan dixwazim.

Li Rojavayê Kurdistanê, dema ku ev mijara bê şirove kirin, tê dîtin ku Xelîl Aldar ji ENKSê re dijminitî dike û pêşmergeyên Roj xaîn îlan dike. Berpirsê wan yê yekem jî dibêje ku “ez dixwazim ku pêşmergeyên Roj jî bên Kurdistanê.” Lê pişt derîya jî ji bona ev yeka pêk neyê siyaset û çalakî tê meşandin.

Bi gotina din PKK/PYDê senaryoya “polîsê baş û polîsê xirab” dilîze.

PKK/PYDê, piştî ku xebata yekîtiyê destpêkir jî, li Rojavayê Kurdistanê dîsa pêşiya xebata partiyên Kurdistanê û ENKSê girt û berpirsiyar û endamên partîyan hepis kir, li wan êşkence kir û dike.

Berîya çend rojan jî Ofîsa ENKSê ji aliyê PKK/PDê ve hat şewitandin.

Hemwelatîyên kurd bi azadî nikarin tevbigerin. Kiryarên PKK/PDYê yên li dijî gel nikarin rexne bikin. Ew kesên rexnegir û rewşenbîr tên girtin û tên kûştin.

**Li Başûrê Kurdistanê xirabî û êrişên PKKê piralî didome. Di derbarê statuya wan ya li Başûrtê Kurdistanê, min gelek tişt nivîsand. Di encamê de ez dizanim ku PKKê li Başûrê Kurdistanê rêxistineke biyanî, terorîst, dagîrker, taşeronê dewleta Îranê ne. PKK, li Başûrê Kurdistanê statuya xwe neguherandîye.

Ez nûha di vê mijarê de peyvê didim wezîrê navxwe yê Kurdistanê Rêber Ehmed.

Birêz Rêber Ehmed  dibêje ku “Tevgerên PKKê zirarê digihînin hemwelatiyên me û pêwîst e ev partî nebe sedema pirsgirêkan bo Herêma Kurdistanê.”

Derbarê vê mijarê de Rêber Ehmed daxwaz ji Tirkiyê û PKKê kir ku, pirsgirêkên xwe ji Herêma Kurdistanê dûr bikin, ji ber ku ew operasyonên li wir tên kirin, ziyanê digihîne jiyana welatîyên Herêma Kurdistanê.

Lê divê baş bê zanîn ku sedema operasyonên Dewleta Tirk PKKê ye. Divê Hikûmeta Kurdistanê wek gelek caran bi nivîs û bi hevdîtinan hatiye pêşniyar kirin, divê pirsa PKKê ya terorîst çareser bike. Berpirsîyarîya xwe li hemberî miletê me bi cîh bîne.

PKKê, bi hêzên Îranî û Haşdî Şabî re Şengal îşgal kirîye. Li gelê Şengalê zûlmê dikin. Nahêlin Şengalî werin li bajarê xwe cîwar bibin.

Birêz Ehmed di mijara Şengalê de jî qise dike û dibêje ku “Rêkevtina Şengalê heya niha nehatîye cîbicîkirin. Ti pêşveçûnek di mijara rêkeftina Şengalê de çênebûye, me ti pêngaveke erênî ji bo cîbicîkirina rêkeftinê nedîtiye û mixabin hêj her heman hêz li Şingalê mane. Em daxwaz ji hikûmeta federal a Iraqê, tevahîya alîyan û Netewên Yekbûyî dikin ku bi armanca cîbicîkirina rêkeftinê, hevkarî û hevahengîyê li gel Herêma Kurdistanê bikin.”

Di mijara Şengalê de nêrînên Fermanderê Pêşmergeyan girîng e. Ew jî dibêje ku  ‘’ Çekdarên PKKê jin û zarokên Êzdî kom kirine û ew birine ser rêya artêşa Iraqê li çiyayê Şingalê ji bo rê li ber çûna artêşa Iraqê bigire û wan weke mertala mirovî bikartîne. ‘’

‘’PKK weke hertim xelkê Êzdî ji bo nêta xwe ya xirab bikartîne û niha jî xelkê Şingalê bikartîne û rêgiriyê ji bo çûna artêşa Iraqê li nava Şingalê durist dike. Mumkune artêşa Iraqê ji bo çend saetan mohlet dabe PKKê ji bo ji Şingalê û sîba Şêx Xidir derkeve.

Hikûmeta Iraqê “çendîn car e, Iraqê mohlet daye PKKê ku li gor rêkeftina Şingalê ji Şingalê derkeve. Lêbelê heta niha ji Şingalê derneketîye û mumkine rêkeftineke nehênî di navbera wan de hebe. Herwiha heta niha Heşdî Şabî piştevaniyê li mayîna PKKê li Şingalê dike.”(Basnews)

ŞERÊ KURD Û EREBAN TÊ ORGANÎZE KIRIN…

Li Rojavayê Kurdistanê, li Qamişliyê, di navbeyna hêzên çekdar û yên ku taşeronên dewletên herêmê û emperyalîst in, şer heye. Şîrovekar diyar dikin ku ev şer dûr nîne ku bibe şerê Ereban û Kurdan.

Divê baş bê zanîn ku şerê Kurdan û Erebana dê di rojên pêş de bi awayekî xeter bikeve nav jîyana me. Lewra ji destpêka Şerê Hûndir (navxwe) yê Sûriyeyê, ew şerê navxwe yê Kurdan, Şerê Kurdan û Ereban hat amade kirin.

Sûrîyeyê, dema li Rojavayê Kurdistanê desthilatdarîya xwe bi PKK/PYDê parve kir; ev yeka amade kir. Di nav wextê de PKK/PYDê li hemberî kurdên siyasî yên aşîtîxwaz û bêçek şer domand. Di hemandem de ew şera li hemberî erebên mixalîf û yên dixwestin ku Rejîma Baasê biguherînin domandin.

Bi taybetî jî piştî demekê Îranê, Rûsya, Rejîma Sûriye ev plan û projeya pêşve bir, rewşeke xetertir derket. Di dawî de Emerîka bû sedem ku bi destê PKK/PYDê bajarên Ereban dagÎr bibin.

Wê demê min diyar kir ku di pêşerojê de şerê Kurd û Ereban dê bê rojevê.

Nûha jî ji bona vî şerî  îşaret û nîşan derdikevin holê. Ev şera, ji bona kurdan dibe keresateke mezin.

Divê pêşiya vî şerî bê girtin.

Diyarbekîr, 22. 04. 2021

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *