Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî dê ji bo nîqaşkirina rewşa Iraqê bicive

Îro 10.06.2025ê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî dê civînek taybet li ser rewşa Iraqê li dar bixe.

Civîn dê demjimêr 10:00ê bi dema New Yorkê ango 17:00ê êvarê bi dema Hewlêrê were lidarxistin û dê çend mijarên girîng ên têkildarî Iraqê werin nîqaşkirin.

Yek ji mijarên ku tê payîn ku werin nîqaşkirin dê têkiliyên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de û biryara rayedarên Bexdayê ya ji bo birîna mûçeyan û pêkanîna siyaseta birçîkirina gelê Kurd be. (BN)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *