
Xwedê û Pîrê Arî piştevanên vê civîna kesên ku, di xwazin yekbûnekê ji bo pîrozkirina cejna Batizmiyê pêkbînin bin!
Dema we baş birêzan „endamên qomîta rêvebiriya Batizmiyê“,
hemû kesayet, rêvebirên sazî , rêxistinên Êzdiyan yên beşdar û amadekarên vê civîna ji bona yekbûna pîrozkirina cejna Batizmiyê pêkbînin yên hêja!
Gelî heval û dostên Êzdiyatiyê yên rêzdar, ez baş bawer im ku, piraniya we min weke xemxwar, berhevkarê zargotin û kevneşopên Êzdiyatiyê nasdikin. Gelek ji we hêjayan dizanin ku, min di nava gelek parvekirin û berhemên xwe de hergav gotiye, gava miletek bixwaze kultur û çanda xwe baş nasbike û wê bişopîne, divê berî her tiştî, ew ji dîrok û kevneşopên sed û hed, irf û adet, rê û resmên dapîr û bapîrên xwe sûd werbigre û wan pêşva bibe. Lewma dibêjim, gava hûn bi vê hewildana xwe re bixêr yekbûnekê di nav Êzdiyên Çêlkaniyê (Torê û Çolê) de pêkbînin, cejna Batizmiya vê 2025/2026an di rojekê de û bihevûdinê re pîrozbikin, wê nifşê Êzdiyên ji Torê û Çolê yê nû, di pêşerojê de hîn baştir bikaribin ji hezkirin, hevgirtin û naskirina kultura dapîr û bapîrên xwe re xwedî derkevin. Ew ê di nav miletê ku bi wan re dijîn hîn zêdetir serbilind bin!
Ez hêvîdar im, encamên vê civîna ji bona yekbûna pîrozkirina cejna Batizmiyê serkeftî bin!
Piştî yekbûna we birêzan, Mîrê Êzdîyên cîhanê, Babaşêx yê serokê Meclisa Ruhaniyên Êzdîtiyê ya Bilind, hemû berpirsyarên mal, komel, sazî û dezgehên Êzdiyan jî bikaribin hesabê hemû rojî, îd û erafatên me Êzdiyan û tevaya salnama Êzdîtiyê jî li gorî kevnariya ilim û qewlên Êzdîtiyê û ji bona pêkvejiyana em niha dijîn bikine yek!
Silav û rêz !
Kemal Tolan, yê xemxwar, berhevkarê kevneşop û zargotina Êzdiyatiê . 03.09.2025
(Ev nivîs tenê nêrînên şexsî yên nivîskar derdixe pêş û temsîla nêrînên giştî yên malpera me nake. Berpirsiyariyên huqûqî yên vê nivîsê aîdî nivîskar in.)


